MALAVA

 

Sedat YURTDAÞ

 

Nîvro þkiyabû. Li derve eyamê berfê, sermayekî tûj hebû. Cihê min ne zêde, lê li gor sar û seqema derve, germ bû. Ez di buroya xwe de li ser paldanka xwe rûniþtî bûm. Derheqê dosyayên li ber xwe, yên ku li ser maseyê belawela bûn de dihizirîm. Ka min dê ji bo kîjan dosyayan parêzname an daxwazname amade bikira? Wexta kîjanan li qedandinê bû, ji kîjanan re hîn pirr mabû? Di kîjan dosyayan de pêwîstiya lêgerînê tune, di kîjanan de lêgerîn an lêkolînên bi rêk û pêk divêt? Min her carê, li gor lênûska xwe ya daniþînê dinirxand. Di serê xwe de dibir û dianî. Ji her hêlî ve li ser dosyayan diramîyam. Hêlên wan ên qels, naveroka wan, bûyêrên di nav wan de, li ser tiþtên ku bûne an nebûne, geh bi erênî geh bi neyînî difikirîm.

Lewre, her dosyayek giraniyek, barek, derdek dida ser milên me. Xirecira xwe dixist nav heþê me. Me di dêleva xwediyên dozan de, qehr û qotika dosyayan hildigirt. Em dibûn hemalê pirsgirêkên doza wan.

Hemaliya min bi xwe jî, bere-bere zêde dibû. Lewre herçî ku diçû dosya zêde dibûn. Li gor zêdebûna wan, barê wan, stresa wan jî li min welê zêde dibû. Wexta min a bêkarî û bêxebatiyê êdî bi þûn de mabû. Tirsa min ew bû ku bi vê çûyînê, demekê þûn de ez dê bêyî hemdê xwe di bin kar de, di bin dosyayên riziyayî de bêliv bimama. Car hebû ku min nedizanîbû ez dê çi bikim. Ka ji kîjan dosyayê re min dê mazeretek bidîtana? Têketama doza kîjan dosyayan? Dosyayên mesrefê, kîjan bûn? Di kîjanan de nivisandina daniþînan hatibû jibîrkirin? Kîjannan de pewîstiya nûkirinê divêt? Welê dibû ku heþ li min disekinî!

Di rastiya xwe de ne gelek zêde bûn, bi tenê hingîya dirêj diajotin, di destê me de diwerimîn û zêde dibûn. Dosyayên herî basît jî dibûn mîna dosyayên qirase û me di pey xwe re kaþ dikirin. Ji ber vê yekê, qedandina wan ji bo me mîna felatek, xelasîyek bû. Lê xelasîyek bê kêr; bê xêr!

Gelo min jî mîna gelek hempîþeyên xwe ji xwe re hevparek, hevalek qet nebe ji bo hevparîya buroyê kesek bidîta? An bi vî awayî çêtir bû? Lewre, hevparî jî ne hêsan bû! Hem ji alîyê hevûdu nasîn û pêwendîyê ve û hem jî dema qezenca mirov têrî mirov nekira, kanê mirov dê hevparîya çi bi hev re bikira! Tiþtê dihate fêhmkirin, min dê hîn gelek wext bi tena serê xwe li ber xwe bida. Min dê hîn gelek wext tevlî çente û cubeyê xwe di navbera edlîyê û buroyê de peyase bikira; biçûma û bihatama. Min dê hîn gelek wext di nav geremola dosyayên “suxre” de xwêdan bidana.

Bêyî pirole, ji pênc pahran pahrek dosyayên suxre bûn. Kesên ku dizanin dizanin, dosyayên suxre çawa rasterast li serê mirov dibin bela! Her yek li gor xwe bi awayek bela ne. Mirov çiqas wexta xwe bidiyê, çiqas keda xwe jî têxiyê, hima her carê nexweþîyekê bi xwe re tînin. Di dawîya dawîyê de qencîya mirov, gelek car mîna xerabîyekê vedegere ber deriyê mirov!

Dosyayek min a bi vî rengî hebû. Min çiqas çavên xwe jê birevanda jî, wê dosyayê dê xwe bi awayekî ber bi çavên min bixista. Wê xwe hilkira û derketa pêþberî min. Bi dîtina min re jî, mîna ku ji min re bibêje: “Te dît, min çi anî bi serê te de!..” Û tîq-tîq bi min dikenîya. Kenekî bê xwê, kenekî muzir, kenekî nexweþ.

