|
Sedat
YURTDAÞ
ÞOPAJO
Dema ez bi
meriv û cîranên rehmetî re gihîþitim ser erd, gelek leþger û çend
qoricî jî, hîn li wê rê bûn. Di bin emrê fermandarêkî de, li derdorê,
bi awayekî belavbûyî û li gorî zanîna xwe, lêkolîn dikirin. Min bêdeng,
xwe da ser kevirekî mezin, li ser totikan rûniþtim. Qutiya xwe ya titûnê,
ku ez hîn jî bêyî titûna zer a Mûþê nikarim gûmekê jî bikþînim,
ji berika çakête xwe derxist, dest bi pêçana cixareyekê kir. Cixareya
xwe pêça û pêxist. Ji aliyekî, gûmên mezin jê kiþandin û ji aliyekê
jî, bi hizirîn, li tespît û lekolîna wan a cih û delîlan temaþe kir.
Ew, ge bi vî
ali de û ge bi wî alî de, diçûn û dihatin. Di destên wan de, mîtroyên
dirêj, cih û navber dipîvan û li ser kaxizan xêz û destnîþan
dikirin. Heya min cixareya xwe kiþand, ew bi lihevgerînekê, bi karê xwe
ve mijûl bûn. Ber bi qedandinê, ez, hêdî hêdî, ji cihê xwe rabûm û
ber bi fermandar ve çûm. Fermandar li min nihêrî û bi dengekî sar,
pirsî: “Tu hatî?” Min sariya
dengê wî, qet negirt ser xwe û bi dengekî ji xwe bawer, bersiv dayê. “Belê
Fermandar, ez hatim.” “Baþ e.
Ji xwe karê me li qedandinê ye. Tu hêdî hêdî dest pê bike. De ka, em
ê giþt mêzekin, tu nê ji me cudatir çi bikî?” Me hev û dû,
ne zêde, lê nas dikir. Ji xwe, sal-sal û nîv bû hatibû. Di hinek bûyêran
de, em rastî hev dihatin. Loo looo... Min heya vî emrî çendik û çend
kesên mîna wî dîtin. Gelekên ku berê lêva xwe li min badidan, di pêy
re mecbûrê hûrmet nîþandanê bûn. Loma, qet ne xema min bû. Min gote,
“Hay hay!” û çend gavan bi þûnde vekiþîm û demeke din jî, li wan
temaþe kir. Tiþtên ku
ew bikin, êdî nemabû. Kaxizên xwe, kirin nava dosyayan û dosyayên xwe
jî dane destên leþgeran, ku têxin paþ erebeyan, þiyandin. Beriya ku ez
dest bi lêkolîna xwe bikim, min, ji Fermandar re gote: “Fermandar,
ez ji we tika dikim, ku bila her kes hinekî ji min bi dûrkeve, tu kes nêzîkê
min nebe. Ji kerema xwe re, bila dengê xwe jî nekin!” Fermandar,
bi mirûzekî acizbûyî, serê xwe hêdîka hejand û gote min: “Bila
be.” Vegeriya ser leþgeran û qoriciyêkî, sisêyên din ji me dûr bûn,
bi dengekî bilind emir da: “Hele hinekî dûr vekiþin. Bila camêr, karê
xwe bêyî bahaneyan bibîne!” Bi
qedandina hevoka wî re, ez ji hemû kesên dora xwe bi carekê de filitîm.
Mîna, ku tu kes li dora min tunne be. Ez bi tik û tenê bim. Derdor ji min
re, welê xalî û bêdeng bû. Min, herdu kalpaxên çavên xwe dane
ser hev û hewa pakij a payîzxêrê, kiþand nava cegerên xwe. Nîvro þikiyayî,
ber bi esirkê bû. Roj, mîna rojek ji havînê bû. Ji xwe, herçî ku diçû,
mîna hemû dinyê, li welatê me jî sar û seqem, þilî kêm dibû. Loma
tîn û þewqa rojê, li þaneyên meriv, baþ kar dikir. Lê bayekî sivikî
payîzê jî, hêdî hêdî diliviya. Bi livîna xwe re rûyê erdê, dar û
ber, pelên zerên li daran û yên weþiyayî û rûyê meriv, mîna
destgirtiyekê bi nazenînî mist dida. Ez berê
çûm ser cihê ku rehmetî hatibû kuþtin, li ser sekinîm. Min þûna wî
ya dirêjkirî, ji kortik û bilindahiyên erdê nû ajotî, bi hemû aþkerabûyînî
dît. Pêra pêra berdabûn ê. Ji xwe di pêy bûyêrê re, ew di desta
rakiribûn, biribûn. Lê negihîþtibûn nexweþxanê. Di rê de, can dabû.
