Sefer 
 
 
Sedat YURTDAÞ
 
                           
                                                                           Ji nifþê winda re…
 
 
         Di navberê de bi dehan sal derbas bibûn. Ew salên ku her yek donzdeh meh û nizanim çend sed û çend rojên gilover ên bi tarî û bi ronahî dihemilînin.
 
Di navîna wan salan de, me hev û dû bi tenê di xewnên þevan de dîtibûn. Mîna hinek hevalên min ên din, bi mehan bi salan carê mîna wêneyek kevnî reþbelek, ji nava mijek stûr de xûya dibû, û bi piþirîna xwe ya navdar yê her dem, dihate ber çavên min. Ez çawa ku ji xwe bera li piþirîna wî dipiþirîm, ew jî welê bi lez, ji ber çavên min tev piþirîna xwe, winda dibû. Ji ser dikê vedikiþiya û tevlî mija bi keser dibû.
 
            Dibû xewn. Dibû xeyal. Dibû derew. Lewra, lêvên min ên nîv piþirî, ji xwe bera dihatin ser hev.
 
         Ez dihizirîm. Li kêrê bû? Çi dikir? Çend kesên mîna wî piþîrîn xweþ, li rû dinyê hebûn û mabûn? Gelo bi wî û bi piþirîna wî çi bibû?
 
         Lê ne agahiyek, ne zanînek, ne xeberek û ne jî þopek… 
 
         Heya sibehek ji sibehên biharê… Erê erê…
 
Ji biharên Amedê. Ew biharên ku meriv ji nûve vedijînin. Tahm û maneya jîyanê careke din tînin bîra meriv. Ew biharên ku kesên ji zimanê wê fehm bike, bi dengên bilind dilînînin:
 
“Lê lê, lo lo jîyana we ya mayî, îro hîna nû dest pê kir!..”.
 
Di sibehek welê bijarte de, lê rast hatim. Di rastiya xwe da ew bi ser min de hat.  
 
         Li ber deriyê avahiya buroya min de peyayekî bejin kin, navsal, por weþiyayî, piþt xûz û enî qermiçî bi stûxwarî sekinî bû. Di destekî wî de çenteyek mezinî james bondî hebû.
 
Kî bû, li benda kê bû?
 
Mîna gelek kêsên ku jiyana xwe li herêma þer û pevçûn û kemînan derbas kiribe û nêçe bextreþ jî, ji sekna wan pê derxisti be, min jî welê ji sekna wî pê derxist ku ew kesek dil pak û dil zîz e. Rêwiyek, dilkovanek, cuwanmêrek e. 
 
Min kir ku ez jê bipirsim; “Lo bira, te li kê mêze kir?..”
 
Lê beriya pirsa min piþirî!.. Bi þewla rojê, piþirî!.. Lê piþirînek mimirmorîkî, ya ku hîn çend xetên safî ên xortaniyê tê de parasti mabûn.
 
Bi piþirîna wî re, sibeha ku ji êvarê de bi baranek hûrik hatibû þûþtin, tev bayeke xwedayî ez noqî nava bîranînê xwe bûm û di bêhngirtinêkê de min Seferê hevalê xwe yê xortaniyê nas kir, pê derxist. Ew bû û hatibû. Ne xewn, ne xeyal ne jî derew bû.
 
“Tu û van deran!..”
 
Bi êþ û keserek miþt tijî, piþirî û bi awayekî heyirî;
 
“Di pêy ewqas salan re, te çawa ez nas kirim?”
 
“Bi serê min û te!.. Ji piþirîna te.”
 
Me destên hev jidand, hev û dû hemêz kir. Xêr û þayê anî. Mîna du zarokên rastîn, me bi hev kêf kir û em derbasî hundir bûn.
 
Dema em derbasî hundir dibûn, li ber deriyê avahiya bi cam, ez çav li xwe ketim. Ku ez jî mîna wî bûme peyayek navsal, payayek qert. Bi gelek tayên sipî por û simbêlê min reþbelekî bûn in… Dora çavên min xelekên reþ girêdan in… Mîna ku ez nû li xwe hay bibûm gûnehê min bi min hat.
 
Lê gûh nedinê!... Wext ne wexta heyfa xwe bi xwe anînê ye.
 
            Em li hember hev rûniþtin. Me ji aliyekê çayên xwe yên kaçax vexwarin û ji aliyekê jî me sýhbeta xwe kwîr kir.
 
