Çavdêrî Ji Festîvala Duhokê

 

Sedat Yurtdaþ

            Di mêjûya 22-24 Rezber 2005an de, ji Amedê, li gel gellek nivîskar û helbestvanan, di nava rojên dawî de, ez jî lê mîna endamê “Navenda PENa KURD”, mêvanê “Festîwala Duhokê ya Rewþenbîrî 1.” bûm.

            Festîval din bin çavdêriya Parêzgerîya Duhokê, lê ji alîyê Yekitîya Nivîskarên Kurd Tayê Duhokê ve hate lidarxistin.

Nik her çar parçeyên Kurdistanê, ji gellek welatan din yê dinyayê jî nivîskar, lêkolîner, helbestvan, dîroknas, civaknas û rewþenbîr hatibûn. Tevlî mazûvanan hejmar di ser du sed kesî re hebû.

Di festîvalê de li ser gellek mijaran hate axaftin û nîqaþkirin. Destpêka edebiyata Kurdî, ciwankariya toreyî, rewþa zimanê Kurdî, rola wêjeyê, hevoka navîdêr, rola folklorê, helbest a klasîk, standardbûn û paþeroja zimanê Kurdî, Dimilkî an Zazakî û dîroka novelê ji vana bi tenê hinek mijar bûn. Min li ser navê xwe, gellek sûd jê wergirt. Lewre ji hemû axaftvan û helbestvanan re sipasdarim.

Bi rastî jî camêran gellek qedrê me girtin û em bi dilê xwe ezimandin. Hîn ji þeva ewûlî, bi daweta Birêz Temer Remezan re ev ezimandin a giran û xweþik destpêkir û heta roja dawîn bi gerrîna herêma Berwarî û Barzan re berdewam kir. Heyf mixabin wexta min bi xwe tunne bû ku ez bikaribim qe nebe roja dawiyê tevlî wan bibim biçim seyranê, an jê zêdetir mîna hinek hevalan, xasimo yên ku ji dûr ve hatî, bikaribim hefteyek an deh rojekê li wir bimînim.

Di festîvalê de bi tenê axaftina wêjenas, helbestvan, dîroknas û civaknasan tunne bû. Li nik wan Serokê Herêma Kurdistan Birêz Mesud Barzanî jî roja duwemîn piþtî nîvro tevlî civînê bû û axaftinek gellek dirêj û watedar kir. Di axaftina xwe ya têr û tije û balkêþ de gellek tiþtên di cih de yek bi yek rêz kir.

Girîngiya zimên û dewlemendiya ferhengê, zana feylesof û hozanvanên mezin, tekoþîna wekheviya Kurdî û Erebî, millet bûn, mafê serxwebûnê, têkçûna peymanên Çaldiran, Sadabad an Cezayîr, ne þerê milletên cîran þerê Hukûmetên wan ên neheq, diyalog xwestin, þanaziya þoreþ û xebat ê, di tekoþînê de bêyî teror beyî teqandina bombayên li caddeyan,   bêyî þerê xilafî kanûnî, li ser erdê xwe, xwe parastin, destûr û di pêy Helepçe û Enfalan nerîna paþeroja Kurdistan a Azad ya Federal…

Bawer dikim axaftin wî, wê mîna ku heya nûha çawa li gellek rojnameyên Tirkiyê cih girt, wê welê jî, ji vira þûnde li gellek cihan û bi gellek aliyên xwe ve bi erênî cih bigire. Bi ya min tê de bi zimanekî gellek sade û herikbar nerînên ji dil, yên li ser Kurd û Kurdistan ê û li ser paþeroja Rojhelat a Navîn hebûn.

Belê di wê axaftin û seknê de, ji aliyê sîyasetê ve, di eyarê xwe de hilnehatin hebû. Hiþmendiyek Kurdistanî û bangawaziya li hemû kesên ku xwe Kurd dihesibînin hebû.

Di rastîya xwe de jî, bi qasî ku ev sê care ez Kurdistan a Iraqê dibînim… Care yekemîn di sala 1993an de em mîna heyetek ê tevlî Kongreya PDK bûbûn. Cara duwemîn tevlî Navenda PENa KURD me gerrînek li Kurdistan a Azad kiribû, ku di derbarê wê gerrînê de nivîsara min hîn di malpera PENa KURD de heye. Ya sêyemîn jî vê ya dawîyê…

Kurdistan a Federal an Iraq, bêguman bi hêzek xurt diguhere. 1993an de bi hemû wateya gotinê nan tunne bû. Çar meh berê gellek tiþt pêþte diçû, lê di ya dawîn de min seh kir ku roj bi roj û di her warî de pêþteçûnek gellek berbiçav heye.