Qal kiribûn, lê min laþê wî nedîtibû. Lê kifþ bû, ku hemû derb ji
pêþ ve xwaribûn. Ev yek, bi serê xwe nîþanê mêraniyê bû. Dê qe
nebe, tu kesekî nikaribû, ji ber mirina wî, ji zar û zêçên wî re, an
ji dost û hevalên wî re, kêm bigotaya. Bê serhevde, bi mêranî dinya
xwe gûhertibû. Li gorî
herdu kortên gilover, berê bi ser çokên xwe de ketibû. Heye ku, derbên
ewûlî rastî çokên wî hatibûn. Heye ku, berê berdabûne çokên wî.
Heye ku, xwestibûn negihîje hinda çenteyên xwe yên desta. Heye ku, haya
wan ji demançeya, di hundirê çenteyê wî de, hebû. Heye ku, bigihîþta
çente û demançeya xwe, nehata kuþtin. Heye ku…. Lê ew kuþtibûn û
ez jî, ji bo ku þopekê bibînim, li wê rê bûm. Di pêy re,
li piþt xwe mêze kiribû. Ji xwe, li gorî ku ji min re qal kiribûn, bi
dengê bihîstina teqînê re, biraziyê wî, motor dabû seknandin û berê
gotibû, belkî ji tekeran deng tê, lê mêze kiribû, lê gava di tekeran
de tiþtek nedîtibû, bi tirs vegeriya bû, cihê ku apê wî cilên xwe lê
gûhertibû. Bi vegera xwe re, dîtibû ku apê wî, li erdê ye. Bi ser çokên
xwe de ketiye. Ber ve wî zîviriye û destê xwe bi alî wî de, li ba
dike. Wê gavê de fêhm kiribû, berra apê wî dane. Bi bayê bezê, ber
bi apê xwe ve bazda bû. Di wê
keliyê de, hatibû bîra wî, ku wî ji apê xwe re, di pêy paydosê kar
re jê re, gotibû: “ Apo, hadê em îþev herin mala me. Ma îþev, tu li
mala me bimînî, çi dibe?” Mala
biraziyê wî, li gund bû. Gund, ne dûr bû. Bi meþ ji deh xulkeyan bêhtir
nedikiþand. Ji xwe biraziyê wî, bi motora xwe erdê apê xwe ajotibû. “Na birazê,
ez ê herim mal ê. Mala te ava! Destê te ter be! Tu jî westiyayî, here
mal. Ez ê jî, cilên xwe bihûgerim û li dolmîþekê siwar bibim, herim
mal.” Birazê, li
motora xwe siwar bibû, þixûlandibû û hêdî hêdî bi rê ketibû. Wî
jî, berê xwe dabû, cihê ku cilên xwe yên rojane ji xwe kiribû û cilên
xwe yên kar li xwe kiribû. Baþûrê erd. Ber bi sînorê kevirîn û çilo.
Ber bi kemîna ku hay û bala wî û felekê jê tunne bû. Lê hîn
negihîþitibû hinda cil û çente xwe, yên kemîn danîbûn her çend kes
bûne, xwe li piþt dîwarê erd, ku wî bi destê xwe, kevirên nava erd
yek bi yek berhev kiribû û dabûn ser hev, tewandibûn. Berdabûnê. Ji dîwarên
kevirin û çiloyên ku ev çend salên dawîn mezin û þên bibûn, ne
mimkûn bû tiþtek bihataya dîtin. Berdabûnê û çok lê þikandibûn.
