B A N G

Ji bo rewþenbîr û siyastemedarên Kurdistanî!

 

Ahmet Aktaþ

 

    

 

    Li ser du mijarên giring  em hez dikin ligel we rêzdaran

    guftûgo bikin:

 1-Parastina rûmet û deskeftinan bi giþtî û bi taybetî jî yên Baþûrê    Kurdistanê.

 2-Sîyaset û planên xerab ên Dewleta Tirkan bi giþtî û bi taybetî jî hewldanên AKP li dijî pirsgrêka Kurdan û kême netewan.

    Bi giranî di vê dema dawî de, hewldan û tevgêrek xapandinê gelek dorfireh, bi navê xwedêgravî çareserkirina pirsgrêka Kurdan, bi navê demokrasiyek e sixte him li Bakûr, him li Baþûr û him jî li Avrupa heye. Bi taybetî jî, AKP, hinek Parlamenterên xwe yên Kurd, pir aktîf xistine nava karekî wisa gemarî.

    Vî karê qirêj, li gel wezareta xwe ya derve û ya hundur bi  koordineyî dide meþandin.

    Ji bo em van lîsk û bi giþtî siyaseta wan a lewitî zelaltir bikin û vala der bixe, em dixwazin hinek civînan bikin û niqaþ bikin.

    Bêgûman ji bo ku em li dijî vê siyaseta xerab, bikaribin bibin xwedî bandor û hilwestek kêrhatî, divê em bibin xwedî dîtin û deng û hilwestek e hevbeþ/hevkar.

    Li goreyî dîtina me, di demên jêr de, li çar cîhan; li Berlin, Hamburg, Þtutgart û Köln’ê civîn werin kirin, dê baþ bibe. Eger dîtin ên din hebin ku, li hinek cihên dîtir jî werin çêkirin dê baþ be, em dikarin li cihên din jî çê bikin.

     Em li hêviya dîtin û beþdariya we ne.

    Komita Karê Neteweyî ya KNK

   

    Berlin: 5.4.2010

    Hamburg: 10.4.2010

    Þtutgart: 18.4.2010

    Köln: 8.5.2010 (Salona Instituta Kurdî)Vogelsanger Str.10
            Demjimêr:14.30

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org