ZÝMANÊ KURDÎ: NÝVÎSKAR ZÝMANEKÎ NÛ
AVA DÝKÝN
 
Sedat Yurtdaþ
 
 
 
         Dîwan û Beþdarên Birêz.
 
Ji bo axaftina li ber we ez pir serfiraz im. Bi rêz û silavên “Navenda PEN a Kurd” dest bi axaftina xwe dikim. 
 
Bêþik, mîna ku Edvard Kovaç di despêka nivîsê xwe de destnîþan kiriye, “Diwarê Berlînê” hilweþiya û dawi li îdeolojiyan hat. Fukuyama û hinekên din jî qala “dawiya tarîxê” kirin.
 
Lê bi hêsanî dikarim bibêjim ku em hîn di bin hukmê totalitarizmek biþid de ne. Bi gotinek din: her çiqas hilweþîna Dîwarê Berlînê li ser me jî tesîrek çêkiribe, di rastiya xwe de hîn diwarên me yên Berlînê bi temamî hilneweþiyayî ye!
 
Heyf mixabin, ev tespît a reþbînî ji bo kurd, kurdî, zimanê kurdî, elfabe û edebiyat a kurdî, rasteqînek e. Ka em hinekî ji nêz ve lê binêrin.
 
Zimanê Kurdî, her çiqas bi giþtî zimanekî devkî bûye û ji ber vê yekê jî bi alî xwe yê “gotinkî” gelek pêþta çûbûbe jî, bi berhemên xwe yên edebî ve jî di nava zimanên nivîskî de cihê xwe yê taybet girtiye.
 
Mîna gelek zimanên dinê yê dinyayê, ji alî edebiyata devkî/gotinkî, mîna helbest, vegotin û destanan de gelek biserketi ye. Ji ber vê yekê mîna destana Hindîya ya “Ramayana”, yên Yewnan a “îlyada”, Yên Kirgiz a “Manas”, “Kogtanên Ermenan” yên Tirkan Koç û hwd.
 
Lê destanên Kurdan gelek zêde ne. Ne bi tenê “Memê Alan”, an bi navê xwe yê zêdetir tê zanîn “Mem û Zîn”, “Siyabendê Silîvî/ û Xecê”, “Zembîlfroþ”, “Ker û Kulik,” “Derwêþê Evdî”, “Kela Dimdimê”, “Cembeliyê Lawê mîrê Hekarî” û hîn gelekên din.
 
Di dîroka piþt me de piraniya Kurdan, her çiqas bêyî xwendin û nivîs bûne jî, ji ber vegotina xwe ya xurt ji ber ku di her gundekî de di her malekê de dengbêj hebûye, herçî diçe kêm dibe, ev çanda xwe ya kûr ev vegotina xwe ya gotinkî parastine û pêþte birina. Lewra ziman û wêjeya Kurdî, li ber evqas zor û zilm û êrîþan da karibûye li ser piya bisekine.
 
Em dikarin bi kurtî qala dema edebiyata nivîskî û nivîskarên me jî bikim.
Melayê Cizîrî(1407-1481, Feqîyê Teyran(1590-1660):, Mela Mahmude Bazidi, Melayê Bateyi, (1417-1491) Eli Heriri (1009-1078) û Ehmedê Xanî (1651-1707) û wekî din.
 
Heyran bûm ez ji dinê
Sohtim ji dest evînê
Ji xwe nakim hîvya jînê
Li-m kêm bûn mah û salê         
 
Li-m kêm bûn mah û salan
Metne ji lam û dalan
Ji ber zahmet û eþkalan
Ez t’êr dikim miqale (Ji Elî Herîrî dibêje)
 
Ey dil werin dîsan bi coþ
Carek ji caran mey binoþ
Bikin qisseta zembîlfiroþ
Da seh bikin hîkayetê.
 