Lê, di kenê xwe de ne neheq bû! Min wê dosyayê bi sê salên xwe yên gilover þopandibû. Bi jimartineke tekuz, ez li ser hev ketibûm bîst û pênc daniþînan. Bîst û pênc car, her carê herî hindik nîv roja min, gelek caran jî hemû roja min pê re çûbû. Heya camêrê ku min ew diparast, di girtîgehê de bû, þeþ heft caran jî çûbûm serlêdana wî. Yekî nizanibe heye ku çûyina zindanan hêsan bibîne, lê na! Çûyîna hepsan yekcar aciziyeke mezin dide mirov. Ji bilî pirs û derbasbûyîna ji derîyên polayî, bivê-nevê em di derîyên x-ray re derbas dibûn. Ji bo ku derî bang nede, em pênûsên li berîkên xwe, saetên zendên xwe, pakêta cixareyên xwe, rozetên li ber sîngê xwe, kemerê li piþta xwe, heya solên lingên xwe jî derdixînin. Jixwe, ev rewþ bi tena serê xwe di her carê de rûmeta mirov diþkîne. Lê çare nîn e. Yan em dê dozên girtîyan negirin yan jî em dê bi vê rewþê razî bibin. Hele, car heye hevalên me yên pîrek, ji ber qumçe û piþkojên metalîk ên ku bi sutyenên wan ve ne, nizanin ku çi bikin!..

Bi rastî ew camerê xwediyê wê dosyaya ku di pey qedandinê re henekên xwe bi min kir, min ji zû ve nas wî dikir. Bi qasî hejmarên daniþînan, yanî bîst û pênc sal, di ser naskirina me re derbas bûbûn. Hînga, em her du jî xort bûn, me her duyan jî li gor temen û zanîna xwe hewl dida ku em di nav têkoþîna azadî û netewî de cih bigrin. Xizmetekê bikin.

Ez li mala wan hatibûm girtin. Sebebê girtina min îhmala wî bi xwe bû. Ne bi zanebûn, lê bi nezanîna xwe bûbû sedemê girtin, lêdan û iþkenceya min a ku heya emrê min hebe ez dê qet û qet ji bîr ve nekim. Heye ku ew girtin, ez ji girtinen herî dijwar an jî ez ji kuþtinê xelas kiribim! Lê ger pirtûk û kovarên ku wî di bin dîwêr de, bi awayekî tewþo-mewþo veneþartiba, destê xwe di min nedidan, ez nedihatim girtin, nedihatim birin û ez di nav sîh û þeþ saetan de ji însanîyetîyê nedihatim derxistin. Îfadeya min xweþ, gotinên min li cih û lihevhatî bûn. Hema-hema dikirin ku dev ji min berdana û ez ji xwe re di riya xwe de biçûma. Lê dema bi serê solên xwe xwelîya ber dîwêr tevdan û di nava xwelîyê de poþetek, di nava wê poþetê de jî pênc-þeþ weþanên qedexe nedîtin!..

De çendik û çend car ez birim dinyaya wî alî û cardin anîm… Yek ez dizanim û yek jî kiryarên tiþtên nemayî!..

Belê. Qewimîn jî, hev naskirina me jî, qirnek berê bû. Û ez jî mîna gelek kesan baþ dizanim, ku êdî di vî qirnî de tu qîmeta hevaltî û rêhevaltîyê bi qasî wexta cixarekêþanekê jî nemaye. Qîmeta her tiþtî ya herî giranbûha, hew ew gav bi tenê ye. Dema ew gav bi þûn de dimîne, hemû qîmet û dilsozî jî bi pey re bi þûn de dimînin. Ne bi salên dirêj, lê di nava rojekê de heman nêrîn û hêjayî ji binî ve diguherin.

Li gor vê zanîna xwe, min dîsa jî parastina doza wî hilda. Ew doza ku tê de bi qasî gramek jî rûmet tunebû! Lê min ji bo xatirê bîst û pênc sal berê, di bîst û pênc danaþînan de ew parast. Bi rojan, bi saetan li ser doza wî fikirîm. Min destê xwe bi her alî ve dirêj kir. Min bi rûpelan parêzname tije kirin. Lê di dawîya dawîyê de, ewê ku dê biryar bidana, xwediyê biryarê ne ez bûm. Ji hêlekê ve, em jî mîna wan, mehkûmê lijneya dadgeran bûn.

Axir dosya qedîya. Dema ku min haya camêr ji encama dosyayê pê xist, ne haya wî ji dosyayê, ne jî bi çûn û hatina min a dadgehê hebû! Lê camêr, li dû haydarbûnê du roj bi þûn de bi ser min de hat. Derîyê derve vekirî bû. Bêyî ku min ji hatina xwe hayedar bike, rasterast ket hundir û bi zimanekî nîvço silav da û hat li ber maseyê rûniþt. Bi rûniþtina wî re, min ser maseyê tevda û dosyaya wî ji nav dosyayên din ên tevlihev derxist û danî ber xwe. Biryara ku li nav dosyayê bû, min jê deranî û danî ser dosyayê û min li wî nihêrt.

Dema ku min rûyê wî yê bimirûz dît, min tê derxist ku tiþtek sosret heye. Lê min got hebe tunebe, li ber cezayê dikeve. Feqîro çi bike? Di þûna wî de kî be, dê li ber bikeve. Hele mirov mîna wî bêkar û xebat be, xwedî zar û zêç be!... Bivê-nevê mirov dê li ber bikeve. Ma hêsan e!.. Mirov careke din here deh mehan di zindanê de razê! Lê fêhmkirina min a ji rûyê wî yê xeriqî zêde neajot. Camêrê min û we rûniþt, rûneniþt, bi awayekî xeydokî, qehrokî çavên xwe kutan ser min, destê xwe ber bi min ve dirêj kir û got:

“Ma qay me pere neda te, loma te bi me ceza da xwarin!..”

