Lê tu tunne bû

 Sedat Yurtdaþ

Xezala min…

 

Ne ku ez nehatim

Ne ku min neda pêy te

Ne ku min soza xwe negirt

Ez hatim, lê tu tunne bû

 

Perdeyên þibakên te, her di tarîyê de

Deriyê te yê bikilît, di nava bêdengiyê de

Telefona te ya detsa, di bêgihîþtinê de

Ez hatim, lê tu tunne bû

 

Min xwe di kolanên xalî de

Min xwe di peravên deryayê de

Min xwe di tenêtiya xwe ya winda de dît

Ez hatim, lê tu tunne bû

 

Rastî þerawxûran hatim di nepeniyên bi xof de

Rastî masîvanan di meyxaneyên bi dixan de

Rastî bêhna te hatim di bayên payîzê de

Ez hatim, lê tu tunne bû

 

Xezala min…

 

Min da pêy çavên te yê zeytûnî

Min da pêy meþa te ya xezalî

Min da pêy banga kilama te ya evînî

Ez hatim, lê tu tunne bû

 

Di paþila xwe de bi qevzek riste

Di destê xwe de bi diyariya nexþeya dil

Di çavê xwe de bi hêvîyek nû piþkivî

Ez hatim, lê tunne bû.

 

28 Berfanbar 2006 Amed

 

Sedat Yurtdaþ

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org