Sedat YURTDAÞ

 

 

 

 

Heya ku çêre þîn bê…;*

 

                                                        Ji Z. Çelik re

 

 

“Tê zanîn ku di her biharê de, kûlilkên kesk û sor zer

reng bi reng qama xwe bilind dikin

ji nava hêþnahiyan”

 

Rojeke dawiya ji rojên min ên azad

Sala ku dawiya wê bi 9an diqede

Tu bû yek salî

Min tu têr hembêz nekirî

 

Di navînê re çend sal derbas bûn

An

Di sala çendan de ye

Ji hev veqetandin a me

Min tu têr hembêz nekirî

 

Di pakiya

Berbanga hizirînên min de

Azadiya min dîl xistin

Ji bo birizînin

Mîna þitlekê

Ez bi saxî

Gor kirim di nava dîwarên betonî KEÇA MÝN

 

Nûha

Çavkani û rewestgeha

Hezkirin û nefreta min

Çiyayên welatê min ên ku

Bi pilotî diþewûtin

 

Qêrînên, keliya ez hatim girtin

Yên diya te

Di diwarên bi nêm 

         Yên hucreya min de.

Rûyê te yê

dema hembêz kirina min a dawîn

Di tariya

         Ku mirin lê direqise.

 

Hesreta min a ku bi qasê

         Ji rojê re

                  Ji kûlilkan re

Nefreta min a ku

         Ji hesin

û betonê re civîyayî.

 

Guhdarî bike!!!

Dibêjin ku “Ne bi tenê agir,

Yek bizotek ku bikaribe

                  bêhna te biþewûtîne jî nema ye..”

 

Lê ez ji vê yekê bawer nakim!

Ji ber ku,

min jî di hêwa biharekê de

Bahozên bêdengiyên bêbinî

yên welatê xwe

bêhn girtiye û da ye...

 

1983 

                           

 Heya ku çêre þîn bê…;

 

                                                                  Ji D. Mutlu re…

 

 

         Sal

bi qasî ku nefesa min biþewûtîne

komî serhev nebûn.

 

Bi tenê

di bagerokên bêbinî de,

heta tariya ku mirin lê dilîze,

li navê te digerim.

 

Ji bo nefretê

ranzayên hesinî,

ji bo evînê

bêdengiyên ku bi nêma welatê min þîn têne

hebû.

 

         Qîza min

bûka zer,

sor,

sipî

ya ferman a

sala ku dawiya wê bi 9’an diqede.

 

Hîna

min bi têra xwe hembêz nekir.

Em di sala çendan de ne

an

di kîjan êþa bêevîn de.

Dizanim… dizanim…

 

di kîjan keliyê de

qêrîn li ser qêrînê

me çi bidest xist…

 



* Ji xebat a “Orkestra Dê Awazên Nû Lê Bide/“Baladên Kesk” helbestek hevalcêwî.

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org