Berê, di ser çokên xwe de ketibû. Di pêy re, li ser enîþka xwe ya
rastê de. Demekê, welê sekinî bû. Cihê enîþkê, kort bibû. Lê çiqas,
ku xwîn û qewet jê çûbûbû, welê bi lez jî, milê wî û enîþkê wî
ji qewet de ketibûn û di pêy re, li ser milê xwe yê rastê de dirêj
bibû. Milê wî, di binê laþê wî de mabû û welê ji xwe ve çûbû. Li ser erdê
xwe yên, ku bi dehan salan, bihust bi bihust, pê de ketibû. Ji lat û
kevir û xilikan paqij kiribû. Heriya wî bêhn kiribû. Mist dabû, jê
hez kiribû. Erdê ku bav û kalên wî, bi dehan salan, di heman rengî, pê
de ketibûn. Erdê ku lê cot kiribûn, jê zad rakiribûn. Nûha ji rûyê
bêbextên nedîyar ve, bi gelek hesretên mezin, bi hesretên ku di nava
dilê wî de bibûn kevir, bibûn girêk, bi hesretên, ku yek bi yek qurifî
bûn, xwe bi wan re, lê dirêj kiribû. Xwe teslîmê, axa erdê bav û
kalan kiribû. Axa, ku di zindîtiya wî de, kêm zêde ew xwedî dikir, hêvî
didayê, wê gavê jî, ew bi halê wî yê birîndar, mîna mazûvaneke baþ
xwestibû jê re cih çêbike. Ew hembêz kiribû. Jê re cih xweþ kiribû.
Lê, êþa wî ya, ji ber gulleyên bêbextên nediyar, bêhn lê diçikand.
Ji her derî
û her kesî dûr. Bê lome be. Xwîn jê çûbû. Di dewsa çokan, taxa zikê
wî û cihê korta serî wî de, xwîn bibû gol. Gola xwînê, tevlî axê
bibû. Yê li ser heriyê mabû jî, zûha bibû. Kerme girê dabû. Xwîn,
tevlî xwêdanê bibû. Erdê ku hatibû çandin, vê carê bi xwînê hatibû
avdan. Biraziyê wî,
tu tiþtek û tu kesek nedîbû. Di wê gavê de, hew li apê xwe yê birîndar
î li erdê hizirîbû. Apê belangaz, gotibû: “Birazê
min rake!” Gotinên
wî dixwest wî rake ku ez wan gotinê ku li ser zimanê wî bûn, gotinên
ku li ser dilê wê bûn, yek bi yek bibêje, ku sibe roj bila tu tiþtek di
tariyê de nemîne. Biraziyê
bêçare jî, ew rakiribû. Lê hew! Êdî, tu deng pê neketibû. Xwîna ku
ji ser dilê wî, xwîna ku ji serê wî, belavî dora xwe bibû, nehiþtibû
yek gotinek din ji devê wî derkeve. Bêyî xirexira sekrata mewtê, tu
deng pêneketibû. Loma, birazî
jî dev ji kujer û dayîna pêy wan û þop û kî û çend kesan berdabû.
Bi tenê, xwestibû ku, gavekê berê bigihîne nexweþxanê. Lê
min, ji halê ketina wî, pê derdixist, ku ew karê kirêt, ne karê yekî
bû. Kuda here, kujer, herî hindik du kes bûne. Îhtîmalek mezin, bi
hevre berdabûnê. Bêþik, jê pirr tirsîya bûn. Jê pirr xafe xwe kiribûn,
ku derbên kuþtina misoger berdabûnê. Beriya mirinê jî, nexwestibûn ku
bêne nas kirin. Nexwestibûn, ku çavên wî jî li wan bikeve.
Heye ku, çavên wî li wan biketaya, wan fêhm bikirina, ku wa ye wan dibîne,
heye ku nikaribûyana ew bikýþtana. Nikaribûna, tilîka xwe jî
bilivindana. Dê destên wan, sip sar bibûya. Bêþik
ew elametên, tirsek gelek mezin e. Tirsek çawa, di nava dilê xwe de mezin
kirine, ku bi wê tirsê jî xwestine derbên kuþtinê lê bidin,
ku tu nikaribe xwe tevde. Ji þûna
rehmetî rabûm. Ber bi dîwêr, dîwarê erdê ku kujeran xwe li piþt veþartibûn,
çûm. Ji xwe, bi dîwer re çilo yê þên jî dest pê dike. Ev çend salên
dawîn, herçî ku diçe, tariþ û pez kêm dibe, çilo jî bûye mîna
daristaneke biçûk. Belê. Li
þûna kujeran, dewsa du kesên dirêjkirî hebû. Tu gumana min nemabû.