Di pêy mezûniyet a lîseyê re, çawa em her yek bi cihekê de çûbûn. Çawa belawela bibûn. Di navbera wan salan de, rêyên me çawa bi masûmiyet ên tenik ji hev cûda bibûn û wan tenikiyan çawa qederên me xet bi xet ji hev dûr û cûda dabûn nivîsandin.
 
Hinekên me, ku en mêrxasên me bûn, hatibûn kuþtin. An bi gulleyên nava þerî de an ji aliyê kûjêrên nediyar ve. Hinek seqet mabûn. Hinek ketibûn zîndanan. Hinek tevlî refên gerîlayên serên çiyan bibûn. Hinek bibûn dewlemend. Hinek bibûn nivîskar, helbestvan. Hinek jî bibûn konevan; siyasetmedar. Tewra hinekan jê, ji hemûyan pahr a xwe girtibûn. Lê ji wan yek jî, tu nebiribûn serî, dê nebirana jî…
 
Lê hema kêm zêde ji giþtan teqez xeberek, silafek, salixek dihat girtin, lê ji Seferê min û we, tu deng derneketibû. Heya wê sibeha biharê, bibû pariyek nan û hatibû xwarin!
 
“De vebêje birayê delal… Vebêje!..”
 
***
 
“Gelek car, min bi xwe ji xwe re digot, xwezîka bavê min tew ji gund nehataya bajêr! Ez hema li wêrê, li warên bav û kalan bêyî dibistan û bêyî mamoste mezin bibûyama. Xwezîka ez her nezan bimama. Bibûyama þivanek, bibûyama gavenek, golikvanek, naxir ajoyek an bilûrvanek…
 
Heya min fêhm kir ku zanebûn, qe nebe li vî erdnîgariya belangaz dijminê bextewariyê ye, êdî gelek wext ên bêînsaf di ser re derbas bibû.
 
Tu dizanî, min ji ber xwendinên xwe yên zû, zêde û cûda hîn di serî de, xwe ji hemû girêk û qeyd û merivatî û nasîtiyan þûþtibû. Min xwe ji çand û civat û erdnîgariyan þûþtibû. Min xwe ji ol û mezheb û hemû têkiliyên kevneþopiyan þûþtibû. Min navika xwe bi xwe birîbû û min bend ê xwe qetandibû û hefsarê xwe girtibû destê xwe.
 
Min bi xwendina bi þev û rojan, xwe bi çîna xwe, çîna ku xwe aidê wê hîs dikir, bi heval, rêhevalên xwe, bi tekoþîna xwe, bi “meþa dirêj”, bi rêber û bi pêgirtiyên meþê ve girêdabû.
 
Ez perçeyek ji perçeyê proleteryaya dinyê bûm. Ez ne Kurd, ne Zaza, ne hemweletiyek Tirk bûm. Min hemû nasnameyên neteweyî, herêmî û dîrokî binpê kiribûn. Ez bi gund û navçe û bajar û herêman nedihatim nasîn. Ez bi hemû hebûna xwe rêhavalên “artêþ ên sor” bûm.
 
Ez neferek, ez partîzanek ez bi maneya wê ya rasteqîn komînîstek bûm. Ez materyalîstek ez xwedênenasek bûm!
 
Min bi teqîna mezin, bi seleksiyona xwezayî, min bi zincîra jîyanê, min bi komîna civakî, min ji rêçika xwe ya neandertal bawer dikir.
 
Adem û Hewa çîrokek xweþ ya lihevhatî bû. Pêwîstiya gerdûnî bi rûheke gerdûnî jî tunne bû. Pêxember bi tenê peþevanên demên civatên xwe bûn. Berê laþ di pêy re can, an rûh hebû. Rûhê bêyî can, dilxweþiyek bû. Ne Rûhistan ne Ýsrafil û ne jî Xocê Xizir hebû. Di pêy mirinê re, meriv ha li ser tenaþoyê bihata þûþtin û bi limêj bihata gor kirin, ha bihatana þewûtandin û ariya meriv li xwezayê bihata reþandin, tu cûdatî di navbera wan de tunne bû. Ne melek ne jî þeytan hebûn. Ne bihuþt û ne jî dojeh. Ne zabenî û ne jî hori yên ji hev xweþiktir li benda bawermendan bûn. Mîna sêv û marê destpêk a jiyanê koþk û her çar çemên av û þîr û hûngûv û þeravê ya li bihuþtê jî, gelek xevroþkên xweþ ê xwe xapandinên bûn.
 
