Aqûbeta Generalên Ispanya Li Serê Generalên Tirk Be !

 Þemsettin AKTAÞ

 

Wezîra Parastinê ya Ispanyayê, General hemû ji kar avêtin.

Xanima Wezîr Carme Chacon, li gel hemû generalan Serokê Arteþê jî ji kar avêt.

Wezir, bi eslê xwe jî ne Ispanyolê, Katalon e.

Li goreyî saloxan, vê kiryarê di jiyana li vî welatî de pirsgrêkên mezin dernexistiye.

Bi tenê hinek aligirên Franko yê faþist ne razî bûne.

Di sala 2006’an jî de, ji bo ku, rêvebiriya Zapetero mafên otonomiya Katalonya fireh kiriye, generalekî bangek dijber weþandibû, ev general ji kar avêtibûn û xistibûn zindanê jî.

                        *  *  *

Mirov hema hesab bike, ku ev bûyer li Tirkiyeyê rû da ba, gelo çi dibû?

Bêgûman baþ dibû, lê mixabin nuha ti nîþanên ku li Tirkiyeyê ev çalakî rû bide nîne, loma þirova wê jî pêwîst nake.

Belê ti ziyana nifiran nîne û mirov dikare dua bike û bêje; aqûbeta generalên Ispanyayê li serê generalên Tirkan be jî.

Biborin, wele wa ye jinên Parlamenter ên Kurdan jî pir dibin. Berê yek bû nuha heþt in. Ma çima li Tirkiyeyê jî, rojekê, jinên me yên Kurd nebin wezîr e ?

                        *  *  *

Gelek rêberên Dewleta Tirkiyeyê, ji bo xwe Ispanya mînak didan nîþandan; ji Tansu Çiller heta Receb Tayib.

Di rastiyê de, ji gelek alî ve rewþa Tirkiye û Ispanya diþibin hevdû.

Di van salên dawî de jî, Receb Tayib gelek quretiya dike û qaþo xwe dike hevalê Zapetero.

Lê di kiryarî de, qet nêzîkî hevdu jî nabe. Siyaset û kiryarên Zapetero, ji bo gelên wî welatî(Bask, Katalon, Galiç û hwd) û siyaset û kiryarên Receb li Tirkiyeyê ji bo gelan(Kurd û hwd), bi tevayî nakok e û berovaj e.

                        *  *  *

Li Tirkiyeyê jî, dibe ku weke gaveke biçûk û baþ were dîtin; çûyîna ser terorizma çeteyên ERGENOKON’ê.

Raste cara yekemîne di vê astê de operasyon çêbû ye û gelek general û mirovên hevalkarên wan yên çapemeniyê hatine girtin.

Lê mixabin Receb (û AKP), newêre biçi ser biryargeha (serleþkeriyê) vê pirsgrêkê. Ji bo ku, Yaþar Paþa gunehbar kiribû, çi hate serê dozgerê doza Þemzînanê herkes zani.

Çûyîna ser ERGENEKON’ê jî, dîsa bi li hevhatina Receb û Baþbug re pêkhat. Lê gûman heye ku, vê carê Arteþ heþyare û ewê Receb bixapînin.

Diyare ev pêvajoya aloz a li Tirkiyeyê di navbêna Arteþ û AKP da, dê hinekî din jî bi domîne û gelekî dûrî rewþa Ispanyayê ye.

Lê dîsa bi hêviya ku, ev pêvajoya Ispanya, zûtir li Turkiyeyê jî despêbike û jineke Kurd bikaribe generalên mejî qirêj ji kar bavêji.

 

Þemsettin AKTAÞ

7.7.2008

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org