Çilk-3

 Sedat YURTDAÞ

 

Çilk

Çilkek...

Çilkek av.

Mîna çilkek av î!..

Mirov qêmîþ nabe ku li te mêzeke.

(Lê hêvî dikim tu qilêr nebî. Tu her dem biherikî. Av; ava pak, ava dawerivî ji te bizê. Pêþî, paþî, jêr, jor û kêlek li te neyêne girtin. Tu di nava xwe de nefetisî, negevizî. Serbilind bî. Bêhn li te teng nebe. Tu nekevî bêhntengîyê û bêhn nekeve te! Ji bêhna genî kûrm pêyda nebin li te. Canê te her û her pak, zelal û birqokî bimîne)

Mirov newêre. Newêre ku rasta rast çavên xwe bikûte ser te. Mirov ji Xwedê taqet nake! Taqet nake ku li rû yê te, li çavên te, li dev û diranên te, hinarok û xemzên te; birû û bijang, bisk û fîlik, hûstî û gerdan, sîng û navteng, dest û tilî, bejin û bala te...

Li piþirîna te.

Li kennê te.

Rêveçûna te.

Asîka te.

Lê lê cihên ku tu lê dimeþî; xweþikîya pahnîya te, dewsa lingên te... Lingên te yên ku di herrî yê û di xîzê de þuna xwe ya ramûsanan dihêlin...

Lingên te yên ku di peravên çeman de, di çêra deþt û zozanan de, lingên te yê ku di rohnîya çavan de, di nava dilan de þopan; þopên perestgeh dihêlin…

Hemû hewla mirov jî têr nakê, ku mirov li bal te bikaribe li ser xwe, li pîya bisekine. Xûzê piþta xwe dernexe. Nemiçiqe. Xwe nespêre cihekî, an jî ji yekî, ji tiþtekî qewetê negire.  

Ev bê adeletî; ev neheqî ye! Ev zilm e; ev çavsorîyek rindîtîyê ye.

Lê ev cudatî ye jî. Cudatîyek xweþ. Cudatîyek þêrîn. Cudatîyek kwîr, rengîn, nejibîrbûyî…

Ev dilfirehî; ev dayîn e. Dayînek bêhempa. Numûneyek sedan sala. Ev delîlek e. Îspatek… Îspata xwezayê. Îspata gîyana gerdûnî. Lewra kareke nexþîn e. Kareke dûrî aqil û fikrên mirovan. Kareke, ku têgihiþtinan disekinîn e. Mirov ji dilqekê dike dilqeke din..  

Lewra…

Lewra, bila bi dê û bavan, bila bi xwiþk û birayan; bila bi xwazayê, bila bi Xwedê jî giran ne yê! Û bila tu kesek jî nebêje, ku me jî zarok û me jî keç anîne din ê. Qîzên me, bûkên me, xwûþkên me; yê xweþik û delal yê xas û nazenîn hene!

Ne bi tenê keçên waxtbûhûrî, bila keçên xort û xama, nûgihîþtî jî nebêjin; “Ma çîyê  me, ji wê kêm e? Em jî bi têra xwe xweþik, taze û har û dînîn!” û xwe nedine ber wê. Bi wê re nekevine pêþbazîyê. Pêþbazîya ku ji serî de wenda kirine!.. Hûn jê re mizgîn in. Hûn jê re xelata hatinê ne!..

Bila zilam û xort û xortonek jî, di rê ya xwe de herin. Ji bo aramîya xwe. Ji bo jixwerazîbûna xwe, ji bo tenduristîya gîyan û hebûna xwe. Bila xwe nexine nava karên bêkêr û nebiserketî. Bila serê xwe nexine belayê. Bila tew li der dora xwe jî mêze nekin. Serê xwe ji ber xwe ranekin. Bila jixwe, ji heyînên xwe, -her çi hebe- jê xweþhal bin.

Bila birevin. Dûr bikevin. Ji belayê. Ji tofanê. Ji tofana giran, zindî û reþ-reþ. Xwe ji bêtara bistirînin. Bêtarên beyî dahfkirin.

Bila bi guh û çavên xwe de perdeyan bikþînin. Bila, ji bo wan ew tûnne be! Nehatî be. Gotgotek; qulqulikek, nerastek, derewek bêbinî; xewnek be. Ku jîyana wan her û her bê tam nemîne. Ji yarên xwe, ji berdilkên xwe, ji destgirtî; ji hezkirî yên xwe sar nebin. Ji wan dûr nekevin, nerevin; gêj nebin. Heþên wan belawela nebe! Nebin gazinde; evîndarên bê hêvî û pergende.

Lewra, yek carekê jî çavên mirov lê bikeve. Mirov di cihê rihet û hêsan de, dikare ji rê ya xwe ya ku pirr û pirr jê ewle jî, jê derkeve.

Xwendina xwe,

Nivisîna xwe,

Livîna xwe,

Jiberkirîyên xwe þaþ bike.

Bibe kesek nekêrhatî; gêjik, paþpêþkî.

Mirov di yek dîtinekê de, di bêhnekê de, di çav çimandinekê de, dikare dev ji olekî berde û bibe oldarek olek din.

Mîna ku bê wê olê tu ol nasnekirî be!

Xwe winda bike. Li ber nas û nenasan an li ber Xwedê bibe serhildirek; asêyek, dînek, dîwaneyek, terkîsela, parçeyek...

Mecnun, ji “Çilk”ê þûn de, ji her dem bêhtir fêhm dikim.

Têdigihêm ku Ferhad çima çiyayek kiriye wekî serrad ê!

Lê ji Çilkê þûn de!

