Bersiveke
mecbûrî û pîrozbahî!..
Sedat
YURTDAÞ
Di
11 Pûþper 2005an de di pêveka rojnameya Ülkede Özgür Gündem, “Ek Gündem”ê
de nivîsareke Adîl Zozanî ya bi navê “Nameyek vekirî ji PEN’a
Navnetewî re” - her çiqas têkiliya naveroka nameyê bi PEN a Navneteweyî
tunne be jî - weþîya.
Nivîs
ne rasterast lê bi awayekî sergirtî, mîna ku li ser navê hemû nivîskarên
“Bakûrî” hatibe nivîsandin; întibayeke welê dide. Ev teqla “Bakurî”
di nivîsarê de çar caran derbas dibe.
Lewra pêwîst e, ku di serî de binîvîsim, ev name/nivîsar nerînên
min, hizirînên min û helwesta min bixwe nayine zimên. Bi vegotineke din
xwediyê nivîsarê min temsîl nake. Bawer dikim ne min bi tenê, gelek nivîskarên
din yên Bakurî jî temsîl nake. Ji ber vê yekê jî nivîsar û teqla di
nava nivîsarê de, heyf mixabin, ne “adîl”e.
Li
gorî xwediyê nameyê “ew”; “…hem dixwazin li ast û nirxên gerdûnî
hîn bibin, hem jî dixwazin nirxên xwe tevlî asta navnetewî bikin.”
Baþ
e, dema mirov ji meselê ne haydar be, ev vegotin gelek xweþ tê guhên
mirov. Lê Emrîka carekê hatiye keþifkirin(!) û di ser re jî sedsalan
derbas bûne. Ast û nirx vekirî ne. Tiþtek di tarîyê de tune ye. Dema
mirovek an saziyek bixwaze bibe endamê cihekî, pêwîst e ku li gorî rê
û rêbazên wê derê/ wê saziyê gav bavêje.
Belê
PEN a Kurd a Amedê an bi navê wê yê fermî “Kürt-PEN Yazarlar Derneði”
dema hate damezrandin bi kêmasiyên gelek mezin hate damezrandin. Di wê kêmasiye
de mîna heman damezrîneran pahra min bi xwe jî têda heye.
Kêmasî
çi bûn?
1.
Me beriya damezrandina Komaleyê, haya PENa Navneteweyî jê pê nexist.
2.
Beriya damezrandinê, me PEN a Kurd jî – di pey re bû navend – bi
berfirehî agahdar nekir. Me qîma xwe bi gotinên nûnera hatî anî.
3.
Hevalê me yê berpirsiyarê yekemîn ji hêlekê de hem ji çapemeniyê hem
jî ji PEN a Kurd re, bi armanca damezrandina “þaxekê” dipeyivî/peyîvî
bû hem jî di amadekariya serlêdana komaleyeke bi serê xwe bi me re
didomand.
4.
Me – PEN a Navneteweyî ya ku xwe mîna malbatekê dibîne û dilive- þaxa
wan ya Tirkîyê jî ji damezrandina komaleyê hayedar nekir.
5.
Heye ku hevalên me yên Navenda PENa KURD jî wekî me destûr dayina
komaleyê bi îhtîmal nedidîtin.
6.
Di pêy damezrandinê re Serokê me beriya PENa KURD rasterast bi daxûyanîyekê
re serî li PENa Navneteweyî xist. Mîna ku em PENa KURD bi tiþtekî
nehesibînin!
Hinek
kêmanî hene, ku nayên duristkirin. Jê veger jî nabe. Lê ji gelekên
wan mirov dikare vegere. Helwesta hemdemî jî ev e.
Em
li ser navê “PEN” ê bibûn gasip, me bê destûr nav li xwe kiribû.
Ger bixwasta, ku hîn jî bixwazin dikarin di demeke gelek kurt de, di yek
celseyê de, biryara qedexebûnê bigirin. Lewra gasip bûn li me, li nivîskaran,
li hukuknasan; li mazlûman nakeve.
Me
dikaribû ev pirsgirêk çareser bikira û me xebata xwe bi hevre bidomanda.
