Sedat YURTDAÞ
 
 
Munzur ê ber bi azadiyê biherike
 
 
  
Çiyayên Dersimê… Çiyayên bilind, kevirîn, bi xof, çiyayên bi dar û ber… bi berf û bahoz… Çiyayên bi ajalên kovî, cîwarên mêrxas û egîdan, sitareyên bêçareyan… Çiyayên asê, bi çilo, bêtirs… Çiyayên hêvî û evînê; jiyan û mirinê; rûmetê… Çiyayên serbilind, dost, heval û hogir…
Dema meriv Çiyayên Dersimê dibîne, ev hemû taybetmendî û hizirîn têne bîra meriv. Bi carekê de êrîþê mêjiyê meriv dikin. Bi tevayî radipêçin. Lewre meriv demekê bê deng dimîne. Nizane çi bibêje, çi binivîse. Meriv bi tenê xwe dide ber barana hestan. 
Lê Dersim ne bi tenê bi çiyayên xwe ve, bi çemê xwe, bi Munzurê jî li ser dilê meriv kar dike. Munzura du baskîn. Munzura ku ji quntarên çiyayên di zikê hev de, bi sedan çavkaniyan dizê û xwe hildavêje geliyên bêbinî. Geliyê Munzur û Geliyên Plumurê. Munzura ku di herdû geliyan de seranser, bi hezaran gir, lat û fetlokên har û gêjgerînan diherike, doþ dibe, boþ dibe.
 
Her du bask mîna gerdaniyeke zîvîn li dora hustiyê bajarê qedîm lê dilnizm dilefe û dixemilîne. Li ser sînga bajêr xwe digihînin hev. Dibin yek. Mîna evindarên ku hesretên xwe yên salan direvînin li hev dipiçikin, li nava hev dikevin, di nava hev de wenda dibin. Dibin yek laþ, yek dil. Gujeguja wan xulexula wan zêde dibe. Dibin melodîyek, sewtek, kilamek, destaneka zindî. Lewre cergî dinya ava bûye, Munzura sar, Munzura har jiyaneka bêdawî diafirîne.

 
Munzur livîna bi masiyên sorbelek, masiyên ku bi hinna belek-belekî têne nasîn.
Lewre rih û simbêlên Seyit Rîzayê kal bi hinneya çiyayên kevirîn hinekirî bû.
 
Dersim an “Deriyê Zîvîn”...
 
Ji bo Mihrîcana Þeþemîn ya Munzurê çend roj berê, ez careke din hatim bajêr. Li gorî gelekan tevlêbûna vê mihrîcanê di roja pêþin de, li gor salên berê kêm e. Du sedem têne nîþandayîn. Sedemek, qedexekirina mihrîcana sala par, sedemê din jî, giþtînameya îlan kirî, ya walîtiya bajêr e. Giþtînameya balkêþ, emir dide ku kesên bisabika, kesên ku di derheqên wan de doz vebûne û kesên ku di derheqê wan de lêpirsîn heye, divê nekevin bajêr û tevlî mihrîcanê nebin!
Ji bo vê yekê jî, bi rojan li ser rêyên derbaseyê Dersimê kontrola nasnameyan hebû, hîn heye. Lewre hinek bi þûn de hatin vegerandin û gelek jî ji bo ji derîyê bajêr nêne vegarandin, qet nehatin mihrîcanê.
 
Lê dîsa jî beriya agirpêxisitina meþaleya mihrîcanê di meþa ber bi Munzurê de, Þaradera me stiya Songul, walîyê xwediyê giþtînameya balkêþ û midurê ewlekarîya bajêr, hevserok Aysal Tuðluk, ez, þaredarên Batman û Kayapinara Amedê, Ender Îrmek û herdu wekîlên Dersimê tev di sefa pêþin de bi hev re meþiyan.
Di meþê de, du dirûþme car caran lê bi dengên xurt hatin avêtin.
“Munzur wê ber ve aþitiyê biherike!”
“Munzur wê ber ve azadiyê biherike!”
Û hemû beþdarên meþê li hinda çiravkê bi muzîga kurdî hatin pêþwazî kirin.
Lê ger Walî, li giþtînameya xwe girêdayî bimaya, divîya bû berê qet nebe kesên meþvanên sefa pêþin em derxistana dervayî bajêr. An belgeyên bêsabikayî, bêdozî û bêlêpirsînî ji me re peyda bikira!..