Misoger, du kesan bi hevre kemîn lê danîbûn. Li þûna enîþk û çokên
xwe, çereyên heyî eciqandibûn. Li cihê wanên, ku xwe dirêjkirî veþartibûn,
tu qotik an jî xweliya cixarê tunne bû. Ez xwar bûm, min xwe dirêj kir
erd, çêre û kevirên dîwêr bêhn kir. Lê bêyî bêhna barûdê, bêhn
nehat difnên min. Bêhna cixarê li dewsa wan tunne bû. An kujeran cixare
nedikþand, ku ev îhtîmalek qelse, an wan di demek kurt de karê xwe yên
kirêt bi cih anîn û bêyî ku cixarê bikþînin, reviyan çûn. Rabûm.
Çend gavan çûm Min li dora xwe gûhdarî kir. Gûhên xwe miç kirin. Li
dar û ber, li pel û kevirên derdorên mêze kir. Min bala xwe da ser wan.
Min xwest, ew ji min re her tiþtî, bêyî ku ez bidim pêy þopan vebêjin.
Lê
her nebat, di nava xwezayiya xwe de dijî, dijiya. Tu tiþtek, nikare di cihê
tiþtek din de peyvirekê bi cih bîne. Belê wan dîtiye. Hemû tiþtî, bê
kêmanî dizanin. Ger Xwedê Teala destûr bide, dikarin hemû tiþtî bi
yek carê de, bi hemû zelaliya xwe, yek bi yek vebêjin. Lê, ev destûr
tunne ye. Divê dinyê de, tunne ye. Dema kujer cahnimîn û ji vê dinyê
çûn aliyê din; gava rûhistîn, rûhê wan li gorî wext û saeta ku li
ser eniya wan a reþ hatiye nivîsin temam bû, ji wan girt; dê wê çaxê
ev dar û ber, ev çêrê û pel, ev zinar û kevir, ev cotên çûçikên
ku li jor serê min anûha dikine vîçevîç û difirin, dê yek bi yek
werin ziman. De ka, heya ew roja heya bê!.. Min, li gorî
îhtîmalên rêya çûyîna wan, derdor ji her alî ve tevda. Herçî ku
çû, min xeleka derdora þûna xwe, ku kemîn lê danîbûn, fireh kir. Erê.
Di gûþeyek perçeyekî erdê ajotî de, min çend heb þop ji dûrve dîtin.
Belê, salê
min, þêþt û heþt e. Lê Xwedayê Alemê, xûsîsîyet welê bi nirx
daye min, ku ez bawer im, ez mîna teyrekî, teyrek çawa ku bi sedan mîtro
di hewayê re dikare kurmekî li erdê bibîne, ez jî welê bi hurgilî dibînîm.
