Sedat YURTDAÞ  

Hostayê Zimanê Kurdî: Mehmet Uzun

Di serlêdana min a pêþin de cihê wî dîsa di ramaxa þeþemîn ya nexweþxanê de, li gor derbaseyê li quncikê rastê bû. Min galoþ kirin pê û ez tev doktorên nas ketim hundir. Divê mîna her kesî ez jî pirr nemama û min bi destê wî jî negirtaya. Ber balgiyên wî keliyekê bêdeng sekinîm û min temaþe kir. Bi qasê ku min bihîsti bû rewþa wî ne ewqas xerab xuya bû. 
Çend bijîþk û hemþîreyan bi hevre ew dabûn runiþtandin û ji bo xwîn girtinê pê de diketin.
Mehmet Uzun biþev hatibû. Girseyek qelebalix ew pêþwazî kiribû. Kesên pêþwaziyê ne bi tenê mirov, nas û hevþehriyên wî bûn. Bi jin kal, xort û keçan ve dora hezar kesî ew pêþwazî kiribûn. Bawer dikim ev ji bo wî jî, ji bo me jî serbilindiyek bû. Me di jiyana xwe de qîmet dida hev û ev jî kevneþopiyek cûda û baþ nîþan dida. Ne bi tenê, bi grub an bi beþekê ve, hema bi her sazî û kesayetiyan xwe ve Kurdan ew hembêz dikir.
Di pêy rêwîtiyek dirêj re hinekî westa xwe girti bû, divêt gaveke berê tahlîlê wî yên xwînê bihata kirin. Ji bo mudaxaleya nexweþitya wî kriterên zanistî divêt.
Li milê xwe yê rastê, cihê ku derziya serûmê pêve giridayî bû, bi balkeþî dinêrî digot; “Bila derzî ji cihê xwe dernekeve, careke din cih jê re nayê dîtin!”
Dihate fêhm kirin, ku li ber nexweþiya jî bibû hoste. Lewra doktor û hemþîre hiþyar dikirin. Tekoþîna li ber nexweþiyê de hayedarê girîngiya îlacan bû.
Lê tev hinek bijîjkên ku hevalên wî yê zaroktiyê bûn, dema bi hevre, bi safî û ewlebûyînek eþkere gotin; “Tu qet meraq neke, em dikarin ji bo derziya serûmê pênce rê yî bibînin!”
Li van gotinan dev ji damar, derzîya serûmê û xwînê berda û bi balkêþî li min nerî. Eþkere bû ku nexweþiyê zêde rê nedida, lê wî dîsa jî zor da xwe û bi rûyê xwe yê nerm, zarîf û bi biþirînek nepen got; “Tu bi xêr hatî! Ez ê  bibêjim Nivîskar. Na, ne parêzer, ne siyasetmader!.. Nivîskar!”
Dengê wî, ji kûr, westyayî, lê bi bawerî derdiket. Gotina “Nivîskar” careke din bi wateyek gelek rûmetyar bi lêv kir.
Min got: “Asas tu bi xêr hatî Kekê Miheme! Bi xêr û xweþî hatî welatê xwe. Ser axa xwe, nava însanên xwe.”
“Ez hatim. Lê ez ji bo mirinê nehatim welatê xwe! Ez ji bo jiyanê hatim Sedat!”
Her çiqas hestiyariya wê gavê re li ber gotinan asteng bûya jî; “Hêvî dikim, hewa û av û axa welatê te, wê te bîne serxwe û tu nê bi tenduristî ji vira derkevî û careke din berhemên xwe bi xwendevanên xwe re parve bikî. Careke din çiya, geli, bajar û însanên welatê xwe binivîsi.”
Careke din xuya û nexuya biþirî. Xwîna wî di tupên biçûkte jê digirtin. Divê min zêde dirêj mekira.
“Kekê Miheme! Ez dixwazim dirêj bimînim, lê naxwazim te zêde bi westînim. Ez ê bi destûra te nuha herim. Lê cardin werim. De careke din tu bixêr hatî! Bi xatirê te vê gavê!” got û hêdî hêdî ji odeyê derketim.
Dema ji odeya wî derketim, ez di nava fetlokeyên hiþê xwe de çûm sala 1997an. Em sê heval bi hevre çûbûn Swêde. Mehmet Uzun em ji nava Stokholmê girtin û birin xaniyê xwe yê havînge. Xanî di nava daristaneke heþin de, beyî dengê herikîna avê, çûçik û bilbilan tu dengek tune bû. Me bi dirêjiya rojê bi hevre xwar û vexwar û li ser gelek mijaran sohbetên dirêj û kûr kirin.
De kî yê bizanibûya ku þêrpençeya çilfis hîn ji wê demê de xwe gihandibû canê wî!?
Du roj þûnde, bi Birêz Ahmet Turk’re em gelek qelebalix, rêvebirên partiyê û tevlî þaredaran çûn serlêdana wî. Lê em tenê çar kes, ketin odeya wî.
Cihê livînên wî hatibû gûhertin. Vê carê wî xwe dabû ber þibakê. Þibakê li bedenên Amedê mêze dike. Li Derêçiyê, Qada Derêçiyê. Qada ku standa Mehmet Uzun bi alikariya þaredariyan hatibû vekirin, mêze dike.
Mehmet Uzun êdî dikaribû car caran bajêr jî temaþe bike û dengên ji bajêr bilind dibin, dengên xwe bi bedenên Amedê ve dighînin meriv guhdarî bike. Ji xwe ew ne hostayê dengan bu? Ne li pêy dengan bû!
“Dengên wendayî,
dengên jibîrbûyî,
dengên wendayiyan,
dengên jibîrbûyîyan!...”
Êdî dikarie ji serê sibehê heya êvarê û ji êvarê heya serê sibehê li wan dengan guhdarî bike. Dengê bajarê xwe. Dengê gelê xwe. Dengê zarok, jin û þaristaniyên diroka xwe.
Disa xuya û nexuya biþirî: “Kekê Ehmed tu bi xêr hatî!”
“Miheme tu bi xêr hatî. Rûmeta zimanê Kurd tu bi xêr hatî! Vaye me careke din hevûdu dît.” 
Bi baldarî li Ahmet Turk û me nêrî. Behna xwe girt û da þûnde, “Gelî hevalan, li Kekê Ehmed xwedî derkevin! Wî tenê bernedin, her gav li dorê bin! Bi tenê ew dikare di heqê wan de derkeve! Ew wan baþ nas dike! Bi tenê ew dikare bi wan bide qebûl kirin. Mesela Kurd çareser bike !”
Di wê gavê de jî hiþe wî li ser pirsgirêka Kurd û Kurdî bû. Di wê gavê de, hîn zelal dihate fêhm kirin ku ka ji bo çi hatiye welatê xwe, hatiye Diyarbekir ê!
Ew bêguman, bi ziman, çand, hest, rûh û bi rêçikên xwe ve bi welatê xwe ve girêdayî ye. Lewra wî berê xwe daye welatê xwe, însanên xwe, wî daye pêy hemû heyinên xwe.
De bila ji îro pê ve ji herkesî cûda û bêhtir bibîze dengê Evdalê Zeynikê, Feqîyê Teyran, Arif û Hesen ê Cizîrî, Kawûs Axa, Meyrem Xan, Þivan û Ciwan…  
Lê mîna ku hevala wî ya delal, di dema derketina me ya nexweþxanê de got: “Hemû diayên me” ji bo tenduristiya ye! Bira can…19 Tîrmeh 2006
 
syurtdas@yahoo.com
 
                                                                           Sedat YURTDAÞ
 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org