|
|
SEDAT
YURTDAÞ
Germahiya
Global
 |
Ardil
diçû pola yekemîn.
Wê
sibehê jî, mîna her roj, bi cilên xwe yên pak û bi çentê xwe yê
sazkirî çû dibistanê. Tevlî hevalên xwe li rûniþteka (sireya)
xwe rûniþt.
Mamoste
ya wî, di dersa pêþin de qala germahiya global kir.
“Zarokno,
paþeroja dinyayê di xetereyê de ye. Karbondiyoksît çiqas tevlî
hewayê dibe, ewqas jî tesîra serayê li dinê dibe. Lewre di van
salên dawîn de:
Cemeda
qutban dihele. Baran li hinek cihan qet nabare û li hinek cihan jî dibe sedemên
lehiyan. Robar, çem û gol zuwa dibin.
Sewiya deryayan bilind dibe. Kîþwer diguhere, erdnigariya çolistanê
fireh dibe. Heþnayî kêm dibe.
Zad, fêkî sewze kêm dibe. Bi
vî þiklî here dê ji sedî çel zindîyên dinyayê li rûdinê nemînin.
Dê mîlyarek însan koçber bibe.” |
|
Hemû
xwendevanan, mamosteya xwe bi baldarî guhdarî dikirin. Hemûyan di
hiþê xwe de hevokên wê dinirxandin.
Ardil,
tiliya xwe bilind kir û bi dengekî xembar ji mamosteya xwe pirsî:
“Em
di karin çi bikin?”
Mamoste
biþirî û gote:
“Pirseke
gelk xweþ!
Divê
em avê zêde xerc nekin. Em zêde benzîn, mazot, komir an ezingan neþewutîn.
Avê belesebep nerijînin. Lampeyan bê pêwîstî vênexin. Mala xwe
jî derdorên xwe jî pak bigrin, qilêr nekin. Dev ji tiþtên luks
berdin. Gemariyên biveger cuda têxin poþetan.”
Ardil
careke din destê xwe blind kir. Mamosteya wî destûr dayê:
“Welleh
ger welê be, diya min kesek derdorparast e!” |
 |
Mamoste
keniya û lê kir. “Ez bawer dikim dê û bavê we hemûyan derdorparst
in. Lê divê hûn pir zêde bixebitin ku rêya çareseriyan bibînin. Çavkaniyên
enerjiyên alternatîf peyda bikin. Mîna germa rojê, mîna hêza bayê û
mîna barkêþiya tomarî.
Hêvî
hûn in. Hêvî xwendina we, xebata we û afirandina we ye!”
 |
Ardil,
û hemû hevalên wî, evarê li mal qala qermahiya global û çareseriyan
dikirin. Þîret didan malbatêm xwe.
Hinek
jê, bi vegotina wan xwendevanan piçûçik re hiþyar dibûn.
16
Tebax 2007 syurtdas@yahoo.com |
Navenda
Kitêb û Çanda
Zarokan a ASTRÝD LÝNDGREN
|
Li
Amedê, bi navê “Navenda
Kitêb û Çanda Zarokan a Astrid
Lindgren” ji 6ê Kewçêr 2006an vir ve di faaliyetê de ye.
Navend, bi alîkariya
Navenda Olof Palme ya Navneteweyî, SIDA, (Dezgeha alîkariya gel û
welatên paþdemayî ya Swêdê), Weqfa Kurdî ya Kulturî ya li
Stockholmê û Kooperatîfa Jinan a Ronahiya Hêviyê hatiye danîn.
Wezareta derve ya Swêdê, Balyozxaneya li Stenbolê û Enstîtuya Swêdê
(Svensk Institut) bi aktîfî di vê projeyê de amade bûne. Þaredariya
Kayapinarê jî di amadekirina avahiya Navendê, restorekirin û
avakirina derdorê de alîkariyeke hêja daye projeyê. |

|
 |
Navendê
heya nuha 29 neh pirtûk ser hev 130 hezar lib belav kirin e.
Nevand
ev demeke her hefteyê, nivîskar an helbestvanekî/e bi zimanê Kurdî
dinivîse dawet dike. Heya nûha Mîran Janbar Yildiz Çakar, Þeyhmus
Sefer, Bêrî Bihar beþdar bûne.