Loma divê min baweriya xwe bêyî tirs, bêyî fedî û beyî veþartin li ber herkesî û li her cihî vegota. Baweriya xwe ya îlmî bi parasta. Divê hem zexelê melê mizgeftê jî, hem jî belangazên dê û bavên min ên ku serê wan ji secdê ranedibûn jî bizanîbana komîstekî bawermend çi difikire. Çima welê difikir e?. Çima dia û tizbîya nod û neh libî ji bo wî vik û vala ye! Çima di çavên wî de þêx û miþayîq bi tenê li pêy xapandin a bawermendan e? Îbadetên ku dê heya mirinê bikin, çima tewþ e! Çima, zû an dereng, em ê tev rêhavalên xwe yên hemû proleteryaya dinyê, lê teqez, li seranserê dinyê bi ser kevin. Hemû mirovahî dê çawa di bin sîwana baweriya me de cihê xwe bigre! 
 
Ji ber wan hizirînan, min di dirêjahiya wan salan de, li ser neynika þewqeyê xwe û li ser girmikên milên xwe her û her stêrkek sor a diçirûsî dîdît. Stêrka ku ji derve nedixûya lê min her birqokî didît, hêvî dida min. Qewet dida min. Bêsînorî dida min.  Herçî ku min li ser girmikên milên xwe mêze dikir. Ez hinekî din dibûm proleterek çînî, þervanekî wîetnamî, dibûm rêhevalê Che û li çiyayên Bolîvyayê an li welatek Efrîkayê an li rojhelata navîn li rex Filîstînîyan diketim þerên no yên bêdawî.
 
Min nikaribû jiyana xwe li ser pîvanên dê û bavê xwe, li ser pîvanên taxî û bajarvanên xwe yên kevneperest bidomanda. Min nikaribû helwesta, xwe bi derdora xwe ya ku hîn haya wan ji nerînên giþtî yên dinyê tunne bûn, bikira yek. Min nikaribû gûh bida dengê erdnigariya þûndemayî ya eþîr û þêx û mela û axayên kevneperest.
 
Divê min bi hemû þaneyên canê xwe ve, bi da pêy nûbûn û nûjêniyê. Min çawa ku di serê xwe de þoreþek hemdem pêk anîbû divê welê jî di civatê de ew þoreþ pêk bianiya.
 
Ji ber vê yekê, min dabû pêy þopa her pênç rêberên mezin yên proleterya yê. Proleteryaya ku bêyî zîncirên wan tiþtekî wan î windakirinê tunne bû. Divê ew proleterya li hemû dinyê an bi xweþî an bi zorê serdest bibûya. Ji xwe diyalektika materyalîst riya me heya dawiya belavbûna civatê her û her zelal kiribû. Bi tenê xebata canfîda yên mîna min mabûn. Ev pêvajoyek îlmî bû. Ne veger ne jî þiphe jê hebû.
 
Heye ku car caran hinekan bixwesta ku tekera pêþveçûnê bi þûnde biçerixandana, lê bêþik dê ew kedek tewþ bibûya û ji wan re jî bobelat bianiyana.
 
Ev rastî gelek wext berê ji aliyê Marks-Engels-Lenîn, Stalîn û Mao hatibû destnîþan kirin. Ji xwe hîn wê çaxê çaryekê dinyê hatibû zeft kirin. Hatibû gûhertin. Dîktatoriya proleteryayê hatibû ava kirin. Loma divê, me hemû gelên þûndemayî jî xîret bikira. Bêyî diltenikiyê, bêyî qelsiyê. Her çiqas hîn proleteryaya me tunnebûya jî, divê kesên bawermend, mîlîtan bi ewîniyek ji dil, bi baweriyek dîrokî û bi rêberiya nerîna “sisê dinê” bitekoþiyana. Min ew yek eciband û destê xwe avêt meþaleya tekoþînê. Divê min ew meþale heya canê xwe ji dest bida, her û her bilind bikiraya.
 
Loma min jî mîna gelek gelekan canê xwe dabû oxiran. Oxira baweriya xwe, rêxistina xwe; oxira heval, hogir û rêhevalên xwe.
 