Ger armanc bi rastî jî bi ziman û çanda xwe “afirandin” bûya, pêwîst
bû em li pirsgirêkên þiklî neherikiyana. Gelo hevalên me yê Navenda
PENa KURD kî ne? Xebatên wan ji bo kê ne?
Lewra
me dikaribû, em navê xwe vegûherin, bikin tiþteke din. Ji bo me pêwîstî
ne nav lê beriya nav “sazîyek” bi rêk û pêk, bi nav û nasname, bi
xebat û bi dilsozîyê hebû. Ya na “PEN” ê bi serê xwe gulik û rêþî
bi me ve nedikirin/nekir jî!
Lewra
di dema serokatiya min de, me di rêvebiriyê de, bi yekdengî – beyî mûxalefet – biryara kongereya awarte wergirt. Lê
di kongreyê de me hew dît, ku du hevalkên me yên xwediyên îmzeyan di lîsteya
nû de cih girtine û gelek hevalên ku me bi rêya telefonê îcazeta wan
girtibû, yan rengê dengê xwe gûherîn yan jî nehatin salonê.
PENa
KURD a li Amedê, hîn jî nikare bi navê xwe daxûyanîyekê jî bide.
Nasnameyekê amade bike. Kovarekê derbixe!..
Gelo
ma mafê me bi tenê heye? Mafê sazîyeke têkoþer, bi emrê xwe dora sed
salî û li sed welatî li sed û sîh sazîyê de sazûmankirî, bê maf
e?! Mêzîna edalata me ev e!..
Min
roja kongreyê tiþtên ku pêwîst bûn yek bi yek anîn zimên. Lewra li
ser nasekinim. Lê hinek tiþtên din hene.
Di
nivîsarê de, Birêz Zozanî bi awayekî biçûkdîtî, bi awayekî
psikolojiya mirovên sipî, navên fermî, “Navenda PENa KURD” nabêje,
di dêleva wê de dibêje, PEN’a Kurd a
Penaber”. Bêþik ev ne ji nezanînê yê. Bi ya min, qe nebe, ji bo vê
meseleyê leborînxwestinek deynê wî ye.
Di
dawîya nameyê de hîn zimanekî giran bi kar tîne. Mîna; “Li
mizgeftê misilman li dêrê xiristiyanî ne helwesta nivîskariyê ye.
Mirovên xwenas an tif nakin an jî dema tif kirin tifa xwe naalîsin.”
Van gotinên ku qet û qet li nivîskaran nakeve, wê çawa bête þirove
kirin?
Birêz
Zozanî û hevalên wî yên xwedî destnîþan, mîna heya nûha dibêjin
“Me çêkiribû!..”
Na!
Nabe! Bi ya min, ji ber gelek sedeman nabe. Hem “çar parçe bûn”, hem
asta Baþûr, hem jî ji ber keda hevalên “penaber” ên donzdeh - sêzdeh
salan û hem jî ji ber “kamilbûna sazbûyînê” nabe.
Lê
xwediyê nivîsarê û xwedîyê îmzeya “Charter”a PEN ê, mîna ku di
kongreya awarte de hate bilêv kirin “têdikoþin!”.
Bi
ya min ev tekoþîn, li cihekî xelet, di demeke xelet û bi nîyeteke xelet
tê kirin. Û ev xeletiyana, çawa heya nûha xisar daye Niviskarên Bakurî,
Amed û pênûsê, wê ji vira þûnde jî bide hemû nivîskarên Kurd. Mîna
yextiyarên me dibêjin; em nemirin em ê bibinîn!.. Hey em tev bi hev re
namirin!..
Di
encamê de hevalên ku Charther îmze kirine, dikarin xwe bipesnînin,
dikarin recûyê ji xwe bikin, lewra ez wan ji ber vê yekê pîroz dikim ku
saziyek mîna PEN a Navneteweyî ku Kurd bi her awayî “wekhev”ên ziman
û wêjeya dinyayê têne qebûlkirin, bi destê xwe dikin/kirin qada nakokî
û þerên Kurdan.
Bila
bête zanîn ku hemû berpirsiyarî li milê hevalên xwediyê îmzeyên bê
wext û ne rewa ye.
14
Pûþper 2005
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org