Ev çi qeþmerî bû? Ev çi gotinên tahl bûn! Ev çi gotinen bi jehr bûn! Bi carekê de serê min tevlihev bû.

“Te go çi?..”

Camêr gotinên xwe dubare kirin:

“Ma qay me pere neda, loma?!...”

Ez þaþbûm. Cemidîm. Bêhnekê bêpêjn sekinîm. Min li rûyê wî nihêrt. Lir rûyê hevalê xwe yê bîst û pênc sal berê… Li çavên wî nihêrt. Na, di çavên wî de jî bêyî þopa nankorîyê, bêyî çavpahnîyê tu tiþtek tune bû! Na!.. Gotinên xwe yek bi yek bi zanebûn bilêv kiribû. Tu þopa dostanî, hevaltî an qedrê bîst û pênc sal berê ne di gotin û ne di rû û ne jî di çavên wî de hebûn! Li ber min mîna dozgerek, mîna dadwerek, mîna kesekî bêedeb rûniþtibû û ez tawanbar dikirim.

Heçkû, berîya gotinên wî min xwe bi amadeyê vegotina çawanîya biryarê kiribû. Min dê bi berfirehî agahdarîya biryarê û nêrînên xwe jê re hece bikira. Min dê gelek tiþtên mafdar yên ku li ser zimanê min rêzkirî bûn, jê re vegota. Qet nebe min dê bigota, pêþkêþkirina raya dozger û dijberîya serokê dadgehê jî li ber min bû. Û ev ji bo betalkirina biryarê delîleke pirr û pirr baþ, di cih de bû. Lê min êdî di derheqê doza wî de tu tiþtek jê re negot. Lewre, êdî wateya gotinê nemabû. Wî rê li ber gotinên min yekser girtibû. Min çi jê re bigota, êdî ne agahdarî, lê hew li hember sucdarîya wî xweparastineke qels bû. Ez di wê gavê de, êdî ne li ser paldanka xwe li ser kursîya tawanbaran, li ser dirîyan rûniþtî bûm. Camêr bi carekê de li hember min bûbû dozger. Bûbû dadrês û ez didarizandim.

Min xwe nedît. Di nav kêlîyekê de aramîya hundirê min þûna xwe veguhest bi ba û bahozên êrîþên neheq. Min bêhna xwe di bêvila xwe re digirt û dida. Bi vê bêhntengîya xwe min pêþî biryara wî dirêjî wî kir. Piþtî girtina wî re, min dosyaya li ber xwe girt, rakir û heya ku qewet di min de hebû li ber xwe, min li erdê xist.  Bi çavên xwe yên tarî vegerîyam ser û min jê re got:

“Tevlî biryara xwe rabe ji vira here û careke din jî neyê vira!.. Ez êdî naxwazim te bibinîm!..”

Ziq li min mêze kir. Dora þaþwazîyê vê carê ya wî bû. Xwe hinekî da hev, ahenga dengê xwe guhert û bi nermahî lê kir:

“Em heval in!”

Min lê vegerand:

“Em ne heva lin!.. Em heval bûn!..”

“Em birayê hev in!”

“Na çavvekirîyê min na, em birayê hev bûn!..”

“Na welleh, tu bîlasebeb diqehirî!..”

“Bîlasebeb!.. Erê lawo, di þûna spasekê de tu were gotinên xwe yên jahrîn di ser min de birijîne û bibêje, bîlasebeb!..”

“Welleh min tiþtek negotiye!..”

“Belê, ez kerim lê! Tu xwe zêde qurnaz dibînî ne wer? Bila mîna te be! Bila ev gotinên te jî bibin heqê exmeqîya min a bîst û pênc sal û bîst û pênc daniþînan!..”

“Te ewqas kirîye, qet nebe daxwaznameyeke dawîn jî ji min re binivîse, dîsa biqehire!..”

Bi rastî jî karê wî yê li rex min hew nivisîna daxwaznameyekê bû. Ew jî heya bêhnek berê, di serê min de peyv bi peyv rêzkirî bû. Lê ew hevoka wî ya bêyom, hevoka wî ya destpêkê tu tiþtek di serê min û di dilê min de nehiþt. Bîst û pênc caran min heyfa xwe bi xwe, bi ked û wexta xwe anî.

 “Li min mêze, ez êdî nikarim yek hevokê, yek peyvê jî ji bo te binivîsim!.. Çû, çû!.. Ji bin ve çû!..”

Û ez rabûm pîya, min jê re careke din got:

“Te îro heqê exmaqîya min bi zêdeyî da min!.. Here here, mala te ava!..”

 

20 Rêbendan 2005 syurtdas@yahoo.com

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org