Zembîlfiroþ lawkê rewal bû
Bi kilfet û ehl û eyal bû
Husnekî Usif li bal bû
Heq rizayê qismetê…” (Melayê Batê: Ji Zembîlfiroþ)
 
Ey dîlberê gerden zêrî
Way nazika dêm qemerî
Qamet ji mûma fenerî
Wêran ezim malim xirab
                  
Ey dîlbera gerden letîf
Way nazikê qamet elîf
Qamet ji reyhana xefîf
Wêran ezim malim xirab (Feqîyê Teyran Ji Dîlberê)
 
Hey av, mal xirab, bi bez
Qewî bi fûr dik’iþî bil ez
Þewata tu li ser wusa jî ez,
Herê avê, tu maþoqa dilê xweyî
Ne þivêta qelpê mayî/metlûbekî dilê te jî hebî (Feqîyê Teyran Ji Avê av)
 
Þoxê û þengê zuhre rengê
Dil ji min bir dil ji min bir
Awûrên heybet pilingê
Dil j imin bir dil ji min bir (Melayê Cizîrî Ji Dil j imin bir)
 
 Ger hebûya me îttifaqek
Vêkra bikira me înkilabek
Rom û erb û ecem temamî
Hemiyan ji me re dikir xûlamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me hukmet
Temir dibû ji hev her miqalet
Mumtaz dibûn xudan kemalet (Ehmedê Xanî Sîlvan)
 
Ji vanan her yek ne bi tenê þair bûye û helbest nivisandiye, di eynî demê de nivêsên feslsefî, civakî, dîrokî an li ser mijarên rojane jî nivisandine. Li ser wanan sekin ji xwe bi serê xwe lêkolînek bir rêk û pêk divê. Lewra ezê li ser wan nesekinim. Bi tenê dixwazim hinekî qala Feqiyê Teyran”; an “Xwendekarên Teyran/Mamosteyê Teyran” bikim.
 
Ji navê xwe jî tê fêhm kirin ku Feqî êdî ji civatê ji însên, ji þixûl û karê însên, ji tevgera civatê, ji hemû navêndên hukim derbas bûye. Wî êdî bala xwe daye ser xwezayê, ser avê, ser rojê, asûmanan, bala xwe daye teyran. Ew êdî bi çavên wan, bi nerînan wan, ji jorda li dinê mêze dike. Ji jorda dîmenan dibîne.
 
Êdî ji bo wî tiþtên veþartî nemane. Her tiþt li ber çavên wî li rastê ye. Ne hewceye ew bibîne. Ne hewceye ew bibihîse. Ne hewceye ew here. Hemû teyr û tilûr çi þev û çi roj ji bo wî dibînin, di bihîzin. Di nirxînin û digînin wî. Ew ji zanîn fehma însên bûhûriye. Ew gihîþtîye asta asûmanî. Bi teyra ra digre û distîne. Li cem wî raz nemane. Gihîþtiye hemû razan. Ew ji teyran dersê digre û dersê dide teyran.
 
Lewra cihê gora wî lê bûye ziyaretgaha hemû teyr û tilûran. Gora wî li Mikûsa (Wanê) di nav dar û berên bi av de ye. Bi hezar teyr û tilûr di ser gora wî re difirin û her roj gora wî tewaf dikin. Li ser dixwînin. Lê tu teyrek bi xeleti jî li ser gora wî rîça xwe nake. Jê re hurmeta xwe hîn jî bir rêz girtinek nedîtî didomînin.
 
Belê. Ez hêvî dikim bi vê vegotina kurt min derûniya wêjeya Kurdî hinekî jî be bi bîra we xist.
 
Li Tirkiyê Zimanê Kurdî:
 
Zimanê Kurdî, ji malbata Hînd-Ewropa û þi þaxa Îranê ye. Zimanê kurdî zimanê kevn ê Avestayê ye. 31 tîpên wê hene. Gelek peyvên ji koka Îngilîzî tê. Stêr, bira, robar, fro, stendin, sur û hwd.
 
Kurdî nêzî Farskiye. Du þaxên xwe yê mezin hene. Yek:Kurmancîya Bakûr (Behdînanî) û Kurmancîya Baþûr (Soranî) Dudo:Dimilkî (an Zazakî) û Goranî pêk tê. Îro, bi piranî du alfabe, Latînî û Erebî tê bikaranîn. Bikaranîna Krilî herçî dere kêm dibe.
 
Tirkî ji nava malbata Ural-Altay Türk ji Gruba Oxizan devoka Tirkiyê ye. Kurdî ji aliyên xwe yê, morfolojîk, fonetîk û sentaksê ve jî ji zimanê Trikî cûda ye.
 
Beþa Kurdên ku ez bi xwe jî di navê de dijîm, li Tirkiyê bi despêka Komarê re zimanê Kurdî hatiye qedexe kirin. Ne bi tenê li cihên aidê “rayagiþtî” de lê di qad û kolanan de jî Kurdî hatiye qedexe kirin. Ji bo Kurdî ji qada dîrokê bête pak kirin asîmîlasyonek biþid hatiye domandin.
 