Di warê aborî, çand, perwerdehî, televîzyon, rojname, kovar, pirtûk, avahî, bajar û her tiþtên heyî. Ji van xalan tê te xwuya kirin ku di dema Saddam û di beriya Saddam de desthilatdarên Ereb tu li Kurd û Kurdistanê ji ber sedemê ku ne razin, nenêrîne. Lewre Birêz Barzanî di axaftina xwe de hêzin hevpeyman mîna hêzên “rizgarker” dinirxand.

Min bixwe, roja duwemîn di rûniþtina yekemîn de mîna rêvebirê rûniþtinê mafê axaftinê berê da xwe û hinek têbinî yên xwe ku li jêrin anîn zimên.

1.Li Kurdistan a Tirkîyê, îhtîmalek mezin di pêy 3 Kewçêr ê (Çirî) re rewþek hîn nexweþtirîn carek e din destpê bike. Kanuna li dijî terorê ji bona Kurdan ji nû ve bête qebûlkirin û destkeftiyên di nava van deh panzdeh salên dawî –yê Kurd û demokrasîxwazên Tirkiyê- di yek guhertinekê de ji dest biçe.

2.Belê. Mina ku duhî jî hate bilêvkirin, kursên zimanê Kurdî hatin e girtin. Bêþik sebebek girtina kursan alaqeya kêm bû, lê li gel wî sedemî, bersiv nedayin bû. Lewre pewîstiya gelê Kurd ne bi kursan, bi zimanê dayika xwe perwerdebûn ê heye.

3.Çi rewþenbîr û nivîskarên Baþûrî çi yên Bakurî bareke giran li ser milê me ye. Qonaxa edebiyat a dinyayê û ya em bibêjin gelên cîran Ereb, Faris û Tirk bilind e. Em xwediyê zimanê qedexekirî,þûndemyî bêyî gazinên moralkûj, pêwîste ku hewlek mezin bidene xwe û di her warê wêjeyê de berhemên girîng biafirînin. Êdî bawer dikim li nav Kurdên Bakurî jî masûmiyeta nivîsandin a bi zimanê Kurdî nema.

Astekê divê, xweþikahiyek, estetîkek divê.

4.Acizî û nerazîbûna rewþenbîr û gelê Tirk ya li ber Kurdan îro ji her demî bêhtir, bi gelek tewrî xwe dida xuyakirin. Welê tête gotin ku ji bo paþeroja dewleta Tirkîyê, diruþmeyên mîna “biratiya gelan” jî, ji dujminahiyên herî mezin e. Lewre eþkere dinivîsin ku “Kurdên herî baþ, Kurdê bibêje ez Tirkim, ew e!”

5.Li gel van þert û mercên ku jiyana me ya bi Tirkî honandî, gelek kes mîna mîsyoneran bi destura we ez jî xwe tevlî wan dihesibînim, bi Kurdî dinivîsin. Kevanekê vekim. Pirtûka min a çîrokan ya duwemîn di çapê de ye.

6.Bawer dikim ev bihevrebûna, Ji Qoserê, ji Batmanê, ji Amedê û Duhoka Rengîn an Dasinîyan wê roj bi roj zêdetir bibe ku ev birastî jî sînorên nava Kurdan bi pênûs û bi berheman hildiweþîne.

Belê þert û derfetên we bi Parlamento, Hukumet, Qanuna bingehîn û bi Serokkomar û Serokê Herêm ê ve berbiçav e. Lê ji aliyê din, hezeke nivîsîn ê ,bi ya min pirr û pirr xurt di nav Kurdên Bakur de roj bi roj geþ dibe.

Lewre divê hubra pênûsên me dil bi dil bi hevre bilind bibin. Ev hilbîrîn, afirandin û bilindahî bêþik, ne bi tenê bi mijar û hiþmendiya xwe ve, bi esasê xwe li ser zimanê Kurdî be.

Bêþik sedsala 21ê çi Baþûr çi Bakur yê Kurdan e.”

(…)

Li festîvala Duhok ê ya Dasinîyan an Rengîn de, ne bi tenê bernameyên rojê, dema helbest xwendin ên êvaran jî bi coþ derbas dibûn. Ji tiþtên balkêþ yek jî, pirrbûna hejmara jinên helbestvan yên Baþûrî û di helbestê de bêsînorbûn a nivîsandin û di rengê tîyatroyê de xwendin ên wan bû.

Di encamê de, bêguman dikarim bibêjim ku “Peyva Kurdî Sînor Nasnekirin!..”

30 Rezber 2005  syurtdas@yahoo.com

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org