Jehr -9

 

 Sedat YURTDAÞ

 

Roj.

Rooj...

Lê ‘ne-baþ”! Ne “rojbaþ!’

Ev gotina xweþ, ev gotina þêrîn, ev gotina bêhnveker; dilveker, çavrohnîker, hêzcivîn, sînerjîk…

Ji te re, ne “rojbaþ”

Ev gotina ku car heye, dikare hemû hiþkayîyan bicarekê de, bi tesîrek efsûnî nerm bike. Hemû þikestinan biveherîne. Ev gotina ku bêþik, dikare nenasan nas; nasan jî nêzxas bike. Êdî ji te re tunne! Teqez tunne!

Li te nayê. Ez êdî nikarim bibêjim. Ji te re, hew û hew dibêjim.

Dêleva wê gotinê, li gorî dilê te:  Ji te re; “Ne-rojbaþ!..  Na-rojbaþ!.. Roj-nebaþ!”

Mîna nifira qewûmî. Ji bo îro, ji bo sibe, dusibe û ji bo hemû sibehên paþerojê: “Rojnebaþ!”

Bizanibe. Min di wê sibeha hênik, sibeha rohnî a buharê de careke din; careke dawîn, hewl da xwe, ku ez hestên xwe zeftbikim. Qahre xwe ya sor bûyî sar/haþbikim. Bêhna xwe ya teng bûyî fireh bikim. Lewra careke din, ji te re mîna her car, mîna her sibeh, dîsa devliken, dengliken, çavliken; bibêjim: “Rojbaþ”

Min li te nihêrî. Lêvên min ji hev vebûn. Peyv di heþê min re bihûrî. Çavên min li ser te hatine girêdan. Dev û diranên min, pidîya min, ji bo gotinê amade bûn. Gumandikim ku heþê min jî, ji vê yekê re hima hima razî bibû. Dor hatibû ser zimanê min. Zimanê min ê –ku li gorî hinekan hinek dirêje- ku ne dide paþ ne jî dide pêþ; wê di nava kelîyekê de, bi tenê di nava kelîyekê; waxtek çav qirpînekê, wê bilivîya û ew peyva destpêka sibehên dilxweþker wê tevlî hewayê bibûya. Xwe bigîhanda guhê me. Mîna her roja, pêrgî hev hatin ê. Mîna her sibehên hevdîtin ê.

Lê mîna heft kes, bi heft benda zimanê min girêdabin, ziman li min negerîya. Di devê min de werimî: hilnehat ezmanê devê min. Dev û diran li min kilît bûn. Têlên dengê min qerimin. Heþê min sekinî. Hestên min cemidîn. Lêvên min lerizîn. Perdeyeke reþ hate ber çavên min. Bêhna min çikîya. Pî û bask li min þikestin. Miçiqîm. Tûka min neçû xwar. Kef û kûfik bi devê min ket. Mîna ku bi edrê bikevim.

Min nikaribû… Min nikarîbû… Min nikarîbû, wê pêyve hêsan;du kîte, ji te re bibêjim…

Lewra, devê min ji alîyekê, diranên min ji alîyekê, bêhna min, çavê min heþê min jî ji alîyekê ve bi baryarî digotin:

“Ew heq nake!..”

Û vedigerîyan ser te û bi vegotina xwe didomandin;

“Tu heq nakî!..”

Min guh da dengan. Heman dengan, bixwe bixwe re digotin. “Ne gotineke ji dil, ne nerîneke bi evîn, ne jî coþek bi hestên pîr û pak û têr û tijî heq dike!..”

Tu ji bo wan, ji bo min bibûyî, dujmina herikîna çemê hestên min. Tu bibû qasidê hestan. Te xwestibû çavkanîyên hestên min kûr bikî; bixetimînî. Te xwestibû, wî çemê bi pî û bask, þêlî bikî, zûha bikî; di erda reþ da berdî û herî.