 

 
Serdan
 
Em roja duduyan, duhî ber bi çavkaniyên Munzurê, ber bi baskê Munzurê ve çûn. Lê li gelek cihan kezeb li me peritî. Belê me tevan dizanîbû çemê Munzurê þahidiya hezaran neheqiyan kiriye, lê dîsa jî dema meriv wan deran bi çavên serê xwe dîbîne, êdî ew tiþteke din e.
Ji wan cihan  yek Çavkaniyên Halbûrî bû. Ku ji bajêr bi qasî panzdeh kîlometreyan dûr e. Halbûriya kûjeyek ji cinneta vê dinê. Halbûriya ku, beriya serhildana Dersimê serok û rêberên kurdan lê civîyabûn. Halbûriya ku di pey qewlê xwe yekkirinê re, lihevhatinê re, hemûyan bi hevre kevirek bi maneya sonda herî mezin, herî giran avêtibûn nava avê, nava çêm.
Li ser çavkaniyên Halbûrî ez beyî hemdê xwe kelogirî bûm. Ez bi çavên xwe yên bixumam, li civata Seyid Rizayê rih û simbêl hinnekirî bûme mêvan. Min qewildayîna wan, min mêrxasên ku heya diranên xwe bi çek û rext û bi xençer bûn, dîtin. Ez li teniþta wan rûniþtim. Bûme þahidê wan ê roja dîrokî.
Min li wan temaþe kir. Li wan guhdarî kir. Min bala xwe da ser wan. Axînên kûr kiþandin.
Avê li perên din, zinarek yekpare bi kûjeyên tûj qul kiribû û xwe ji wêrê berra nav ava Munzurê dida. Ez ji bo ji pîroziya wê avê bêpar nemînim, ketim nav wê ava sar. Min di nava wê ava pîroz de bêhnekê ajnê kir û me teva cemeata rêberan li pêy xwe hiþt û em bêhneke din çûn.
Di eynî texmê de zinareke bilind nîþanê me dan. Gotin;

“Vira jî Halbûrî ye! Lê li vî kendalî, di pêy serhildanê re du hezar kes, jin û zarok ji alî leþgeran ve hatine kuþtin. Bi qefleyan anîne ber kendalê kûr û bi çekan bi ser wan de reþandin e. Ji wan bi tenê du zarok filitîne. Ya yek hîn heya çend sal berê jî dijîya.
 
Wê demê, di binê kendêl de wa darên mezin, bilind tunnebûye. Bi tenê darpîncik û lavlavk hebûne. Herdu zarok jî bi xêra darpîncik û lavlavkan xelisîne. Bi wan ve girtine. Pê ve daliqî mane. Munzur wê demê bûye xwîn. Binê kendêl bûye çavkaniyeka xwînî. Bi rojan xwîn herikiye. Hîn jî di bin kendêl de hestiyên wan kesên bêguneh tête dîtin.
Xwedayê Kurdan
 
Dostekî min hebû. Xwedê rehma xwe lêke. Bîst- bîst û pênc pênc sal berê rehmet kir. Wê çaxê simbêlê min hîn nû xwî dabûn. Di sala hezar û nehsed û heftê û pêncan de di cemaetekî de got. Dema têkçûna þoreþ a baþûr bû. Her roj û du roj nûçeyên ne xweþ dihatin bihîstin, dihatin xwendin. Em tev jê diêþiyan lê êþa wî ji ya herkesî bêhtir bû. Lewre carekê rûyê xwe yê nûranî vegerandibû ber ve çiyayê Reþ û gotibû:
“Çiyayê Kurdistan ê Xwedayê Kurdistan ê ne!” 

Em tev lê mat mabûn. Ew kesê bi bawer. Kesên bi nimêj û avdast. Ew kesê ku danek nimêj û rojek rojî bi serê wî bû, çawa li ber Xwedayê xwe bûbû asê û jê re þirîk dîtibû!
Min di hiþê xwe de rojan bi mehan biribû û anîbû:
“Gelo çi dibêje?!”
Îro baþtirîn fêhm dikim kaç ima çiyayên Dersim her û her pîroz in.
 
 
Geliyê Lacê
 
Em di erdnîgariya Nurî Dersimî de demeke din çûn. Çiyayê hêþin çiyayên kevirîn çiyayên cih bi cih mîna bi kêran jêkirî, ji binê gelî, ji dora livîna çem bilind dibin û hildikiþin ber ve ezmanan. Hinek cih meriv xîret neke, nikare ezmanê jor xwe bibîne.
Em li ciheke li hemberê me mîna birna kerê lat jêkirî peya bûn. 
 