Lê mîna ku min li jor bi kurtî vegot, ji ber çavkanî û berhem û nivîskarên xwe yê xurt, Kurdan jî ziman û çanda Kurdî jî li ber xwe daye û nehatiye tunne kirin. Bes xisarek gelek gelek mezin diye. Civatê diye. Zimên diye û çanda Kurdan diye.
 
Welê xesab bikin ku ji destpêka Komara Tirkiyê heta 1960an li Tirkiyê yek hebek kurteçîrokek jî nehatiye çap kirin. Kurd ji wêjeya nivîskî hatine qut kirin. Jê bepar mane. Ev bê þik zulmeke bê hempa ye. Li gorî hinek zimanzanan komkujiyeke “sipî” ye.
 
Ev tahde û qedexebûn bi serê zimanê Kurdî tenêde nehatiye. Zimanên din jî pahre xwe jê girtine. Lazkî jî ji van zimanên tahde dîtiya yek e. Ew jî mîna Kurdî hîn di destpêka perwerdehiyê de hatiye qedexe kirin. Ji bo wê di hemû dibistanan de sîxûr û sixûrî hatiye bikaranîn. Ziman biçûk hatinin dîtin. Hemû ziman bi “Nerîna Roj-Ziman” ve bi Tirkî ve hatiye girêdan.
 
Ji xwe Ermen bi sedema Þerê Yekemîn Dinyayê hema hema hatine tunne kirin. Ku “qirkirina Ermenan” îro ji pirsgirêkên politikaya derve yê Tirkîyê de sereke ye. Gelek Parlamanan Frensî, Swîsre, Holand hate qebûlkirin. Nûha jî li Amerikaya Yekbûyî de di rojevê de ye.
 
Bê þik ev dîmen a tarîxî û ya îro ji ber sedama nasnamebûn a zimên e. Ziman nasnameye. Dema gelek ji zimanê xwe bêpar bimîne ji nasnameya xwe jî dûr dikeve. Di gûhere. Di piþkive. Lewra fêrbûna zimên, perwerdehiya zimanê zikmakî ji mafên însanî, ji mafên bingehî ji mafên bi hebûna însên re giradayî ne. Ji alî din ve îro êdî di hemû warên teknîkî ragihandinê de bikaranîna azad pêwîdtiyeke gelek mezin derdixe pêþ.
 
Lê li ber hemû gûhertinên dinyayê, Rojhelata Navîn û Tirkiyê, îro jî li ber zimanê Kurdî gelek asteng hene. Emê di dawiya nivîsa xwe de bi kurtî behsa wan bikin.
 
Ez nûha dixwazim ji 1960’i þûnda zimanê Kurdî ji kîjan astan re derbas bûye qala wî bikim.
 
Îdeolojî û zimanê Kurdî:
 
Ji ber ku zimanê Kurdî rasta rast qedexe bû kesên kul i ser ziman xebitîn kesên ku xwestin ziman pêþte derxin kesên siyasetmedar bûn. Demekê ne bi armanca “edebî” ne bi armanca “estetîkê” lê bi armanca îspata gel, îspata hebûna Kurd û zimanê Kurdî hate nivîsandin û xwendin.
 
Vê rewþê jî tesîra xwe rastarast li se zimên kir. Ji alî din li ser elfabê li ser tîpên elfabê jî lihev ne dihat kirin.  Ziman xwe nû vedijand. Se qisê, hinekan tîpa “î” yê bi nîþana “i” bi kar dianî. Heya van salê dawî jî ve ji hev cûdatî dom kir.
 
Sîyasetvanên ku wê demê kovark û rojnameyên ku derdixisitin rasarast bi zimanê îdeolojiya xwe reng didan vegotinê. Lewra mirov ji nivîs an jî ji vegotinê tê derdixist ku ka ew kovar, ew nûçe an ew ceribandin di bin kîjan þaxê îdeolojîk te hatiye nivîsîn. Nivîsek “sovyetî” ye an nivîsek “Çînî” ye an nivîsek “olî” ye…
 
Dîsa di hemû berheman de rengê îdeolojiyan  xwe dida xûya kirin. Çi helbes çi çîrok çi roman.
 
