|
Di
Civîna Bledê de Helbesta Kurdî Deng Veda! Sedat Yurtdaþ
Civîna
PENa Navneteweyî Komîteya Aþitiyê û 38. Civîna PENa Navneteweyî li
Bled a Slovenya yê di 29 Adar 2006 Saet:15:00an de destpêkir.
Bled: Bajarekî biçûk, þêrîn û xweþik e. Di nava çiyan de li
ber golê bi dar û ber e û bi xweþikî jî ava bûye. Civîna PENa Navnetewî ya Komîteya Aþitiyê di 29
Adar 2006 Saet:15:00an de destpêkir.
Serokê PENa Navnetewî, Jiri Gruþa û
Xanima Gruþa
Sekretera PENa Navnetewî Joanne Leedom
Ackermann
Cîgirê Serýkê PENa Navnetewî Boris A.
Nova
Endamê rêveberiya PENa Navnetewî Veno
Taufer û Xanima Taufer Cîgirê
Serýkê PENa Navnetewî Kjell Olaf Jensen Rêvebira
PENa Navnetewî Caroline Whitaker Endamâ
Rêvebiriya PENa Navnetewî Sibila Petlevski Ji
welatan… Arjantîn:
Vlady Kociancich, Bosnia:Hanifa Kapidziç, Hýrvat:Mikro Mirkoviç, Nikica
Petrak, Finlandia: Anni Sumari, Fransa: Philippe Pujas, Elman: Gisela Kraft,
Yewnan: Anastasis Vistonitis, Macar:Zsofia Dobozy, Ýtalya: Patrizia
Vascotto Kurdish Centre: Sedat Yurtdaþ, Makedonia:Maja Bojadzievska, Noweç/Kongo:
Rais Neza Boneza, Portekiz: Teresa Salema, Casimiro de Brito, Romanya:
Gabriela Adameþteanu, Rusya: Grigory Kruzhkov, Slovak: Andrei Reiner,
Gustav Murin, Swîsre yên koçber: Zeki Ergas, Swêd: Terry Carlbom, Ýtalya
û Reto Roman: Franca Tiberto, Tirieste: Octavia Prenz û Xanima Prenz,
Antonio Della Rocca, Turkiye: Gülsüm Cengiz, Niviskarên surgûn ên Emrîkî:
Elisabeth Csicsery-Ronay Slovenî:
Tone Peršak, Vice-President: Ivo Frbežar, Secretary: Barbara Korun, Members
of the Board: Andrej Blatnik, France Bučar, Goran Gluvić,
Peter Kovačič Peršin, Marjan Strojan, Igor Škamperle û 20 nivîskar,
hunermend û rewþenbîrê Slovenî beþdar bûn.
Hotel Golf:Cihê cîvîn pêk hat. Di
civîna roja pêþin de, li ser helwesta Serokkomarê Rusyayê Putîn, ku
xebata PENa Rûs daye seknandin hate rawestandin. PENa
Tirkîye yê yek bi nivîskî; PENa Tirkiyê dixwaze di Sermawez a 2007an de
li Stenbolê bi navê “Civîna Nivîskarên Deryaya Sipî lidar bixe. Dudo
û bi gotinkî, li ser navê Komiteya Aþityê ya PENa Navnetewî,
Antolojiyek Helbestên Aþitiyê amade bike, çap bike. Min
jî bala wan kiþand ser pirsgirêka Kurdî û behsa bûyêrên dawî yê li
Amedê kir. Ku, hemû axaftina min ji nûha de kete nava belgeyên Konferansê,
li jê re. Veno
Taufer ji serokatiya Komiteya Aþitiyê dev berda û di þûna wî de bi
hilbijartin Edward Kovaç bû Serok û Veno Taufer jî bû Serokê dûwemîn.
Hemû
Biryarên pêþniyariyan man Civîna Berlîn ê ya Rêvebirya PENa
Navneteweyî.