Hemû sal û demsalên min bi armanca min ve girêdayî derbas dibûn. Min bêyî armanca rêhevaltiyê tu li kesekî silav neda, sihbet nekir. Çayek jî bihev re venexwar.  Min di jiyana xwe de, tu carî wext ji xwe re veneqetand. Min hemû heyîn û îhtîmalên heyînan bexþî rojên pêþ, rojên dê bihatana, lê heyf mixabin nehatin û dê nên!, kirin.”
 
“Erê erê, birayê ezîz!.. Baþ têdigihîjim. Ne bi qasî te be jî, lê min jî bi têra xwe, ji wê þerbetê vexwariye!”
 
Seferê þûþa dil lê þikiyayî, mîna birînek bêderman piþirî û domand.
 
“Îro jî dema difikirim, bi halê xwe yê belangaz ên belengazan har dibim. Bi rastî jî har dibim…
 
Na! Nikarim bikenim. Nikarim bipiþirîm jî. Min ken ji zû ve bîra kir. Piþirîna min jî loma êdî her þikestî, tahl û rengê qerînekê de ye. Tu îzahek, nakeve ber çewtiyên dehan salan.
 
Rehmetiyê bavê min car caran digot, “Bêtar ên bêtaran henin!..”  ez pê dikeniyam. Lê nûha ez têdigihêjim ku her gotinek pêþiyan tecrûbeyek sedan sala ye.
 
Loma bi hêsanî dikarim bibêjim ku, qet gazina meke, rêhevalê min! Hezar carî, sed hezar carî min baþtir î. Qet nebe bav û bira, malbat cîran û nas û dost û gelê ku tu bi serbilindî di nav de dijî heye.
 
Lê ez ê kezebreþ ketim rêyek welê ku, min þiverêyek welê neqand ku, îro jî ez bi tik û tenê me. Welê bihesibîne ku ez dema di pey þeþ salan re, ji hepsa malkambax derketim yek mala ku, yek qulikeke ku ez herimê, yek heval, nas û dostekek ku ez xwe bavê mê hindê tunne bû. Ji bo dermanê mirinê jî yek kesek tunne bû. Tu cih tunne bû ku ez pê de biçûyama.
 
Ez di Entaba ku mîlyonan niþtecîh lê hene, hema bêje seranser taxên proleteryayê bûn û ji ber vê yekê min di pêy lîseyê re xwe li wêrê girtibû û hemû xortaniya xwe da oxira wan de mîna pereyên hûr xerc kiribû, lê dîsa jî ez bê war û bê dost bûm.
 
Hepsa hilweþiyayî li pêy xwe hiþt û min berê xwe da derveyî bajêr. Min a lawirekî min berê xwe da çol û çiyan. Bê pere, bê xwarin, bê vexwarin xwe li erdê rip î rût xist.
 
Lê çawa ku pêþiyan gotiye: “Xewa rewiya tê, xewa bawiya tê, xewa tawiya tê, xewa nexweþ û birîndaran tê, lê xewa birçiya nayê!..”
 
Min çi dikir û nedikir xewa min nedihat. Sibetir a rojê ez bi berbangê re ji tahldeyê dirêjkirî rabûm û min berê da bajêr. Ez çûm meydana emeleyan min ne li zehmetiyê ne jî li peran mêze kir, kê gote were ez pê re çûm û xebitîm. Geh bi tevir û bêrê emeletî, geh bi piþta xwe hemalî kir. De de, axirê min heqê nanê xwe derxist.
 
Na. Dê û bavê min çend caran xwestin ku di hepsê de werin serdana min. Lê ez yek carê tenê derketim û min bi zimanekî jahr têde, vekirî ji wan re gote ku;
 
“Belê hûn dê û bavê min in, lê ewqas! Ne careke din werin û ne jî herin. Ji bo min tu maneyek we tunne ye!”
 
Çend carên din jî geh gotin bavê te geh gotin birayê te hatiyê serdana te, lê ez tu derneketim.
 
***
 
“Erê erê… Ez çi bêjim û çi nebêjim…
 
Þeþ meh di pêy derketina min a hepsê re derbas bibû.  Hinekî hiþê min hatibû serê min. Loma min bi hemû berîkirina xwe, poþmamiya xwe, xerîbiya xwe, lingên xwe þikand û berê xwe da mala dê û bavê xwe.
 
