|
Min ji Afrîkayê pir hezkir
Sedat
YURTDAÞ Her
çiqas heya vê çaxê, min di derheqê Arfîkayê de gelek tiþt xwendibe
û temaþe kiribe jî, lê di rastiya xwe de Afrîka, ji bo min bi her awayên
xwe dûr bû. Erdnîgari, çand û ji rêngê xwe zêdetir, ji ber ku ciheke
ne çûyîn û hatinê bû; dûr bû.
Bawer
dikim ji biçûktiya xwe vir ve, me tevan ji gelek kesan kêm-zêde di
derheqê welatên Rojhelatên Navîn, Ewropa, Emerîka heta Çîn û Japonya
yê de jî gelek tiþt bihîstiye an dibihîzin. Lê min bi xwe di derheqê
Afrîkayê de ji tu kesî tu tiþtek nebihîstibû. Welê xuya dike ku ji
xwendin û temaþê bêhtir, binhiþê me an yê min ji tesîra vegotinê re
vekirî ye. Lewre
dema firsenda min a çûyîna Senegalê çêbû, bi rastî jî ez pir kêf
xweþ bûm. Ji bo ku rê li pêþiya min neyê girtin, min çend e-mail jî
ji rêvebirên me yên Navenda PENa Kurd re þiyandin.
Ez
nivê þevê de gihîþtim Dakarê. Ji Stenbolê heya Tunisê bi rêya
balafirê du saet û çarigek ajot. Em di ser Yewnanistan, Sicilya a Italya
yê û Deryaya Sipî re hatin. Li jêrî me, her ku min mêze dikir an
erdnigariyek bi dar û ber heþin an deryayek þîn û bi pêl xuya dikir.
Perava
Afrîkaya Deryaya Sipî jî, bi vegotinek din Bakurê Afrîkayê, ji cihên
ku balafir di ser re derbas bûn ne cudatir bû. Demekê em di ser
erdnigariyek bi dar û berên xwezayî re çûn. Tevlî bilindahiyên biçûk
her der hêþin bû.
Di
pêy bilidahiyên hêþin re erdekî sipîçolkî û rip î rast destpê
kir. Lê bihustek jî vala nîn bû. Bi saziyek gelek rêk û pêk ew erdê
boþ û beyar bi baxçetî û bostanî hatibû çandin. Dîmen ne hezar bi
dehzaran baxçeyên ku dorên wan bi darên curbecur sînorkirî bû li ber
hev li pey hev rêz dibûn. Di pêy baxçeyan re em gelekî din li ser erdekî
vik î vala re derbas bûn. Û me xwe gîhand bajarê Tunisê.
Rê
hîn nû bi nivî dibû. Ez berê ji Amadê çûm Stenbolê. Þevekê li wêrê
mam. Roja din nîvrokê bi rê ketin danê esrê gihîþtin Tunisê. Li wêrê
jî pênc-þeþ saetan li salonên balafirgehê de wext bihurand. Di pêy re
balafirê em bilind kirin û berê me de Senegalê.
Pir
neçû nizanim çima lê, ewrên sipî ketin navîna balafir û rûyê erdê.
Êdî tiþtek xuya nedikir. Bi tenê ewrên çîl sipî ewrên bê baran. Di
wê navberê û di her firsendê de min pirtûka xwe xwend û ketim nava
mitalan. Ereb Þemo, Dimdim, þervanên Kurd, Xanoyê Çengzêrîn, serok eþîrên
Kurdan, Padiþahê Osmanî, Þahê îranê tahde û zilum a wan… An yekî
an bûyerekî bi min re rêwîtî dikir.
Demekê
þûnde min çiqas li jêr mêze kir beyî xîza zer û gir û bilindahiyên
ji xîzê tiþtek xuya nedikir. Em di ser çola Afrîkayê re derbas bûn. Lê
cihê me hênik û xweþ bû. Hostesên balafirê ji xizmeta xwe nediman. Ez
li hinda camê rûniþtibûm. Aliyê minê çepê bi rojê de bû. Di pêy
re roj hedî hêdî di nava agirek mezin de çû ava. Roj çû ava lê mîna
ku ne bi dilê wê be demeke dirêj li asoyên rojaava agirek sor û zer û
reþ li hev geriya, tîr bû û hêdî hêdî þûna xwe mîna her derê ji
tariyê hiþt. Dema
em gihîþtin Balafirgeha Dakarê þev êdî nêvî bibû. *** Ji
balafirê peya bûn. Qerteke rewîtiyê bi me dane tijî kirin. Sebebê
hatinê pirsîn. Di pêy re pasaport mohr kirin rê dane me. Derketina
min a salonê re, sê keçikên reþik bi bejn û bal di nava fîstanên xwe
yê reng rengî de di destên wan li ser kaxizekê ji bo mêvanên PENê hiþyarî
nivîsandî sekinî bûn. Ber bi wan çûn. Min xwe da nasîn û ji wan a
yekê ez teslîmê xortekî reþik kirim. Derve
qelebalix, nîv tarî, bi deng û bi çûyin û hatinek tevlihev bû.