Di
roja duwemîn beriya nîvro de, li ser “Galobalîzm û marjînaliya Wêje
yê” gelek gotar hatin xwendin û li ser hate nîqaþ kirin. Nîvrokî
em bûn mêvanê Serok Dewletê Sloveniayê Birêz Dr.
Janez Drnovšek, lý
Kela Brdo
ê.
Min
Xwe mîna Kurdistaniyekî Nivîskar, Amedî û endamê Navenda PENa Kurd xwe
da nasîn. Kêfxweþiya xwe got u me navroj li Kela Brdo xwar û vexwar. Êvarê
jî helbest hatine xwendin. Min xwe berê ji bo helbestan amade nekiþribû,
lê ji bo ku deng, sewt û rengî helbestz zimanê Kurdî kêm nemîne di
gava dawîn de ji Helbestvanê mezin ji Cîgerxwîn, Xabûrê û Gulfiroþ
xwend. “GULFIROÞ Pir gelek þa bûm, gul bi dil didî.
Di pêy xwendin û bi dawî bûna helbest
xwendin ê re gelek helbestvanan ez ji bo deng, sewt û rengê Kurdî pîroz
kirim. Gelekên wan xwe b imin dane nasîn û hinekên wan haya wan ji Festîwala
Edebiyatê ya Amedê hebû û xwestin ku di pêþte werin vexwendin.
Sibê jî, ez ê axaftina xwe ya li jêr bikim.
Aþitîya
Kurd û Rojhelat a Navîn
Gelî beþdar û mêvanên hêja; Ez
bi serbilindî, li ser navê Komîteya Aþitiyê ya Navenda PENa Kurd ji
Amedê (Diyarbekir) ji Tirkiyê beþdarî vê civîna ast bilind dibim. Navenda
me, di sala 1988an de bi dengdana hemû beþdarên PENa Navnetewî ve hatiye
qebûl kirin û di sala 1990î de jî li bajarê Kolna Elmanya yê
dest bi xebatên xwe kiriye. Ji
wê rojê û heta beriya her tiþtî îro jî li hember binpêkirina ramana
û vegotina azad tekoþîn da. Ji bo pirrengiya çandî û pêþveçûna
ziman, wêje û çanda Kurd
di nav rewþenbîr, raya giþtî
ya cîhanê û li Kurdistanê xebatên
xwe meþand/dimeþîne. Bawer
dikim ev agahdariya kurt jî þaþwaziyekê çê dike. Ji ber ku tê zanîn
bi deh mîlyonan Kurd li Rojhelata Navîn mîna gelekî qedîm her û her
dijîn û di dirêjahiya hezaran salan de jî, li ser çand û hûnera herêm
û dinyayê de tesîrên xwe yê bi nirx hiþtine. Îro jî li her diwarê
þikeftan û her girê ku derdikeve holê de ji wan nîþanan dîtin gengaz
e. Kurd
îro jî di nava sînorên çar, -tevlî Erminastan û Azarbeycanê ji bijmêrên
ji pêncan zêdetir- dewletan de, jîyana xwe didomînin. Di eynî waxtê
de, bi giranî li Ewropa’yê hinek jî li Emrika û Awustraliya’yê ve
dora mîlyonekî nifûsa Kurd li Diyaya’yê belav bûne. Bi
rastî jî Kurd bi sedan salan li êþ û azar, mirin û koçberî, qetlîam
û binpêkirin a mafên herî însanî ve rû bi rû mane. Mafên wan ên
jiyanê, mafên bi zimanê zikmakî peyvînê, perwerdebûnê, bi rêxistinbûn,