Ez ji bo dê û bavê xwe, ji bo xûþk û birayên xwe, meriv nas û dostên hêviyek bûm. Hêviyek pirr mezin bûm. Wan guman dikir ku lawên wan ên jîr, biaqil, zana û xwenda dê bibe kesekî mezin û dê nefa wî ji herkesî re hebe. Min jî bi paqê de berda!.. Ji ber vê yekê biryara vegerê ji bo min ne hêsan bû. Min ew ji ber derê hepsê qewûtandibûn. Min ew nekiribûn þûna dê û bavan. Lawir bi lawiriya xwe vê tiþtî nake. Lê min kiribû.
 
Loma dema min birayara xwe da ku ez vegerim mala dê û bavê xwe min wê çaxê, bi hemû zelaliya xwe fêhm kir, ku min yekser winda kiriye. Min her tiþt winda kiriye. Ez bi tevahî têk çûme. Ez bûme xirbeyek winda. Fikir, raman û baweriya min yekser têk çûye. Ez di nava mêjiyê xwe de, di kakilê hundirê xwe de, di ronahiya çavên xwe de hilweþiyam e. Ez bi hemû þaneyê xwe ji mirovahiyê derketim e. Ez bibûme qalikek hiþk, vala û qermiçî.
 
Loma jiyanê ez avêtibûm qeraxekê. Ya rastî min mafê jiyana xwe ji zû ve qedandibû. Min jiyana xwe bi destê xwe xwedê giravî bi zanebûn û nûjeniya xwe ya pêþte tir tola kiribû. Rûhê xwe jî wesle wesle. Hêviyên min ji zû ve winda bibûn û ez bibûm miriyek rasteqîn.
 
Xwedê dizane, -bi maneya çandî- min çendik û çend caran xwest ku ez laþê xwe yê ku bi derewan hîn zindî bû, biþînim hinda rûhên xwe yê mirî. Min çendik û çend caran li ser rêyên xwekuþtinê pirtûk û kovar û rojname tevdan. Min çendik û çend caran xwe bi rojan birçî û tî hiþt ji bo xwekuþtinê. Lê her carê di dawiya dawiyê de, ez qêmîþê xwe nebûm.
 
Belê emrê min qurifî bû. Belê ez têk çûbûm. Belê ez li dijî vê erdnîgariya, vê çand û netewa xwe sekinîbûm. Min ew þûndemayî ew biçûk dîtibûn lê min bi hemû dilsoziya xwe xwestibû ku ez ava bikim. Ez çê bikim, sererast bikim. Bûrjûwaziya ku bi xwîn a gelen bindest û proleterlayayê dimijin, axa û beg ên ku bi xwîna gundiyên bêzevî dimijin, daxim erdê. Nanê sifreya proleteryayê lê zêde bikim. Gundiyan bikim xwedî zevî. Perwerdehî û tenduristiya wan baþtir bikim. Bikim û bikim…
 
Nebû. Çê nebû. Mîna ku tu dibêjî, kap a min jî tu nehat lo!...
 
Lê berpirsiyarê wê nebûn ê wê têkçûnê ne ez bûm. Min Soweyeta Sosyalîst birê ve nebiribû. Min li “þoreþ a çand a Çîn”î bi Mao re pêk neanîbû. Min Arnavûtên Enver Hoca jî ji dinê îzole nekiribûn. Min dîwarê Berlîn a Elmanya yê jî lê nekiribû. Pol-Potê Kamboçya yê jî ne ez bûm. 
 
Serê te neêþînim. Ez di pêy gelek muhasebeyên re di kelekela rojek havînê de vegeriyam mala dê û bavê xwe. Min ê ew careke din nas bikirana. Ka hestên dê û bavîtiyê, hestên bira û xûþkitiyê çiye? Min ê mîna zarokekî þîrmij careke din nas bikira.
 
Xeletiyên min çi bûn, min ê di nava jiyana rojane de bi çavên serên xwe bidiyana. Min ê jiyan bi çaveke din nas bikira. Min ê qursa mirovahiyê, ew derdora ku min qurfê xwe pê dikir, piçûk didît, ji wan bigirtaya. Min ê bêhna mirovahiyê bikiþandaya hundirê xwe. Minê xwe bi armûrên xaka welatê xwe, xwe careke din vejîniya. Werihandaya. Min ê qe nebe xwe bikira nîv însanek! Min ê ji ber hemû xeletiyên xwe efû bixwestana.
 