Dikarim bibêjim, ku pirî caran, tiþtê ku ez lê digerim, ne ez ew ber bi
min ve tê. Xwe hildikîþîne, ku ez bibînim. Mîna ku min li jor gote,
nayê ziman, gazî min nake, þahidatiya xwe venabêje, lê xwe niþanî min
dide, ku ez jê derxim, da çawa û di kêrê re çû ye! Ez, ber bi
þopan ve çûm. Di ser þopan de, yek bi yek xwar bûm. Min her þopek, di
nava xwezayiya xwe de nirxand. Du þop, þopên revê bûn. Xwediyê þopan,
gavên xwe, heya ku ji wan hatibû fireh fireh avêtibûn. Xwediyên herdu
þopan du kesên ne qelaw, zirav bûn. Serê pozên solên wan, herî bi pêþte
biribû û pahniyên solên wan jî herî bi xwe re teriþandibû. Dewsa pêlavên
wan, zêde kûr neçûbû. Gav gavê bezê bûn. Lê þopa yên sisêyan,
lez nekiribû. Ew hîn bi baldarî û hêdî meþiyabû. Ew hinekî ji wan
bi firk û carcaran jî li derdorê mêze kiribû û meþiyabû. Mîna wan,
eceleya wî tunne bû. Heye ku, ew jî parêzvanên wan, an çavdêrên wan
bû. Hem ji kuþtina wan re, hem jî ji reva wan re çavderî û parêzvanî
kiribû. Min careke
din, bala xwe bi hemû dîqeta xwe da þopan. Þopên ku li nik erdê rehmetî,
mîna erdî wî, di nava van çend rojên dawîn de, hatibû çandin. Loma
bi hemû xweþikayiya xwe þop hatibûn risim kirin. Ji þopan yek, serê pêlavî
tûj û pahniya wî jî bilind bû. Yekî, ji xwe zêde hezkirî bû. Ta, ku
þopek kesekî hirhop bû. Þopa kesekî sûtal bû. Heye ku, wî pêþevaniya
vî kemînê, vîþ kuþtinê, vî qetlê kiribû. De nizanim hûnê çiqas
bawer bikin, lê xwezika anûha ew têxistana nava du sed peyayî û ji min
re bigotana kî ye? Bi serê we, minê ew tavilê, min ê ew ji helma wî,
derxistaya, ku ew kujer e. Yekî kujer, çavên wî, rûyê wî, destên wî,
zimanê laþê wî, hilma wî, wî dide dest. Heya nûha, min çendin ku çend
kes, bi îzna Xwedê, bêyî ku li kesekî derewan bikim, îftirê bikim pêderxistiye,
ku ew sûcdar e. Diz e, rêbir e, qesas e, xayîn e an jî masûm e. Ji þopan
yek, þopa pêlavek qondirê bû. Ji xwe sûtal xwediyê wê þopê bû. Binê
pêlava wî, kosele bû. Li binê pahniya sola wî, nalçe mîxkiri bû.
Dema li peyarêyan dimeþiya, bê þik xirtexirtek xurt jê dihat. Pêlavên
kujerê din jî, pêlavîn siporê bûn. Hemû xetên sîporên xûya bûn.
Mezinahiya qondirê çil û yek, yên siporîn jî çil û sisê bû. Li gorî
þopa yên sisêyan, ew kesê çavdêr, an parêzvan jî bi pêlavên bin kaûçik
bû. Di binên solê wi de, þiklê dar û gûliyên darê hatibû nexþandin.
Numreya wê pêlavê jî, bawer dikim ku çil û dido bû. Ez, di nava
van hizirînan de diçûm, ku min di nava erd de, kaxizek di rengê
nasnameyekê de biçûk û çar gûçîn, lakêþe, dît. Heye ku, erdê di
wê gavê de, ew kaxiz ber bi min ve þiyand, bilind kir ku ez bibînim. Ez
bi gavên lez, bi wê hêlê ve çûm. Ez xwar bûm, ku ji erdê bigrim, lê
beriya min, leþgerekî sal zarok, ku tu haya min tunne bû, ji wan çend
kes di hemû demê de li dora min bûne, bi lez destê xwe avêt û ew kaxiz
ji erdê wergirt û qêriya: “Fermandar
þopgerên nasnameyek dît!” û kaxiza nava destê xwe bilind kir. Fermandarê
mezin tunne bû. Ji yekî binê wî gote: “Bîna vira.” Min gote,
“Law bisekine.” Lê, bêyî ku gotina min gûhdarî bike çû û ew
kaxiza da destê fermandêr. Fermandarê
mezin xûya nedikir. Heiê min belawela bû. Ez qaherim. Vegeriyam ser cîgirê
Fermandêr: “Ne min ji Fermandarê te re gotibû, ji min bidûrkevin. Bika
kes, qariþ karê min nede!” Bi zimanekî
zexel ez besivandim: “Na na em qarþ karê te nadin!” got û vegeriya
ser leþger û cerdevanan. “Tev jê dûr bikevin!” emir kir û vegeriya
ser min: “Tu karê
xwe bike. Heye ku ev delîlek girîng be. Loma divê em bigrin û teslîmê
Fermandarê me bikin. Ew ji vê lêkolînê berpirsiyar e.” Di pêy
deng û girtina nasname an kaxizê re, ji bo karê xwe ber bi hev bikim li
keraxê erd rûniþtim. Careke din, qutiya xwe derxist cixareyek pêça û
kiþand. Di pêy re, hêdî hêdî rabûm ser xwe û þopa xwe berdewam kir.
