|
Bersivek û rastî
Sedat Yurtdaþ
Nivîsek
Edip Polat ya bi sernivîsa “Careke Din Di Derheqa Rastiya Pena Kurd De”
di 27.06.2006’an de malpera Netkurdê de hate weþan. Di wê nivîsê de,
Edip Polat qala tekiliyên Komeleya Nivîskarên Kurd ya Amedê û Navenda
PENa Kurd dike. Heye ku tu ne hewce be mirov tiþtekê binivîse. Lê dema
neyê nivisandin wê hinek di quncikê xwe de bibêjin gelo min çi tofan
derxist ku kesek nikare bersiva min jî bide. Lê
di nivîsa xwe de, navê Navenda PENa Kurd hil nade, camêr di þûnê de
dibejê “Kurd-Pena Elmanya”. Kiyê çi bêje? Mirov dikare her mafî bi hesûdî
bikar bîne! Bi
rastî ev pirsgirêk ji bo min û bawer dikim ji bo gelek nivîskarên din jî
pirsgirêkek dûr, dirêj û nexweþ e. Heya ku mecbûrî nebim bi rastî
naxwazim yek hevokekê jî li ser binivîsim. Lê di nivîsê de gelek çewtî
bi konevanî cih girtiye. Lewra, divê ji bo agahdariyê ez berê cih bidim
axaftina xwe ya Kongreya Awarte ya Pena Kurd a Amedê. Kongreya ku me hemû
rêvebiran bi yek dengî biryara gûherandina navê “PEN” ê kiribû lê
di roja Kongreyê du heval hem ji gotina xwe vegeriyan hem jî di desteya rêbvebiriya
nû de cih girtin. “Nivîskarên
Birêz… Hûn tev bi xêr xweþî hatin Kongreya Awarte ya PENa-KURD,
Komaleya Nivîskarên Kurd. Belê.
Di navê me de hîn peyvika “PEN”ê heye, lê hêvî dikim em ê di pêy
vê kongreyê re navê ‘PEN’ê, ji nava xwe derxin û ger hebe li gorî
pêþnîyarî û dengên hevalan em naveke din û nû bipêjirînin û bi wî
navî xebatên xwe bidomînin. Lewra
pewîstîya me, berîya her tiþtî ne naveke naskirî ye. Berîya her tiþtî
pêwîstîya me bi yekîtîyêkê, bi komaleyekê, bi sazîyekê, bi xabetek
rêk û pêk heye.” Lê
hevalên me, çawa ku di gelek pirsgirêkan de teng û bi mentaliteyek çewt
dinêrin, li Komeleyê jî, li Kongreyê jî û li nivîskaran jî welê nerîn.
Ji ber wê yekê jî xala yekemîn ya girîng a bernamê bi dengan re hate
red kirin. Raste
em berê ne gasip bûn. Lê bi ya min, di pêy Kongrê re kesên di nav de
israr kirin ew êdî bûne gasib. Lewra du þertê gasbê hene. Yek zor e, yê
duduya jî tiþtek ji kesek an cihekê bêyî razîbûn girtin e. Me nav bi
nezanî girti bû, lê di pêy Kongreyê re bê þik þertê zorê êdî qewûmî.
Reng ji nezanî gûherî gasibiyê. Bila,
Birêz Polat lingê xwe navêje paþ tûma! Ez ji wê rojê û þûnde, tu
carî bi nivîskarî neçûme Komelaya Nivîskaran ya Amedê. Tu têkiliyên
min bi wê re çênebû. Ji bo mijarek nîqaþê çênebe jî, min ji
Komeleyê îstifa nekir. Lê min hemû têkilîyên xwe cemidand, birrî. Baþ
dizane ku min e-mail “spam” kirin! Ez
ne kesên ku berê îmzayên xwe dan û lê xwedî derneketin, ne jî kesên
ku di malên xwe de vezeliyabûn, hineka çûn bi çepelên wan girtin û anîn
kirine nizanim çi, qal nakim! Lê
bila tev Edip Polat, kesên ku navê bê destûr di pêy ewqas nîqaþ û
zelaliyê re, xwestin li xwe bihêlin û hîn mîna gasiba li xwe dihêlin,
fedî bikin! Bila
kesên ku nivîskarên dilsoz ji hev belav kirin, fedîbikin! Bila
kesê ku bêyî kamilbûn xwestin bibin serek, fedî bikin! Bila
kesên ku navê Amedê ji ber vê yekê ji qîmet de xistin, fedî bikin! Bila
kesên ji xwe razî, kesên ku her gav xwe di rengê siya xwe ya êvarê de
xwe dibînin, fedî bikin! Ez
duhî jî Kurdek û însanek bûm û îro jî Kurdek û însanek im. Lewra
di her firsendê de ezê ji bo gelê xwe, bi qasê ku pênûsa min dest
bide, bi qasî ku zimanê min bigere ez ê bi serbilindî, xwe, bajarê xwe,
