Ji “Helbestên Zo”*

“Sedat YURTDAÞ û Uu

Çûçikên Koçber


   

Ez çûçikek koçber im

Her demsale de li gûliyekî

Sehera biharê de

Cardin min bi rê dike

                  Hêviya jiyanê

Keserên çûyînê

                  Weswese ya ku qaþo “dê cardin neçim”an

Lê dema dilê min de agirê êþa herî giran pê dikeve

Bi þûnde dimîne

Çiyayê Qerejdax

An Deþta Herranê.

 

Bi axînek dayîkekê dizeliqe

Destên lerzok

Ji lema lema hiþên ter û  teze bilind dibe

Bîrkirinên welêt

Çirûskek di çavên min de þewq dide

Bi tîrojên pêþin yên rojê

                            Dema dest li ba dike hêlîna min

Cihê xwe

         Ji bêkesiyê re dihêle

Hesret-

Serê min di ber min de dihelim

Hêvî-

Destên min di dikevin ber min

Dema sorihiya

Rojên sirgûnî wenda dibin.

Û þev

Di qûlika dereziyê re derbas nabe. 

 

Çûçikên koçber

Ji van çûçikan daristanek

Riya xwe di xwe de wenda kirî

Dê dîsa di xwe de bibîne

                            Riya xwe.

Dê pêkeve 

         Ew daristan a ku

                            Tê rûçikandin.

Demsal zivistan

                  Ger mîna pelan bi nêm be jî

Dê dîsa

Ev deryaya bêhêviyê.

 

Çûçikên koçber

Ev zindan a min a çendan e?

Di çendemîn sirgûniya xwe de me?

Çendîn biharên mirî

Ki bû?

Çawa?

Yên ez hiþyar kirim.

Nûha

Nûha ez “tunne bûyîn” dibêjim.

Dê di esasê xwe înkarê de, bibe hemdem

Mêjîyê firotinê.

 

Halbûkî ne bi tenê ez im

Lingên wî kerr

                  Destên wî kor

Bêhna barûdê di çavên wî de rûniþtî

 

Bibîne!

Meze bike!

Dê çawan belav bibe

Ji çiyayên me yên Nîv-Xwedan

Ka em li silafê bisekinin

Li dengê keleþan re.

 

Sibat 1983

 

 

 

 

      Çûçikên Koçber…;

 

 

Qerejdax…

 

Deþta Herranê…

 

Kîjan êþê

Bikêf dest li ba dikir,

ez bûm çûçika koçber.

Derbas bûm ji hemû hevrazan. 

Min ferq nekir

ku tu

ji enînivîsa min hatiye xistin.

Û çiqas evînan

bi girseyên xuyangan rê dimeþin.

Te, min û wan…

min her tiþt xist.

Û ez li heriya bejî,

ya li ser xwe de rijayayî, haybûm.

 

Demsal zivistan…

Min hîn daristanek nedît.

Hêvî bêhna barût a kû agir pê nakeve;

lingên te kerr dihêle,

yên min bê gore.

Nikarî bibînî,

nikarî mêze bikî,

em çawan belav dibin…

 

Çîyayê Qerejdaxê,

Deþta Herranê,

Tu…  

 

 

 



* Ji “Dê Orkestra Awazên Nû Lê Bide û Baladên Kesk

 

   

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org