|
Destên Xwe Bikiþînin...!
Ahmet Aktaþ
Van
rojan bûye weke beniþt ketiye devê Receb û Baykal, ew dibêje
destê xwe bikiþîne ji ser arteþê, yê dî lê vedigerîne dibêji destê
xwe bikiþîne ji ser arteþê. Hilbet
herdu jî xwedê giravî van gotinên xwe, li ser gotina Baþbug yê li civîna
çapemeniyê gotibû; destê xwe ji ser leþkeriyê bikiþînin, dikin û
xwedê giravî li xwe danaynin ku bêjin ji me re hatiye gotin, yek davêje
ser yê din. Bi
vê gotinê tenê jî na rewestin, rêze gotinên xwe dirêj dikin û dibêjin;
destê xwe ji dadigehê bikiþînin, destê xwe filan cihî û bêvan cihî
bikiþînin! Ji
xwe li Tirkiyeyê her tiþt tevlihev bûye, van kesên ji malê re
siyasetmedar û rêberên welat û dewletêne; ya bi zanebûn an jî ji naçarî,
hîn pirtir avê þêlû/gemarî dikin. Weke
gotineke gelek tê gotin li Tirkiyeyê tine bîra mirovan, dibêjin; destê
kê di bêrîka kê de ye ne diyar e.
* *
* Li
Tirkiyeyê û Herêmê rewþa siyasî roj bi roj dijwartir dibe. Her wiha
rewþa civakî û aborî jî her diçe aloztir dibe. Dema
temambûna biryara þernekirina gerilla hindik maye. Ji
alî dewletê ve nîþanên bersiveke erînî hîn jî xuya nake, ji bilî
hinek helwestên Gul. Tengavbûna
Dewletê gelek eþkere xuya dibe. Nakokiyên navbêna hêzan, him xwebixwe
û him dijberî hev dijwartir bûye; siyasî, leþkerî, aborî, sendîkayî
û hwd. Li
gel Iraqê, nexweþiyên li Pakistanê û Afganistanê dewam dikin. Li
nava Iranê tevlihevî û pevçûn zêdetir dibe, herwiha helwesta DYA û bi
taybetî siyaseta Israil li dijî Ahmedînijad dijwartir dibe. Bêgûman van
bûyerên herêmê bandora xwe ji nêzîz ve li ser rewþa siyasî ya
Tirkiyeyê dike.
* *
* Li
Tirkiyeyê, ya rast ne ewe ku hêzên siyasî û sivîl bêjin; bila destê
xwe ji ser Arteþê bikiþînin. Berovajî, ya rast ewe herkes bêje; divê
Arteþ destê xwe ji ser siyasetê û bi giþti ji ser civakê bikiþîne,
dev ji wê xwedantiya dewletê berde. Lê
belê li Kurdistanê, Arteþ, divê ne bi tenê destê xwe jê bikiþîne,
lingê xwe jî, tankê xwe, topê xwe, teyarê xwe, bi kurtî wî mejiyê
xwe yê qirêj bi tevayî ji nava welatê me, ji nava miletê me bikiþîne. Ahmet
Aktaþ 6.7.2009
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org