Hinekan lazimiya texsiyê dipirsîn hinekan jî pere hûr kirin teklîf
dikirin. Ewlebûna ku heya wê gavê xwe li meriv bê kêmanî dabû hîs
kirin bi carekê de çû. Meriv bêyî îradeya xwe ji dora xwe, li kesên
dora xwe diketin þikê. Nîv
otobozek kevn li benda me bû. Min walîz û kompitura xwe danî hundir û
demek êli derve dora xwe temaþe kir. Di
vê navberê de jî gelekan hatin lazimiya pereyên Senegalî û
lazimiya texsiyê pirsîn lê min her gote wan sipas. Demekê
þûnde hate fêhm kirin ku bêyî min kesekî din tunneye, ez ji derbasî
texsiyek mercedes kirim û ez þiyandim otêlê.
Li
gorî agahdariyê kum in wergirtin, nifûsa Senegalê deh mîlyon e. Pênc mîlyonên
w îli payîtextê wî Dakarê dijîn. Lê li gorî payîtext bûn û
mezinahiya xwe ne zêde tevlihev di eynî wextê de bajarek tarî bû jî.
Dema
em gihîþtin “Hotelê N’Gor Diarama”yê elektrik tunne bû. Lewre
asika avahiyê mîna heyulayekê li ber meriv bilind xuya dikir. Di pêlekên
ber wê re kiþiyam ber deriyê wê yê mezinî camîn. Di wê gavê de
elektrîk hatýn. Bi elektirîkê re ewlebûna ku êdî gelek kên bibû
hinekî ber bi hev hat.
Ketim hundur. Çûm ber resepsiyonê. Min xwe da nasîn. Wa jî lîsteye li ber xwe navê kontrol û îþaret kirin. Li ser kaxezekê agahdariyên aidê min nivisandin þûnde mifteya odeya min dirêj kirin û cihê asansorê nîþanê min dan.
*** Ji
þaneþînê li perava Afrîkayê li Okyanusê dinêrim. Li ber min dîmenek
bêtarîf xweþik heye. Cegerên xwe bi hêwa wê ya hinekê bi nem tijî
dikim. Naxwazim yek tiþtekê birevînim. Lewra çavên xwe hêdî hêdî li
er deryayê, li aso, li peravên ku pêlên okyanûsê ev hezaran salan kul
lê didin, li avahîyan temaþe dikim. Na na ez li ser hiþê xwe nexþ
dikim.
Ev
çend salên dawîn herî pir jî ev saleka dawîn, ji ber germbûna gerdûnî
êdî hemû kes bûne pisporên derdorê. Lewra nûçeyên ku bi hewayê re
girêdayîne bala me tevan dikþînin. Hema ji der bihara vir ve du sê
hefta carekê me dibihîst ku germa Afrîkayê bi alî me de tê. Germa Afrîkaya
ku ji ewqas cihê dûr û nêzîkê me dihat û em ji Germa ji hal de
diketin, lê nûha germa wêb i xwe wê çawa bûya! Ez
þeva pêþin bêyî ku klimayê bi xwebitînim, germa gerdûnî hebû ya,
razam. Bi rastî jî zêde ne germ bû. Bê þik ev þexsê min bû. Lê
kermêþ hebûn xweþ jî bi min ve vedidan. De ma çi dibû? Heya nûha bi
hezaran deh hezaran kermêþan bi min ve veda bûn.
Lê
ez di pêy re pê hesiyam ku ew kermêþanan nexweþiya malaryayê derbas
dikin. Lewre mêvanên ku hatine, beriya hatina xwe sê hefte berê hemûyan
derzî li xwe xistina û bi hatina xwe re jî heb girtine wedixin û ji bo
ku kermêþ bi wan ve nede spreyekê bi her cihê ku çemrê wan xwuya dikin
lê direþînin. Di pêy re hevalê min ê odeyê hebek ji ya xwe da min û
di pêy re jî camêr ji min re îlac bi xwe kirî. Min duhî ji hevalakî
doktor pirsî. Dûr dirêj qala kermêþan yê Afrîkayê û qala îlacên
wan ên kuz êde tesîra xwe tunneye kir. Lê di pêy re dema prospektusa îlaca
ku min ji Afrîkayê anîbû nihêrt, îhtimal heye ger hebe jî nexweþiyê
bifetisîne. Di
xwirîniyê de bêyî fêkiya mango yê hemû tiþtên nas bûn. Zebeþ û
petêx û çay û qahwe û penir û hwd. Wê
rojê, civîna Rêvebiriya Giþtî hebû lewe karê min tunne bû. Divîya bû
ez rojekê ji xwe veqetînim. Lê bi rastî jî , mîna kum in li jorê
gotibû, li ciheke biyanî bûm. Ez bûçûyama kêrê? Bajar li kîyjan
diket? Þofêrên texsîyên wan meriv dikaribû çiqas pê bawer bibe? Li
van deran tiþtek neyê serê me?