gelê xwe, pênûsa xwe û Navenda PENa KURD temsîl bikim. Ev ji bo min rûmetek
bilind e. Dîroka
þexsa jî heye. Ev dîrok bi çilfisî av nabe. Bi devavêtinan qilêr
nabe. Berbiçav e. Ji
bo pirsgirêk hinek din bête fêhm kirin, divê ez cih bidim beþek sernivîsa
xwe ya bi navê “Bersivek mecbûrî û pîrozbahî” yê. Di
nivîsê de min li ser nivîsara Adîl Zozanî, ku di 11 Pûþper 2005an de
di pêveka rojnameya Ülkede Özgür Gündem û li ser înternetê de, di
Azadiya Welat de hate weþan, nivîsand. “…Li
gorî xwediyê nameyê “ew”; “…hem dixwazin li ast û nirxên gerdûnî
hîn bibin, hem jî dixwazin nirxên xwe tevlî asta navnetewî bikin.” Baþ
e, dema mirov ji meselê ne haydar be, ev vegotin gelek xweþ tê guhên
mirov. Lê Emrîka carekê hatiye keþif kirin(!) û di ser re jî sedsalan
derbas bûne. Ast û nirx vekirî ne. Tiþtek di tarîyê de tune ye. Dema
mirovek an saziyek bixwaze bibe endamê cihekî, pêwîst e ku li gorî rê
û rêbazên wê derê/ wê saziyê gav bavêje. Belê
PEN a Kurd a Amedê an bi navê wê yê fermî “Kürt-PEN Yazarlar Derneði”
dema hate damezrandin bi kêmasiyên gelek mezin hate damezrandin. Di
wê kêmasiye de mîna heman damezrîneran pahra min bi xwe jî têda heye.
Kêmasî çi bûn? 1.
Me beriya damezrandina Komaleyê, haya PENa Navneteweyî jê pê nexist. 2.
Beriya damezrandinê, me PEN a Kurd jî – di pey re bû navend – bi
berfirehî agahdar nekir. Me qîma xwe bi gotinên nûnera hatî anî. 3.
Hevalê me yê berpirsiyarê yekemîn ji hêlekê de hem ji çapemeniyê hem
jî ji PEN a Kurd re, bi armanca damezrandina “þaxekê” dipeyivî/peyîvî
bû hem jî di amadekariya serlêdana komaleyeke bi serê xwe bi me re
didomand. 4.
Me – PEN a Navneteweyî ya ku xwe mîna malbatekê dibîne û dilive- þaxa
wan ya Tirkîyê jî ji damezrandina komaleyê hayedar nekir. 5.
Heye ku hevalên me yên Navenda PENa KURD jî wekî me destûr dayina
komaleyê bi îhtîmal nedidîtin. 6.
Di pêy damezrandinê re Serokê me beriya PENa KURD rasterast bi daxûyanîyekê
re serî li PENa Navneteweyî xist. Mîna ku em PENa KURD bi tiþtekî
nehesibînin! Hinek
kêmanî hene, ku nayên duristkirin. Jê veger jî nabe. Lê ji gelekên
wan mirov dikare vegere. Helwesta hemdemî jî ev e. Em
li ser navê “PEN” ê bibûn gasip, me bê destûr nav li xwe kiribû.
Ger bixwasta, ku hîn jî bixwazin dikarin di demeke gelek kurt de, di yek
celseyê de, biryara qedexebûnê bigirin. Lewra gasip bûn li me, li nivîskaran,
li hukuknasan; li mazlûman nakeve. Me
dikaribû ev pirsgirêk çareser bikira û me xebata xwe bi hevre bidomanda.
Ger armanc bi rastî jî bi ziman û çanda xwe “afirandin” bûya, pêwîst
bû em li pirsgirêkên þiklî nexerikiyana. Gelo hevalên me yê Navenda
PENa KURD kî ne? Xebatên wan ji bo kê ne? Lewra
me dikaribû, em navê xwe vegûherin, bikin tiþteke din. Ji bo me pêwîstî
ne nav lê beriya nav “sazîyek” bi rêk û pêk, bi nav û nasname, bi
xebat û bi dilsozîyê hebû. Ya na “PEN” ê bi serê xwe gulik û rêþî
bi me ve nedikirin/nekir jî! Lewra
di dema serokatiya min de, me di rêvebiriyê de, bi yekdengî
– beyî mûxalefet – biryara kongereya awarte wergirt. Lê di
kongreyê de me hew dît, ku du hevalkên me yên xwediyên îmzeyan di lîsteya
nû de cih girtine û gelek hevalên ku me bi rêya telefonê îcazeta wan
girtibû, yan rengê dengê xwe gûherîn yan jî nehatin salonê. PENa
KURD a li Amedê, hîn jî nikare bi navê xwe daxûyanîyekê jî bide.
