Receb û Merkel çi dibêjin?

 

Ahmet Aktaþ

 

    

 

Receb li ser rêya Libyayê, ji rojnamevanan ra nerihetiya xwe, ya li dijî siyaseta Merkel a li ser perwerdeya bi zimanê Tirkî nîþan da.

Her çend weke raman, mejiyê Merkel û Receb ne dûrî hevbin û bîhna nijadperestiyê jê difûre jî, mejî û siyaseta Receb gelek genîtir e û li dijî maf û edaletê ye.

Merkel, her çend li goreyî sedsala 21 ê gelek xwedî ramanek e paþdemayî be jî, dikarê bêjê, ez li welatê xwe perwerdeyê bi zimanê xwe dixwazim, lê Receb çima li welatê Kurda him ziman û him perwerdeya bi zimanê Kurdî qedexe kiri ye. Bila pêþî bersîva vê bide û dûv re rexna li me bike.

Berî nuha carekê hatibû Almanya û dîsa asîmîlasyon û zulma ku li ser Kurdan didin meþandin jibîr kir û dest bi gotinên qelew kir, got, asîmîlasyon sûcê mirovatiyê yê mezin e û bi vî awayî nijadperestiya Tirkîtiyê parast.

Hilbet bi van gotinên neqiþandî, nikarî, ne raya giþtî Almanya, ne raya giþtî cîhanê û ne ti kesî bi xapîn e û baweriyê bide ti kesî.

*  *  *

Wele van rojan jê re ne xêrê; li gel ewqas aloziyan giran, vê hefteyê li gel du muxetabên dijwar malovan û mêvan e.

Angela Merkel mêvanî wî ye, Muammer Qeddafî jî malovanê wî ye.

Merkel, li gel  Sarkozî, dijberiya xwe ya ji bo endamtiya tamam a Tirkiyeyê ya YE, di didomî ne û nuha ev helwesta dij perwerdeyê jî kete ser.

Wey delîl li halê te Receb!

Belê ez bawer dikim Serokê Libyayê Muammer Qeddafî, dê hîn pirtir cih li  Receb teng bike û dibe ku xwêdan di ser eniya wî re bi herik e.

Em hema di bîra xwe de bînin, Qeddafî, dostekî Kurda yê kevn e û xwedî prensîb e û li her cihî gotina xwe ya ji bo çarenûsa gelê Kurd bê tirs û hesabê biçûk, li ber medya û çapemeniyê, eþkere eþkere bi dengekî bilind dibêje.

Qeddafî, di cîhanê de yekemîn serokêdewlet e ku dibêje, Kurd, mafê wan heye dewletek e serbixwe ava bikin û eger Kurd li Libyayê jî heban a, minê dîsa heman gotina bigota.

Berî þeþ heyvan; di 21.10.2009'an da, li þahiya 40 lî ya salvegera þoreþa xwe, li gel rojnamevan Mithat Bereket roportajek dirêj kiriye û li ser pirsa heman mijarê, dîsa heman fikra xwe bi dengekî bilind gotî ye.

Her wiha em dîsa bînin bîra xwe, di sala 1996'an da, dema Serokwezîr  Necmeddin Erbakan çûbû mêvandariya Wî, li ser mafê Kurdan, ne bi tenê fikir û ramana xwe dubare kiribû, ji bo ku çima mafê Kurdan nayê dayîn, bi Erbakan ra xeyidî bû jî.

Ev saloxan hemî di çapemeniya Tirkiyeyê de bi rojan hate bahs kirin û hêzen li dij Erbakan, ev gotinan gelek bi xerabî li himber wî dane þixulandin.

Em ji bîr nekin Erbakan, xoce û mamostayê Receb jî bû, lê ji ber ku ev pirsgrêkan çareser nekir/an nikaribû çareser bikira, çi hat serê wî, çawa di demek e kurt de hate hilþandin û Receb jê qetand, anîn li þûna Wî kirin Serokwezîr eþkere ye.

Veja ya rast û ji bo her kesî xêr tê de heye û li pêþîya Receb ev e; van ketinan û hilweþandinan bibî ne, jê dersan derxe, dev ji van lîstok û siyaseta tirsonek berde, vê pirsgrêkê bi wêrekî û zûtirîn wext çareser bike.

Ji xwe hilwest, daxwaz û peyama Kurdan di NEWROZ ê de gelek zelal û bi hêz bû! Dîsa pîroz be!

Ahmed Aktaþ

29.3.2010

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org