Min
biryara xwe da ku ez bi meþ biçime cihê ku wê kongre lidar bikeve. Hotel
Meridien President. Baþ e. Serokê PENa Fransî, Silvestre Clanier ku fikir
û hestên xwe li Bled a Slovenyayê gelek nêzîkî nîþanê me dabû,
gotibî Meridien bi meþ, ji peravê bi qasî bîst deqîqaya ye. Ji
peravê bîst, bila ji rê ve sî daqîqe be. Qe nebe ez ê ji xwe re bajar,
însan û avahiyên bajêr bibînim. Min
kilîta odeya xwe danî. -Hîn wê çaxê ez bi tenê dimînim. Di pêy sê
þevan re mîna qewlê me, ez di adeyek double de bi cih kirim- Ez derketim
derve. Li devre pêþ pêlekên otêlê þeþ heft þofêrên texsiyan li
erdê li ser þilte û tiþtên mîna kîlim û namazlixan rûniþtibûn,
teklîfê birinê kirin, lê min sipas kir û ez di rêya xwe de meþiyam. Li
rê bi tenê rastî reþikan nehatim. Kesên ku dirûvên wan bi yên
rojavayî yan jî diketin hebûn, kesên ji bakurê afrikayê jî hebûn. Ji
xwe di pêy re minê bidîta ku pozê ku em lê ne bi piranî malên sefîran
li wê rê ne. Tiþtê
herî balkêþ tunnebûna peyarêyan bû. Lê þaþ dimam ku çawa di þûna
peyarêyan de heriya sor ya mina xweliyê hebû. Gelo di þilîyê de çi
dikirin? Mal,
dikan û bufeyên ku xuya dikirin alametê xizaniyê zêdetir didan der.
Gelekên wan ji texte û tenekeyan hatibûn avakirin. Li ser ciheke welê ji
pîneyên texte û tenekeyan avakirî de “Coiffeur”
dinivîsî. Lê bi qasî çen sed mîtroyî þûnde, di nava baxçeyekê
hêþin de bi rastî jî avahiyek “navenda xweþikbûnê” mîna
nakokiyek dûlêrî li ber çevên meriv diket. Di
hinek bufeyan de tevlî hûr mûrên cûrbecûr hêk jî dihatin firotin. Lê
eþkere bû ku ji ber tunne bûnê ne di cemedokê de bûn. Rasta rast danîbûn
ser dezgeyan.
Di
rê de, ji bo pere guhertinê ez ketim þubeyek “Western Union” ê. Lê
ji bo ez karê ku li Amedê an Tirkiyê di navîna çend deqîqeyan de bi
cih tê, nêzîkê çel deqîqeyê bele sebep sekinîm. Di
kuçê de qasî ku dihate dîtin jin jî bi qasî mêran di nava jîyanê bûn.
Kincên wan bi piranî mîna rojavayiya bûn. Lê hinek ji ber sedemên ola
Îslamî porên xwe bi melhefê pêça bûn. Her çiqas li ser rêyan gelek
erebeyên nûh û bi motor hêz hebûya jî erebyên ku pê rêwî dibir û
dianîn tev ji kevnariya xwe êdî jihevdeketî bûn. Lê ji tevan muzîka
wan a ku têr biliv xuya dikir ji her derê bilind dibû. Dema
ez hinek bi westan û bi xwêdan gihîþtim Le Meridien Presidentê mîna li
welateke Ewropî bim konfora dawetkar ez dorpêç kirim. *** Kongre
tam bi maneya gotinê çeleng bû. Hemû navenda PENa Navneteweyî û ji 140
navendên PENan dora sed PENî û di ser du sed delegeyî re mêvan hatibûn.
Her her welat û quncikên dinyayê reng hebû.
Ji
hema ji hemû welatên Ewropayê, Asyaya dûr, Ji herdu beþên Amerîkayê,
ji Afrikayê û ji Rojhelata Navîn. Lewre bi dehan ziman dihatin axaftin.