“Ev der jî destpêka Çem û Geliyê Lac e! Li vira jî tevkuþtinek bê emsal pêk hatiye. Belê, ev çemê har û geliyê bêbinî li tu cihekê rê nade ku meriv derbasî aliyê din bibe û here. Hew vira heye. Ji ber vê yekê jî, serhildêran çendîn car li vira kemîn danîne û nehiþtine tu yekîniyek an leþgerek ji vira derbas bibe. Vira berê bûye gora gelek gelek leþgeran. Lê dema ku serhildan têk çû û kesên mîna zarok, jin û kal û pîran xwestine xwe ji ber xezeban bisitirînin xwe avêtine nava dilê Lac ê. Gotine encax vira me ji ber zilm û zorê veþêre. Vira li me xwedîtî bike, me têxe nava dilê xwe û biparêze. Ji mirina reþ, mirana bêwext, mirina bêeman.
Lê hedî hêdî dor li wan hatiye girtin. Tu rê û rêçik tunne bûye ku pê de herin. Hemû bi ser hevde hatine kuþtin. Tevkuþtinek nedîtî li vira jî qewûmiye. Di nava zikê havînê de li vî livîna çemê zûha de bi rojan xwîn herikîye, tev ava çem bûye.
Evan êþên giran tu dil û hiþ nikare rake. Tu maneya gotine namîne. Bi tenê meriv çi hebe di tûrê zanîna xwe, di bin hiþê xwe de, bi baweriya xwe, bi zanîna xwe, diayan bibîr tîne û di kûraniya hundirê xwe de wan diayan dixwîne. Bi mijangan dixwîne. Bi zimanê dilê xwe dixwîne.
Bêþik di wê gavê de ruhên wan bêçareyan wan belengazan, wan bêgunehan li dora meriv difiriyan. Meriv xwe bêqewet, meriv xwe deyndar hîs dike.
Gelo ji bo jiyanek bi rûmet, jiyanek azadhîn wê çiqas mirin, tevkuþtin, talan, þewat û þikestin çê bibin?!
Di rê de qala gelek cihên þerê salên dawî jî hate kirin. Jê yek þerê dema Þemo bû. Li gorî agahiyan di rastiya xwe de sed û deh, lê li gorî hejmara îlan kiri heftê û çar leþger û heft jî gerîla li wê rê jiyana xwe ji dest daye.
 
Di çavkaniyên Munzurê de
 
Kesên ku dixwaze mûcîzeyan di jiyana xwe de, bi çavên serê xwe bibîne û di nava dilê xwe de hîs bike berê xwe bide çavkaniyên Munzurê, ku ji quntara Çiyayên Munzurê dizên.
 
Çavkanî di dawîya deþteke mezin de ne. Deþt, deþta Avaçix an Ovacikê jî bi têra xwe sosret e. Deþt seranser zîx e, qûm e. Meriv bêyî lêkolîner û lêkolînan jî dikare fêhm bike ku wê rê di beriya zemanan de gol, livîna golekê bûye. Lewre lê cot nabe. Bi dehan mîtroyan qûm li ser hev civîyaye. Belê di nava van çiyayên bilind de golek mezin. Ev jî kerametek, mucizeyek e û meriv dikare vê mucîzeyê li baskên Munzurê yê alî Plumurê jî bibîne. Hema li hemû lûtke û bilindahiyan de fosilên zindîyên deryayan hene. Hemû li keviran bi hemû zindîtiya xwe hatine nexþandin. Bêþik Dersim seranser di bin deryayekê, de ka wê çawa bê tarif kirin, meriv encax dikare biþibîne deryaya okyanûsî, hebûye.
Dema meriv ber ve çavkaniyan dere, li milê çepê çiyayên bi dar hene. Seranser çilo ne. Di serê salên hezar û nehsed û nedî de bi mehan þewûtandin e. Ne hiþtine tu kes vesîne. Nehiþtine tu kes fotografan bikþîne. Lewre leþger demekê dirêj dest danîne ser makîneyên fotograf û kamerayan. 
 
 
Lê ya Kurdan daye pê þopa çilo û cihê çilo lê hebûye ji xwe re kirine cîwar, welat yan jî çilo li erdnîgariya Kurdan þîn hatiye. Ew çiloyên mîna Kurdan bi înadin careke din þîn hatine bejin bilind kirine. Lê cihê ku her îlê zêde tunne bûye ew der rût maye.
Hîn jî li van çiya, newal, gelî, zozan û deþtan de jiyanek bi xwezayê re yekbûyî bi heman xweþikiya xwe didome, heye. Lê dema bendên ku hatine pilankirî li ser wan newal û geliyan bête çêkirin wê hemû jiyan û hemû erdnîgarî û çanda dinyayê jê xisarek mezin, netdîtî bibîne.
Gelê Dersimê yê hemdem, bi sebir û sema ya xwe vî encamê heq nake.
 
Bila pezkuvîyê ku havînan gava av li lutke û bilindahiyan namîne xwe ber didin keraxê çem û bi meþa xwe ya hayedar derin ji av a pîroz vedixwin her û her bidome.
Bi tenê ji ber vê yeke jî, divê Munzur ber ve azadiyê, ber ve aþitiyê biherike. 
 
 
29 Tîrmeh 2006 DERSÝM

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org