Nasnameyekê amade bike. Kovarekê derbixe!.. Gelo
ma mafê me bi tenê heye? Mafê sazîyeke têkoþer, bi emrê xwe dora sed
salî û li sed welatî li sed û sîh sazîyê de sazûmankirî, bê maf
e?! Mêzîna edalata me ev e!..” Ev
nivîs di malpera Navenda PENa KURD de di beþa “Gotarên Nivîskaran “
de ye. Ji
ber van rastiya mirov dikare bi hêsanî bibêje ku hem bila kes xwe mazlûm
nîþan nede, hem jî bila kêmfahmiya xwe li ser navê Gelê Kurd nedin
nivisandin. Çil
mîlyon Kurd ne kêm in. Yê ku li ser navê wan kêm dilivin, bi rêya rêxneyên
bê ciddîyet, bê rêya xelatên ne xelat, û gasibin ew kêm in! Pêþiya
bele sebep ne gotine, qûn bi paçan gir nabin!.. Ez
ê careke din vegerim ser nivîsa xwe ya bi navê “Bersivek Mecbûrî û Pîrozbahî”
yê. “…Di
nivîsarê de, Birêz Zozanî bi awayekî biçûkdîtî, bi awayekî
psikolojiya mirovên sipî, navên fermî, “Navenda PENa KURD” nabêje,
di dêleva wê de dibêje, PEN’a Kurd a Penaber”. Bêþik ev ne ji nezanînê
ye. Bi ya min, qe nebe, ji bo vê meseleyê leborînxwestinek deynê wî ye.
Di dawîya nameyê de hîn zimanekî giran bi kar tîne. Mîna; “Li
mizgeftê misilman li dêrê xiristiyanî ne helwesta nivîskariyê ye.
Mirovên xwenas an tif nakin an jî dema tif kirin tifa xwe naalîsin.”
Van gotinên ku qet û qet li nivîskaran nakeve, wê çawa bête þirove
kirin? Birêz Zozanî û hevalên wî yên xwedî destnîþan,
mîna heya nûha dibêjin “Me çêkir û bû!..” Na! Nabe! Bi ya min, ji ber gelek sedeman nabe. Hem “çar parçe
bûn”, hem asta Baþûr, hem jî ji ber keda hevalên “penaber” ên
donzdeh - sêzdeh salan û hem jî ji ber “kamilbûna sazbûyînê”
nabe. Lê xwediyê nivîsarê û xwedîyê îmzeya “Charter”a PEN ê,
mîna ku di kongreya awarte de hate bilêv kirin “têdikoþin!”. Bi ya min ev tekoþîn, li cihekî xelet, di demeke xelet û bi nîyeteke
xelet tê kirin. Û ev xeletiyana, çawa heya nûha xisar daye Niviskarên
Bakurî, Amed û pênûsê, wê ji vira þûnde jî bide hemû nivîskarên
Kurd. Mîna yextiyarên me dibêjin; em nemirin em ê bibinîn!.. Hey em tev
bi hev re namirin!.. Di encamê de hevalên ku Charther îmze kirine, dikarin xwe bipesnînin,
dikarin recûyê ji xwe bikin, lewra ez wan ji ber vê yekê pîroz dikim ku
saziyek mîna PEN a Navneteweyî ku Kurd bi her awayî “wekhev”ên ziman
û wêjeya dinyayê têne qebûlkirin, bi destê xwe dikin/kirin qada nakokî
û þerên Kurdan. Bila bête zanîn ku hemû berpirsiyarî li milê hevalên xwediyê
îmzeyên bê wext û ne rewa ye.” Bila
Edip Polat bi xwe kêf bike, ku di qadek navneteweyî de, qada ku Kurd li wê
rê bi her awayî wekhevin, bi hewlek vikî vala li ber nivîskarên Kurd bû
tekoþerek aloziyê! Bila hinê li destê xwe ke! 04.07.2006
Sedat Yurtdaþ
Endamê Navenda PENa Kurd
Berpirsiyarê Komîteya Aþitiyê
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org