Zimanê Çînî û Japonî, îngilizî û îspanyolî, Hindî û Erebî, Rûsî
û Kurdî li nava hev diket. L êsê zimanên fermî yê PENa Navneteweyî
hene: Îngilizî, Fransî û Îspanyolî. Ji xwe me di rapora xwe de nivisî –ew ê li malpera PENa
Kurd de biþweþe- Kongre hinekî
bi pêþbaziya di navbera zimanan de derbas bû. Heya nûha Îngilizî bûye
zimanê herî berbipêþ. Lê welatên Fransî diaxifin, -ku meriv heta nebîne
pirbûna li ser nexþeyê di rastiya xwe de fêhm nake- gelekî pirin,
dixwazin Frensî pêþte derxin. Bêþik
tê fêhm kirin ku ji bo agahdariyên kûr zimanek biyanî jî têr nake. Kongreyê
de hem sekreterê giþtî guhert hem du cîgirên serokê PENê hem jî çar
endamên rêvebiriya giþtî hatin bijartin. Mazûvanê
Senegalî lewre giringiyek mezin dabûn Kongreyê. Serokomar bi xwe beþdarî
vekirina civînê bû û axaftinek asoyê xwe berfireh, dilnizm û destnîþan
kirinek qewîn ya ji nivîskar û hunermendan re kir. Hefteya ku em li wê rê man, li gorî derfetê xwe em her carê
birine cihekî. Di pêy vebûna fermî ya Kongreyê re, em þeva pêþin
birin “Théatre National Daniel Sorano” yê.
Berhemê
reng û deng û reqsa Afrîkayê bi awayekî neyê ji bîr kirin li ber me
raxist. Behrem bi rengê xwe dengê xwe û bi livîna xwe ji xwezayê bilind
bibû. Ji serî heya dawî bêyî navbir bala meriv dikiþand ser xwe. Bi rû
û mîmikên xwe ve meriv hîn zêdetir nêzîke xwe dikirin. Mîna ku bêjin
di em rihê Afrîkayê nîþanê we didin. Em xwîna nava damaran e
diherikin. Em çirûsandina jiyanê ne. Herî bû, ar bû, av û heva bû di
nava notayên muzîga wan û di nava livîna reqsa wan de li hev pêçayî
bilind dibû. Em
em piranî di rohnkayiyê de diçûn û di tariyê de vedigeriyan. Hem dema
çûyîna me de hem di vegerê de sûk û kolan qelebalix dibû. Li Gelek
kesên wan li ber deriyan rûdiniþtin. Taxa ku ez lê mezin bûm jî bi
tehrî bû. Lê yên me na meriv tê derdixizt ku wê demekê þûnde derbasî
hundir bibin û ew bi tenê ji bo demekê derketine derve. Lê dema min li
wan rûniþtana wa ya bê fikar mêze dikir, ji min re mîna ku ew her û
her li wê rê rûniþtin e û dê welê jî rûnin. Ev xususiyeta germê,
an hewayê feqîrî an reþikbûn na çanda xwe ya reçika wî ya ji hezaran
sal berê de xwe digihîhand wê rojê, dihat. Ji bersivê ne çend roj ji
derve nerîn, divê meriv tevlê jiyana rastîn bibe.
hem
sed Ji M li bi dinya bi carekê guherî. Hotel hîn ji ketina derve re pênc
stêrk bûna xwe nîþanî meriv dida. Di pêy min ji nêz de dît ku her
quncikek xwe li gorî stêrkên xwe sazkirî ye. Her
kes dikare bi lêkolînek biçû bibîne ka Senegal li kêrê Âfrîkayê
ye, nifûsa wan çiqas e, hatina wan, þeþ rojname û televîzyona wan a
yek qanalî û îstatîstikên dîtir. Tu nexþeyên kaxezî an ekranî, tu
hejmarên li pêy hev rêzkirî an tu wêneyên ku di þaneyên çav û can
û di dilê meriv de kar dikin naþibin hev.
Belê. Welatekî feqîre, lê bi qasê ku li salona Kongreyê
û di kulîsan de me dît û çavdêrî kir û bi qasî ku di panelan de ew
þopandin, gelek kesên wan bi her awayên xwe zana têr û tigihîþtî bûn.
Rêjeya wan ne pir dixuya, lê eþkere bû ku qîmetek mezin didan nivîskar
wenesaz û hunermendên xwe. Ji xwe mazûvaniya wa ya ji dil ya Kongreyê ev
bi têra xwe radixist ber çav. Lewre gelek dotsniyên me çêbûn û ez
bawerim wê domdirêj bin. Ji
vanan bêþik wê cihê Tarik Günersel cudatir be. Ji
ber van hemû sedeman ez hîn zêdetir têdigihîjîm wateya rengan. Kesk,
zor, zer, þîn, hêþin û mor wateyên xwe bi awayê xwe niqutandin hiþê
min. Lê reþ, mîna sirra xwe di kûranî ruhê meriv de bi cih bike,
wateyekî nûh ji hemla xwe deranî. Êdî
tu tiþtek ne mîna berê ye. Her tiþt li gorî “beriya Afrîkayê” û
“di pêy Afrîkayê” re dê nirxê xwe bigire. syurtdas@yahoo.com
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org