Zîn çima, bê þik û bi aramî, mîna tasek ava kahnîya Dicle’yê hênik, þûþeya jahrê bi ser xwe de kiriye.

Lê ji Çilk ê þûn de.

Min gotibû “Çilk”…

Çilkek av...

Mîna çilkek av î…

Lewra, min mîna pinpinîngên bidine pêy mirina xwe, bidine pêy agirê bi heft avan neþûþtî! Xwe li êgir bigire û bifûre.

Bi berve te hatim.

Bi berve te têm.

Nizanim. Tiþtên ku ez dizanim, ez bi rastî jî nizanim.

Tu çi kesî?

Tu ji kî derê hatî?

Çima li min xwûya bûyî?

Armanca te çîye?

Tunê çi bînî serê min?

Ez bê te bimînim, ez ê bibime çi?

Bê te bûm, lê bi te me.  Ne li nik te, lê li pêy te me.

Ez bê guneh bûm. Dimeþîyam.

Rastî te hatim gunehbarim.

Dikim ku bimeþim.

Lê na! Ez ketîyê nerîna te; hêsîrê çavên te, girtîyê piþtderîyê bijangê te me. Ez windayê nava porê te me. Heyran ê te me. Kurbanê ber kêra te; evîndar ê te me. Girtî yê te; bendî yê te; dîlê te me.

Lê ez êdî dizanim. Ev rindî, ev delalî, ev nazenînî, ev kwîrahî, ev þîrînahî, ev dirêjahîya ber bi ezmanan, ev pakîya dûrî dîtinan, ev tije eþqîya dîn û har ne yê zarokên “benî adem”in.

Ev sosretek e. Ev nîþanek e. Leyistikek e. Xaçepirsek e. 

Nefîlîm…

Ev bûyerek bervajîya çavdêrendera ye!

Ev îmtihana ji me çêtira ye.

Ev ezabek vê dinyê ye.

Ev derbek e, qetilek e, heyfgirtinek e.

Têdigihêm.

Têderdixim.

Vediçirim.

Tu ji jor hatî.

Ji welatê jorin.

Ji ramaxên jorin.

Ji nik kesên jorin.

Bi peyvirek jorin.

Bi hesttenikîyek jorin.

Bi baldarîyek jorin.

Bi rehetîyek jorin.

Ev destgirtinek, ev ramûsanek, ev hembêzkirinek, ev yekbûnek, ev helînek ev firînek jorin bû.

Bibêjim bisekine.

An bibêjim oxir be! Lê ziman li min nagere! 

Min destê wê maçî kir.

Ez li ser xwe bûm.

Tilîkên wê. Zenda wê. Enîþka wê maçî kir.

Hîn hay jixwe hebûm.

Min çenga wê, pozê wê, herdû kenarên lêvên wê maçî kir.

Rûh ji min neçûbû.

Min qirrika wê, sînga wê, navika wê maçî kir. Ez di daristanekê de winda bûm.

Roj li min gerrîya. Berê hîv bi rojê hate girtin. Tarî bû. Dûra roj bi hîvê re hate girtin; tarî bû. Hîv û roj bi hevre hetine girtin, nizanim çawa diqewûme lê tari; reþ reþ reþ mîna tenîyê tarî bû...

Tu lêdana tenekeyan, lêdana fer û fol û defan fêde nekir. Qêrîna zarôk û jinan, helahela mêran, teqîna damençe û tifingan fêde nekir. 

Ez hîn jî winda me.

Ne þeva min þev e; êdî ne roj a min roj. Ne meha min meh; ne sala min sal... Ne serê min ser ê mirovekî, ne jî dilê min dilê evdekî!...

Mîna Pirtuka Hanokê de, lê berevajî nivisandî be;

Ew hat û ew çû.  Aw a hat û aw a çû.

Mêjî û sewda û hezkirina jîyan ê jî pê re çû.

Çav ên min li çavên hûngûvîn ketin.

Zeman û hebûn û sal û dewran pê re çû.

Berve welat û war û mal ên jor ve çû.

Ji jor de hat û ber ve jor çû!..

Berevajî nefîlimek… Çû û çû.

Ser hev çû.

Birîndarek,

Nexweþek,

Bersekratîyek,

Nîvmirîyek; mirîyek li þûn xwe de hiþt û çû.

Ne veþart; li rasta hanê hiþt û çû.

Kûþt û nekûþt di þunde hiþt û çû.

Ditirsim ez êdî mirîyek bim. Di ber gundekî de. Li ser kendalek þilf û rût.

Di nava goristaneke bênav.

Bêyî kevirên xwaro maro, beyî xillikên ji hevdaketî û bêyî herrîya belavbûyî ne li ser me û ne li dor me tiþtek heye.

Gundeke vala.

Hîn car caran dûxanek reþ bi tevlî bêhna goþtên þewûtî bi ser dikeve. Berê dengê meleyê gund, dû re dengê zar û kar û berx û mirîþk û kûçikan, dû re dû re xort û keç û mêrên gund ji guhên me kêm bûn. Em ne ji sermê ne ji germê û ne jî ji baran û berfê qimitîn. Em ji bêdengîyê, ji tenetîyê qimitîn.

Min mirinek welê nedivîya. Min tirbeyek çêkirî jî nedixwest; lê goristanek wanî devjêberdayî jî min nexwestibû.

Wê sal û dewran derbas bibin.

Wê mar û dûpiþk jî ji me dev bedrin. Lê ez bixwe dizanim. Ezê hîn jî ne ji wê û ne jî ji ya xwe werim xwar!.. 02 Rêzber 2003 syurtdas@yahoo.com

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org