Divê ev rastî bête fêhm kirim. Çûnke, xwediyên pênûsê beriya her tiþti dixwestin ku nasnameya wan, zimanê wan bête qebûl kirin. Ne di derdê estetîk û wêjeyê de bûn. Ew di derdê îspat xwe qebûl kirin ê de bûn. Bi rastî ev pêvajo hî jî bi tevayî hilneweþiya yî ye.
 
Lê êdî damar û bayên gelek xurt ji alî zimên wêje û estetîka vegotinê xwe lihemû coxrafyaya Kurdistanê dide hîs kirin. Detspêka vî bayî ji erdnîgariya Kurd lê dijîn nin e. Pirtir ji Swêdê ji welatên Ewropî, jinava þtet û mercên azad destpêkir. Geþ bû û belaw bû.
 
Lê êdî em dikarin bibêjin li ber hemû astengiyan, hemû Diwarên Berlînê ve jî ziman, wêje, nivîs û nivîskar bi erdnigariya xwe ve hevdîtinek dîrokî çêkiriye.
 
Roj bi roj, helbest, pexþan, çi çîrok çi roman, çi ceribandin bi damarek xurt derdikeve holê. Nivîskar zimaneke nû çê dikin. Ji îdeolojiyan dûr, ji bandora “Dîwarên Berlînê” dûr…
 
Li Iraqê Zimanê Kurdî:
 
Li Iraqê jî bi dehan salan Zimanê Kurdî di bin tahdê de bû. Lê tu car mîna Tirkiyê yekcar nehate qedexe kirin. Ji ber vê yekê rewþa zimanê Kurdî bi piranî jî Soranî kêm zêde bi pêþ ket.
 
Lê di pêy Þerê Kendavê re, Kurdî herçî ku çû zêdetir pê xwendin û nivîsîn çêbû û îro êdî di rewþek gelek baþ de ye. 
 
Kanûna Bingehîn ya Iraqê:
 
“Xal 4:
 
1.Zimanê fermî yê Iraqê Erebî û Kurdî ye.” Di berdewamê de Zimanên Tirkmanî, Asurî  û Ermanî kirine bin garantiya Kanûna bingehîn.
 
“2.Naveroka zimanê fermî û rêyên bikaranînê bi kanûnenekê mîna li jêr e.
 
a)Rojnameya fermî bi Erebî û Kurdî tê çapkirin.
 
b)Parlaman, Desteya Weziran û dadgehên serbixwe û saziyên resmî yên mîna wan ji zimanên fermîyan yekê dikare bikarbîne. ,
 
c)Belgeyên femî di herdu zimanan de tê tanzîm  kirin.
 
d)Di çerçova rêzekên perwerdehiyê de bi zimanekî fermî dibistan têne vekirin.
 
e)Dirav, pasaport,pul û yên qadên din ê wekhev de herdu ziman jî têne bikaranîn.
 
3.Di herêma Kurdistana Federal de sazî û dezgehan de herdu ziman jî têne bikaranîn.
 
4.Zimanên Tirkmanî û Asurî  ev herdu civatên ku nifûsa wan piranî bin di desgehên îdarî de du zimanên fermî yên din in.
 
5.Gelên li herêmekê an bajarekê de dijîn dema bi birêya referandûmê bi piranî biryarê bidin dikarin zimanê sêyemîn jî bikin zimanê fermî. “
 
Ev xal aþkere dike ku zimanê Kurdî li Iraqê û li Kurdistan a Federe êdî yekser azad e.
 
 
Astengên Zimên:
 
Dema Îro, li Tirkîyê 15 an 20 milyon Kurd dijîn. Lê Kanûna Bingehîn Xal.3: “…Zimanê Dewletê Tirkî’ye”.
Xal 13-14/: “Tu mafek ji bo parçe kirina Dewletê nayê bikaranîn” Di vê babetê de zimanê Kurdî xetere tê te qebûlkirin. 
Xal 26: Tu hizirînekê kul i ber paþeroja dewleteê bibe asteng rê nadiyê.
Xal:28 Eynî asteng di vî xala ku çapemeniya azad digre bin gantiyê, têde heye.
Article 42 of Turkish constituation: ’Turkish citizens are not able to able to have education in an languages except Turkish language’’
Kanuna Partiyên Sîyasî Xal: 81 gotina hebûna kêmnetewetî qedexe dike. Ev xal heya nûna 5-6 partî dane girtin.
Xal 82:Nerîna hêremî qedexe dike.
Kanûna bi Terorêre Tekoþîn ku di 1991an de hate qebûl kirin: Di wan hemû babetanda xebatê mîna suceke terorîst qebûl dike.
 