xwe temsîl kirin û xwe birêvebirinê nehatiye qebûl kirin û her caran
ku Kurdan maf û azadiya xwe xwestine, li êrîþên devletên desthilatdar
ve hatine. Trajediya
gelê Kurd di dîrokê de gelek kûr e. Lê Kurd herî zêde mîna gelek gelên
bindest, di sedsala çûyî, ya bîstan de li zor zulm û li neheqîyan rast
hatine. Beyî îradeya wan, beyî ku ji wan bête pirsîn, di nav çar
deweletan de erdnîgariya wan hatiye dabeþ kirin. Lewre ji wê demê heya
îro Kurd di nava her dewletî de tekoþîna maf û azdiyên xwe didin. Lê
bedêlên maf û azadiyan her giran bûye, dibe. Îro
jî dema em li rewþê dinêrên çawa ku li hemû dinyayê guhertinek û pêþveçûnek
heye, welê jî li Rojhelat a Navîn guhertin û pêþveçûn heye. Lê hêzên
statukoparêz, bi êrîþên cûrbecûr dixwazin pêþî li hember guhertin
û pêþveçûnan bigirin. *Ji
demeke vir ve Iran, li herêma Kurdistanê li rex “Mihafizên Þoreþ”e
di amadetiya þiyandina sed hezar leþgerên din e. Dîsa êrîþên ku li
Mako’yê rê li kuþtina 8 kesan vekir mîna helwestek ji rêzê derdikeve
holê. *Rêvebirîya
Sûrîyê, çawa ku di Adar a 2004an de bi destên hêzên ewlekariyê, bû
sedemê kuþtina bi dehan Kurdî, welê jî ji bo berdewama rejima xwe ya
otoriter, 300-350 hezar Kurdî îro jî bê hemwelatîbûn dihêle. *Kurdên
Kurdistana Iraqê ve dora 10 salane ku bi aramî aramî, di nava peþveçûnek
insanî û civakî de ne. Heyf mixabin îro jî beþên dewletê yên din de
mirin, qeliam, teqîn û alozî berdewam e. Hêvîya me bi maf û azadiyên
xwe ve tevlî Kurdan hemû gelên Iraqê jiyanek bi rûmet bidomînin. Di
sala 2005an de mîna þandeyekî Navende PENa Kurd du caran li Kurtdistan a
Iraqê bûme mêvan. Min heman dever di sala 1993an de jî dîtibû. Aþkera
bû ku, Kurd gelekî ketine rewþeke erênî. Hemû herêm mîna þatiyayekî
bû. Glekek sazî û ji nûve avakirin berbiçav derdiket. Êdî di gelek
warên de, perwerdebûn, ziman, çand û di warê weje yê de astengî yên
dema berê, Saddam û ji hevparên wî nemaye. Hêvî dikim di demên pêþte
ev derfetana, di warê hûner û wejeyê de bibe sedêmê afirindani a
berhemên heja û bi rêya wan berheman çand û wêje ya Kurd cihê xwe yê
heqkirî wê di nava wejeya herêm
û ya dinya yê de bigire. Bê
þik wêje, xweþikahiya dinyayê û biserketina însên e. Afirandin a
dinyayên nû jîyanên nû ye. Lê,
ez li Türkiyê dijîm. Li gorî hinek çavkaniyan 10-15 li gorî hinekan jî
20-25 mîlyon Kurd di Tirkiyê dijîn. Îstatîstîkek ras mixabin tunne ye.