Îro
yanê 17 Tebax 2007 an de ez di navbera 11:00-12:00an de bêþdar bûm.
Ji bo min tecrûbeyek cûda bû. Hiþên zarokan tijî pirs bûn. Bersîv
bi tenê dibû sedemên pirsên dîtir.
“Tu
Kurdî kînga hîn bû?
“Tu
çawa bûyî nivîskar?”
“Nivîskarî
an wekîlî te bextewar dike?”
“Te
kengî dest bi nivisandinê kir?”
“Çi
ma dinivîsî?” |
“Bi
kîjan zimanan dizanî?”
“Te
kîjan welat dîne?”
“Çend
pirtûkê te hene?”
“Çima
bi Kurdî dinivîsînî?”
Ji
pirsên wan hinek bûn.
Her
yeka/î ku radibû berê xwe dida nasîn, nav û paþnavê xwe digot. Sîpan,
Azad, Bawer, Berîvan, Barýþ, Dîlan, Jîyan, Hêja, Ciwan û…
|
Her
yekê/î di derheqê malbata xwe de agahdariyên kin didan.
“Bavê
min jî diya min jî bi Kurdî dizanin lê car caran xeber didin.”
“Bavê
min bi Kurdî dizane, lê diya min nizane.”
“Ne
bavê min ne diya min bi Kurdî dizane. Lê ez li mal wan hînê Kurdî
dikim!..”
“Ez
mezin bibim ez ê jî bibim nivîskar”
“Ez
ê bibim astronot û ez ê solên bi klîma çêkim!”
“Ger
ji min bihata pirsîn min ê bigota, ‘Ez ji bo fikrê xwe bibêjim
dinivîsim!’”
Bi
tevan re hewesek mezin hebû. Ji ber vê yekê bêþik modelek e. Divê
li ser beriya siyasetmedaran pisporên perwerdebûyînê têkildar
bibin. Heyf mixabin yek navendek heye û proje bi tenê ji sê salan
lidar dikeve. Ger berdewamî hebe wê sûdek mezin jê were girtin. Hêvî
dikim navendên mîna wêrê dê zêde bibin. Li her bajarekî, her
navçeyekî li her taxakî, li her gundekî… |

|
Dê
zîyarete nivîskar û helbestvanên zimanê Kurdî bidome: Dilawer Zeraq, Sîdar
Jir, Lal Laleþ, Kawa Nemir, Arjen Arî, Mehmet Dicle, Hîlmî Akyol, Lorîn
S Doðan ji van an hinekin.
Du
xebatkarên navêndê yê bi qadro hene. Yê yek Mahmut Yürük, ku bîst
salan mamostetiya Zimanê Tirkî kiriye, ya din Nurþen Aslan ku Pispora
Gihandin a Zarokan e. Herdu jî mîna kesên ji dil wexta xwe, zanîn û
keda xwe li zarokan xerc dikin.
Li
gorî gotina wan gelek kesên ji dil jî tên û derin Nevendê. Ji alî din
Þaredariya Kayapinarê hemû xwestekên wan heya nuha bêyî dubare bibe anîne
cih. Lewre sipasdar in.
 |
Herdu
xebatkarên navendê û ji kesên berpirsiyarê Pirojê Birêz Husam
ez rojeke berê vexwendim Navendê. Berê di derbarê navend û
faaliyeta wê de agahdarî dane min. Di pêy re Navend bi min dane nasîn.
Li gorî agahdariyan 46 xwendevanên qeydirî hebû û ji vanan dora
çil xwendevanan bername diþopand.
Ji
min xwesin ku di zîyareta xwe de ez tiþteke nivîskî bixwînim, lê
bila li gorî sewiyeya zarokan be. Lewre min cara yekemîn çîroka li
jor, ya bi navê “Germahiya Global” mîna di forma çîroka
zarokan de nivîsî.
Dîsa
min qala Navenda PENa Kurd kir. Bi kurtasî qala faaliyetên Navendê
û xebata me ya li Afrîka/ Senagal/Dakar ê.
Bi
hewes û xîreta zarokan ve pir kêfxweþ bûm. Ji hemû xwediyê ked
û piþtgiriyê didin Navendê re û ji mamoste û xwendavanên wan
re, ji bo xatirê zimanê Kurdî
sipasên xwe ji wan re diþînim. syurtdas@yahoo.com |
|
|
|