Serqisê îro hem hevserokên DTPê (Ahmet TÜRK ) mîna partiyek Kurd tê qebûl kirin û ez, ji ber ku me di axaftinên xwe de gotine “Birêz Ocalan” ji ber peyva “Birêz” her yek þeþ meh bi cezayê hepsê hatine ceza kirin. Cezayê me ne bi þûnde hiþtin ne jî wergerandin cezayê peretî. Dosyayên me li Dadgeha
 
“Ji bilî Tirkî tu zimanek di saziyên hînkarî û perwerdehiyê de ji bo hemwelatîyên Tirkiyê re nayê xwendin û perwerdebûn.”
 
Ji xwe zimanê Kurdî di pêvajoya damezrandina Koýmarê vir ve ne tenê li cihên aidê kamûyê de li hemû bajar qan û kolanan de axifîn hatiye ceza kirin. Cezayê peretî hatiye birîn. Hemû kal û pîrên me di bîranên xwe de ji me vegotine. Ji van yek jî nivîskarê gel Musa Anter ku ji alî hêzên Reþ yê nava dewletê de hate kuþtin, di pirtûka xwe ya bîranînan de aþkere nivîsandiye. Her çiqas Tirkîye Berandamê Ewropayê be jî;
 
*Nivîsandina tîpên , “x”, “ê”, “î”, “q” û “w” di warên fermî de qedexe ye.
 
*Îsal di Cejna Newrozê –cejna ya herî girîng- de nehat qebûl kirin ku tîpa “w” yê bête bikaranîn.
 
*Bi zimanê xwe perwerde bûn hîn nîn e.
 
*Di unîversteyan de hîn li ser ziman û çanda Kurdî lêkolîn naye çêkirin. Rê li ber girtiye.
 
*Navên gelek bajar navçe, newal, çiya, deþt û zozanan ê Kurdî 1952de wergerandin e Tirkî hîn welê maye.
 
*Hîn navên ku bi kurdî têne qebûl kirin ne bi tîpên Kurdî lê bi tîpên Tirkî têne nivîsandin.
 
*Di radyo û televîzyonan de rojê bi tenê ji bo 45 deqîqeyan destûr heye. Roj bîst û çar saetin lê weþan 45 deqîqe!...
 
         Di van þertên bi rastî jî gelek dijwar de nivîsîn a nivîskarên zimanê Kurdî bi rastî jî xebatek pîroz e. Hele ku pê zimaneke nû çêkirin...
 
         Spasî û sê pêþniyarî:
 
         Ez sipasiyên xwe li Komîteya PENa Navneteweyî ya Mafê Ziman û Wergerandinê dikim ku »Konferansa Amedê Li Ser Pirrengiya Çandî« 20 – 25 Adarê 2005an de hate lidar xistin. Cara yekemîn bû ku li ser erdnîgariya zimanê Kurdî, di civînek navneteweyî de Kurdî mîna zimanek wekhev bi tevlî Tirkî û Ingilizî bû zimanê fermî yê Konferansê. 
 
         1.Li Amedê an her carê li bajarekî erdnîgariya Zimanê Kurdî, Wan, Batman, Hewlêr Duhok, Silêmanî (Kurdistan a Federe), an Kobanî (Surî) bête lidar xistin. 
 
         2.Ji bo zimanê Kurdî, li erdnigariya zimanê Kurdî (cihên ku Kurd lê zêdetir dijîn) bibe zimanê perwerdehiyê û hemû alavên weþanan, bang li rayedarên Komara Tirkîyê bête kirin
 
         3.Hêvî dikim PENa Turkiyê, wê di I hope that the Tukish PEN who have initiated this coming conference in Ýstanbul next December can inveted Kurdish Writers from all parts to enrich the conference with the peace concept to for sake of strogthening frater with I tolerance and diversity. 
Careke din rêz û silavên xweyên þexsî, Komiteya Aþitiyê û ya Navenda PENa Kurd ji we re pêþkeþ dikim.
 
         Bi rêz. 24 Adar 2007 syurtdas@yahoo.com
 
Sedat YURTDAÞ
(Endamê Navenda PENa Kurd
Berpirsiyarê Komiteya Aþitiyê)
 
 
 
 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org