Heye ku dê û bavê min, xûþk û birayê min, meriv û welatî, hembajariyê min ez efû bikirama…
 
Lê ez bêjim çi! Ez bêjim feleka xayîn, qeder, -ku pê bawer nakim- an bêjim naþitiya çavkoriya min, an bibêjim tesadûf, ku ew jî pirr sivik dimîne...
 
Ez rastî tofanek bêtarê bêtaran hatim. An hatina min a bêyom bi xwe re tofanek jî çêkir.
 
Dema ez ketim taxa mala bavê xwe, ez pêrgî koma cenazeyên bavê xwe hatim.!..
 
Bavê min miribû!..
 
Bavê min ê ku þêst û sê sal emir kiribû, roja ku ez vegeriyam mal, wê rojê ji dinyê bar kiribû. Heye ku wî jî heyfa xwe bi vî awayî ji min sitandi bû.
 
Bavê min danê sibehê, di berbangê de bi hesrata min “Sefer … Sefer…” gotibû û rûhê xwe teslim kiribû.
 
Heya taþtiyakê di mal de li ser Quran xwendibûn, giriyabûn û di pêy re þûþtibûn kefen kiribûn û biribûn mizgeftê. Bi darbestî ber bi goristanê dibirin.  
 
Êdî min çi bikira tewþ bû. Min çi bikira nikaribû bavê xwe bi þûnda bianîya. Jê efû bixwesta. Biçûyama dest û lingên wî. Jê re bibûyama erd jî êdî tewþ bû. Wî emrê xwe bêyî bêxêr ê ewladê xwe bidawî kiribû û diçû ber mêzîna xwe. Ez careke din bi hemû hebûna xwe li rastê mabûm. Xwezîka min bikaribûya cihê xwe bi bavê xwe re bigûherandaya! Lê heyf mixabin, yê can dabû bavê min ê ku min bi sala kul di dilê wî de vedabû, ew bû.  Heye ku hîn tiþtên ez ê bikþînim henin. Nan û ava min a rezîla li ser rûdinê hîn heye. Loma ruhistîn bi gaziya min de nehat. An min di nava wê qelebalixê de, jê re bi hemû hestê xwe yê mayî û bi dengên bilind bigotaya “Bavo! Bavê min ê Delal! Min efû bike!” û wî jî ji min re yek peyvek bigotaya û xwazayê jî emanetê xwe di wê gavê de ji min bigirtaya.
 
Lê ez rûswa bûm. Ez ketim erdê. Ez cemidîm û welê bêliv sekinîm. Heya ku ji nav komê çend kalan bi hevre bêdengi bi êrîþên xwe belav kirin.
 
“Kûjêr kûjêr!.. Kûjêrê bavê xwe! Bi cahnime here!.. Çi karê te li van deran heye!..”
 
Dema min sebebê hêrsa wan fêhm kir, ji xwe taqet di min de nemabû, ji xwe îman li min çikiyayî bû, yekcar cûnnî li min þikiyan, çav li min tarî bûn, nefes li min teng bû û ez li wê rê seranser mîna berateyekî dirêj bûm e.
 
Kalên ku bi gotinan êrîþê min kiribûn, nehiþtine ku tu kes bi ser min de were.
 
“Dev jê berdin! Bila mîna kuçika li wê rastê can bide!.. Teres ê teres!..”
 
Ez demeke dirêj welê di nava xweliyê de xewûrî dirêjkirî mam e. Kef û kupik bi devê min ketiye. Kuçikên taxê hatine dora min. Mîna ku beratekî bêhn bikim, ez bêhn kirime. Careke din bi saxiya xwe mirime. Heya ku dêya min a reben a kezepperitî, herkes bi aliyekê de kiriye û hatiye ser min. Bi girî û qêrîn ez birime mal.
 
Mal a ku ne ya min bû. Mala ku min neheqî yên bêtarîf lê kiribûn.
 
***
 
Bi vegotina te, birayê delal!
 