Lê pirr neçû
em gihîþtin ser rê. Rêya nav bajaran. Aþkera bû, ku ew ji wê rê
derbasî aliyê bakûr bibûn. Gelo, dema ew di vir re reviyabûn erebe
derbas bibûn an na? Ji wan kesî kesek dît, an nedît? Þik birin wan, an
nebirin wan? Mîna suretên kujeran, bersivên van pirsan jî nediyar bûn. Di pêy re
ji rê derbas bûm. Li kendalê rê jî, þopa pêlavên herdûyan hebû.
Ew jî ji rê derbas bibûn. Îhtîmale, ew ber bi çiyê ve reviyabûn. Lê
þopa yên sisêyan winda bibû. Ji xwe, karê wî jî qediya bû. Ew, bêyî
ku bireve, ji ser rêya nava bajaran de, hêdî hêdî bi aliyekî din de
çûbû. Îhtîmale, ew vegeriya bû cihê ku amadetiya kuþtinê bi hevre
kiribûn, wê rê. Her çiqas
li ser kevir xîçan, þûn zêde xûya nebûya jî, heriya ku bi pêlavên
wan re hatibû, xwe bi çend tozan be jî nîþan dida. Çavên ku bixwaze,
çavên ku bikaribe, bê þik pirr an hindik dibîne. Min jî dît. Lê hiþê
min li ser nasname an kaxiza lakêþe mabû. Nehiþtibûn ez lê mêze
bikim. Bigrim nava destê xwe. Gelo îhtîmala ketina ji wan çibû? Gelo ji
dereke din bi bayekî hatibû wir? Gelo baran xwaribû an nexwaribû? Çen
roj b'u li wê rê bû? An ew mexsûs, ji bo ku bikaribin þopê winda
bikin, li pêy xwe hiþtibûn? Gelo leþgeran çima ew þopên ku hatibûn dîtin, nekiþandibûn
kamareyê? Ez careke
din rûniþtim. Belê, yê min welê bû. Ez ne makîneyek bûm, ku hema bêyî
sekin, xwe li þopê bigrim û herim; derxim. Na. Divê, ez gelek car, û bi
demên dirêj, li xwe, li derdorê, bi hemû hebûna xwe gûhdarî bikim.
Xwe ji hizirîn û mitalayên ne girêdayî þopê rizgar bikim, xwe ji
gumanên tewþo mewþo safî bikim. Bidim ber hev, bidim se hev. Hemû rêyên,
ku ez jê derbasbûme bifikirim. Hemû tecrûbeya ku min di navbera dehal
salan de, jiyaye, binûqitînim tiþtê ku min dîtine, tiþtê ku min di hiþê
xwe re derbas kirine, bihizirim. Ka kîjan rast, kîjan kêm e, lê
bifikirim. Ger xeletî û kêmaniyek hebe, cardin li xwe vegerim. Bi çavekî
din, lê binêrim û birayara dewam û tasnîfa nîþanan bikim. Lê ez hîn
di nava wan mitalayan de bûm, ku meriv û cîranên rehmetî, ez anîtibûm
þop ajotinê, ji min re gotin, ku divê em herin Qereqolê. Tirsa wan,
winda kirina wê nasnameyê an suretê nasanameyê bû. Ew
nasnameya ku min dît, lê min wext nedît ku ez bigrim nava destê xwe û jê
bipirsim, ka tu ji kêrê anîn vira? Karê merivê
dewletê, tu car ne belî nabe. Dikarin her tiþtî bikin! Kesên ku ev
karê nebaþ kiribû, miheqeq, li gorî xwe gelek bi qewet û bi hazirî bûn.
Loma, dikarîbûn her tiþtî bikin. Bê çare,
þopajovaniya me nîvçe ma û min jî da pêy wan û em çûn. 08 11 2008
AMED syurtdas@yahoo.com
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org