Bawer dikim gelekên we dizanin, lê dîsa jî dixwazim bi kurtasî bibîr bînim,
ku Kurd heya çend salan berê yekser tunne dihatin qebûl kirin. Pêþte
ajotina hebûna wan jî sûceke ciddî bû. Ji ber vê yekê bi hezaran kes
hatin kuþtin, bi hezaran gund hate vala kirin bi mîlyonan însan jî hatin
koçber kirin. Ziman, perwerdehî, pirtûk, rojname, weþana radyo û televîzyonan
li hêlekê bimîne, axaftin jî bi qanûnan hatibû qedexe kirin. Lewre çand
û hûnera Kurdî ya nivîskî ya di nava Tirkiyê de, ne li gorî nifûs,
erdnîgarî û dîrok a me ye devkî ye. Îro
jî di gelek waran de qedexeyên, di rastiya xwe de tewþo mewþo, lê bi
awayekî israr tê ne meþandin. Hîn
jî li Tirkiyê zimanê Kurdî ne azad e! Elfabe
ya Kurdî ne azad e! Heye
ku ji we re mîna pêkenînê were, bikaranîna tîpên mîna “x”, “ê”,
“î”, “q” û “w” yê îro jî ne azad in Pêvajoya Yekîtîya
Ewropayê jî ev rewþ negûherti ye. Bi
dehan kes, ji ber bikaranîna “w” ya nav a “Newroz a we
pîroz be!” hatiye cezakirin û di derheqê Þarederê Mezin yên Amedê
de jî ji ber pîrozbahiya “Sersala we pîroz be”, ji ber bikaranîna
“w” yê lêpirsin dest pêkirî ye. Ji
aliyeke din îro jî di pêy þeþ salên bi aramî dibuhûrin temennî
nakim lê mîna bêdengiya berya þerekî germ xûya dike. Sedem aþkeraye
ku çaresernekirina pirsgirêka Kurdî ye. Di þûna aþitiyê de bikaranina
alavên þer in. Bê þik Kurd xwestina mafê xwe yên xwezayî; mafên çandî
de ji erd heya ezmîn mafdar in. Divê
êdî ev rewþa xerab bi dawî be. Ji bo biserketina wêje û hûnerê tu
astengî li ber ziman, elfabe, çanda Kurdî nemîne. Lewre
divê Konferans, ji bo aþitiyek mayinde û bi rûmet di nava Tirk û Kurdan
de bang li Hukumet û Dewlata Komara Tirk bike. Bi qasî girîngiya mijarê,
divê inisiyatîf bête girtin. Maf û azadiyên bê þiddet, bê teþvîka
þiddetê rê bi tevahî bête vekirin. Aþitiya di nava gelan wê bibe
bingeha afirinadina wêje yê Aþitiya
Kurdan û di nava gelên ku Kurd bi wan re dijîn wê bibe aþitiya
Rojhelata Navîn. Gelî beþdar û mêvanên hêja; Mîna ku hûn dizanin ji Amedê/Diyarbakirê
ji bajarê xweþ û qedîm a hezara salî têm. Diyarbekir bi dirêjahiya dîroke
ve hembêza xwe jig elek gel û dînan re vekirî ye. Ji Kurd, Ermen, Suryanî
û Yezîdîyên kul ê jîyane, bûye mal/welatê wan, ji vîya re dêr, camî
malên kevn kûçe û bedenên qedî ên Diyarbekirê þahidiyê dikin. Bi
van hestan ve ez careke din we di heman wextê de li ser navê bajarê xwe
vedixwînim, li ser navê gelê xwe yê ku ji dilê wî tê, parve dikim. Heye
ku ne bihîsti be, lê dema ez 28ê Adar 2006an de ji Diyarbekirê qetiyam
þûnde, 6 kes mirin 250 kes birîndar bûn, 130 kes hatine girtin. Bi dirêjahiya
rojan li hemû kolanan þer çêbû ye. Barikat çêbûne. Tîmên taybetî
û Hêzên Leþgerî ketine nava bajêr. Ev dîmen, dide xwûyakirin ku bê
çareseriya pirsgirêka Kurd teqîneyek civakî dide der. Ji bo aþitiyek
mayinde û bi rûmet hûn tev, em tev dikarin gelek tiþten bikin. Bi
wan hestan ji we re rêz û silavên xwe û Navenda PENa Kurd pêþkeþ
dikim. 02 Adar 2006
Sedat YURTDAÞ Endamê
Navenda PENa Kurd Berpirsiyarê Komiteya Aþitiyê
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org