Vegotina min jî mîna serê min tevlihev e. Derdê min ne tenê têkiliyên min ên malbatî bûn. Derdê min ên mezin bi rêxistina min re, bi hevalên min re derket. Di pey heft-heþt salên min ên dema þoreþgeriya profesyonelî re, min hêdî hêdî fêhm kir ku rêya ez tê de me, rêya em têde ne, tu ne rê ye û dê me nebe tu cihekê. Gelek car em bi hevre ketin nîqaþên dûr û dirêj. Bi mehan em li ser hemû meseleyan bi dehan car sekinîn, lê dîsa jî wan ez qanih nekirim. Min jî ew qanih nekirin.
 
Lê çiqas ku min rexneyê xwe rêz kirin, hevalên min jî ewqas ji min bi dûr ketin. Di wan demên dawiyê de, êdî ez ji tevgera xwe bi tevahî qetiyayî bûm. Lê dîsa jî em bi hev re di eynî malan de diman. Hem cihekê ez pê de biçûyama tunne bû û hem jî bi salan me hemû jiyana xwe bi hevre pahrve kiribû. Yeka din jî min nedixwest ew bibêjin ku Sefer tirsiya an westiya û ji me direve.
 
Min dixwest ku ez nîþanî wan bidim ku her çiqas ez mîna wan nafikirim jî, sînga xwe li ber hemû xetereyan wan dikim sîper. Min xwest ku ez îspat bikim ya min ne ji tirsê û ne jî qelsiyê ye. Helwesta min ji nerîna min a cûda ye.
 
Di wê navberê de min xwendina xwe bê navber domand. Lê rojekê ji hevalên me yekî bi girtina xwe re navê min jî dabû polêsan. Heya ku haya min jê çêbû, ez ketibûm destên wan zaliman.
 
Serê te neêþînim. Ez heþtê û sê rojan di destê wan de mam. Min li wêrê careke din îspat kir ku ez keseke bawermend, mîlîtan û bi biryar im. Min tu nav neda. Min tu têkilî aþkere nekir in. Min tu xisarek neda kesekî an rêxisitinê.
 
Di lêpirsînê de, her cihekî min birîn bibû. Parxan li min þikîyayî bûn. Ez di halê mirinê de biribûm hepsê.
 
Ji ber ku min tiþtek negotibû dosya min gelek sivik hatibû girêdan. Belê di derheqê min de biryara girtinê dabûn lê di dawiya dozê de min teqez beraat dikir.
 
Lê rêxistina ku min emrê xwe, þev û rojên xwe hemû heyînên xwe dabû oxira wan, ji bo ku ez cezê bixwim çi ji destên wan hat pêk anîn. Welê bihesibine ku parazerê min di aleyhê min de parastina xwe vegot. Ez sûcdar kirim. Hevalê min ên dozê ez jî kirim þirîgên xwe. Serokê dadê çend caran serê xwe li ba dikir û digot:
 
“Ez çi bikim! Wa ye tu bi xwe dibînî!”
 
Min dît. Hem jî çawan dît. Min jî hema hema bi qasî wan ceza xwar. Þeþyekek min kêm dabûn.
 
Rojekî di hepsê de parêzerê ku ez sûcdar kiribûm hat ji me hemûyan serlêdana ji bo Mahkemeya Ewropayê wergirt. Min jî hemû belge û agahî danê.
 
Lê ez gelek di pêy re pêhesiyam ku Parêzer çawa ji hepsê derdikeve, dosya min digre davê nava qutiya gemarê. Ez jî dibêjim belkî doza min li Ewropayê ye. Heya ku rojekê hevalên min ên din her yekî bi dehhezaran Euro girtin hîn wê demê hate gotin ku ji bo min serlêdanek çênebû ye.
 
“Tiþtên bû nede dû!.. Lê keremke tu îþev were bibe mêvanê min. Qe nebe em qala rojên berê bikin qala hêviyên xwe bikin, biteriqîn in!..” 
 
Bi rastî divê ez îro vegerim. Mîna ku tu dibînî ez pirtûkan difroþim. Lê heya hefteyekî jî divê ez ê derkevim devre welêt. Çar sal cezayê din li min birîne. Ez êdî nikarim têkevim hundir. Loma ez ê berê xwe bidim welateke pirr dûr. Ka cereke din em hev û din bibînin an nebînin, xweza an xwedê dizane!
 
“Sefer Sefer… Ha li vî alî ha li wî alî em nifþeke winda ne bira!...”.Bihara 2008an          syurtdas@yahoo.com
 
 
 
 

  

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org