Em mat mabûn. Tevlî çemê gurr û har. Ew çemê ku hîn û hîn bi xwe re jîyane ter û teze dibe deveran belav dike. Ew çemê ku hîn û hîn diþo; paqij dike. Þîn dike, can dide, rûh dide, feraset; hêvî dide. 

Lewra boyaxa ruyê te xwe berda jêr. Tu eþkere bûy li nik min. Tu derketî rastê. Tu li holê yî.

Xwe veneþêre. Bêfêde ye. Tu hatî girtin. Min rûyê te yê, di binê maskeyan de dît. Hemû maskeyên te, ji ber rûyê te rabûn. Bi tevayî tu tê dîtin.

Lê lê hestkujê, heya rûhê te yê ji te veþartî jî, ji min ve xwîya ye. Ruhê te yê nexweþ. Rûhê te ye bi hîle. Tiþtek veþartî êdî nemaye li ber min.

Ka bibêjim tu çi yî?

Tu leyistikvanek î. Mîna ji gelekên wan masûm û bêgûneh xwûya yî û dilîzî. Tu di bin bêdengîya xwe de, di bin xweþikahîya xwe de di bin fedîtyokîya xwe de -ku mîna nazên yaran dixûyîn- bi min dilîzî. Tu bi xwe, bi der dora xwe, tu bi duristîya hestan; bi xwezayîya hestan dilîzî. Tu bi firehiye hewayê, bi xweþikahiya avê, bi tarîtiya þevê, tu bi stêrkên ezmanan, tu bi stêrkên danê sibehê; bi Leyl û Mecnûn, bi Zembîlfiroþ û Xatûnê, tu bi tîrêjên roja nû hilhatî, tu bi dilopên qira li ser çêran, tu bi firrîna pinpinîgên azad dilîzî.

Lê perde ji ser rûyê te, ji ser te û ji ser lîstikên te rabû! Ez ne nêçîrê dahfên te me. Ez ne çûka di nava destên te de me; ku biperpitim.

Lewra ji nava derewên te yê evîn tijî, min hestbazarîya te ya giran, bi çavên dilan dît û bi guhên dilan bihîst. Lewra ez êdî ne mîna girtîyekî, dîlekî, nêçîrekî bêderfet li ber te; li ber sekrata mirinê me.

Mirûzê xwe li xwe bike.

Xezeba xwe lixwe bibarîne.

Kerba xwe di xwe de têke der.

Hersa xwe di xwe de haþ; êþa xwe di xwe de baþ bike.

Nefrate xwe di xwe de biqedîne. Nerijîne li ser dinê. Li der dora xwe. Bi wê de here! Nerijîne ser min jî...

Herre!..

Ger dikarî, awirên xwe yê ji agirê neþûþtî afirî, bavêje hêlekê. Jê bifilite. Gotinên te yên ku bi tisînîyan maran, bi fîtîk ji devê te hildipekin, ser hev bibire.

Ya na ev ne yek, ne dudo. Ne sisê û ne jî çar… Te hemû tixûb dane ber lingan. Lingên te êdî eyba rûyan nasnakin.

Lê her tiþt… Heya derekê...

Ew kert, ew neqeb, ew bûhêrk bi þûnde ma. Ji bo min û ji bona te. Lewra ez bi rastî jî êdî nikarim, ji te re bibêjim…

Ez nikarim te û rûyê te yê bi maske, bêgotinîya te ya bi hestbazar, dahfên te yê cur be cûr, xeydokîya te ya bihesab xweþ bibînim.

Lewra roj jî ji te re, baþî-nebaþî jî ji te re.

Lê dil çawa bikute, mirêka dil jî welê xwîya dibe. Welê olan dide, þewq dide, þewl dide, deng vedide. Mîna çinînan.

Te tovên jahrîyê çinîn. Bivê nevê, dê tu jî þitlên jahrîyê biçinî.

Lewra di cihê xatirxwestinê, birêkirinê, oxirdayînê; di cihê rojbaþa pîroz; hilde fêkîya xwe. Fêkîya xwe ya ji jehr ê:

“Roj-jehr!..”

16 Adar 2004  syurtdas@msn.com

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org