|
Enstîtu...
Þemsettin AKTAÞ
Li cîhanê
bi vî navî gelek sazî hene. Karê van saziyan, di her warî de lêkolîn
û lêgerîn e. Ziman, çand, huner, wêje, pîþe, dîrok, derdor, siyasî, leþkerî, aborî, civakî û
hwd. Bi
giranî jî, welatê ku zanistî lê peþketiye ev sazina pirtir hatine avakirin û hejmara wan bi sedan e; weke welatên Avrupa û DYA. Li
van welatan bi sedan INSTITUT
hene. Hinek ji van saziyen ewqas navdar û kardarin ku, dikarin bandoreke
mezin li ser stratejiya siyasî, leþkerî
û aborî ya van dewletan bikin. Bandora xwe li dewletên din jî dikin. Mînak Dewleta Tirkiye, ji karê
hinek van enstîtuya gelek nerihet dibin. Weke numûne; li Almanya, di bin rêvebiriya
Udo Steinbach
Instituta Rojhilat(Deutsches Orient Institut) û li Amerika Instituta Hudson
û hwd. Li
Tirkiyeyê jî bi vî navî û nêzîkî vî navî gelek sazi hatine
damezrandin; weke ASAM, USAM, ERAREN û hwd.
*
* * Gelo
bi vî navî saziyên me Kurdan hene û jimara wan çend e ?
Ji xwe mijara me jî ev e. Erê
hene, lê mixabin jimara wan kême û karên wan û danstandinê wan bi
hevre lawaz e. Yên
ku têne naskirin bi nave ENSTÎTUYÊ
KURDÎ li van welatan e:Almanya,
Fransa, Belçika, Swed, Ýran
û Tirkiye. Hema hema hemî jî bi tenê li ser zimanê Kurdî û her yek bi serê xwe
xebata xwe dimeþine. Sedema bingehin; xwe weke saziyeke netewayî û
demokratik ne sazkirin e. Jixwe hinek ji wan, bi navê kesekî an du kesan têne
naskirin. Loma jî xurt nabin û pêþve nakevîn û nabin weke
saziyeke neteweyî ya demokratik.
* * * Ez bi reþbînî li van saziyên me nanerim û ji xebata
wan ne bêhêvîme. Bi tenê ev rexneyeke biçûke ku divêt em hemî li xwe
bigrin da ku em bikaribin pêþkevin. Ez bi xwe jî di nava xizmeta vê
xebatê de me û berî her kesî ez vê rexneyê li xwe dikim. Di vê demê de, bi giranî li Almanya, min xwestekeke ji dil û berfireh dît
ji ciwanên xwendevan ên dibistanên bilind. Bi hejmareke hêja daxwaza fêrbûna
zimanê xwe yê dayikê dikin ji INSTITUTA
KURDÎ. Li
civîna yekemîn bi ciwanan ra 11 kesan biryar dane ku dest bi perwerda
zimanê Kurdi bikin. Di roja kursê yekemin de 25 kes fermi beþdar bûn û di
kursa duwemîn de hejmar bû 32 kes. Di heman rojê de ji universita bajarê
Achenê daxwaz hatê 20 kes amadene ku perwerda ziman bibînin. Ji Akademiya
Kurdî û hinek bajarên din jî daxwaz li pey hev hatin. Ev
mijareke balkêþe
û bi serê xwe hêjaye lêkolîneke
berfireh e. Bi taybetî ciwan ketine nava lêgerineke nû. Diyare pêwistiyeke
giring ya nasnameyê dikeve/ketiye rojevê ! Yek
ji sazûmankarê Komela Kurd a Teawûn û Terakî Ýsmail
Heqî Babanzade, hîn di wê demê
de(1908), giringiya ziman dibîne û dibêje; 'yên gelê din serê wan jêdikin, yê me Kurda berê zimanê me jêdikin
paþê
serî û ziman bi hev re jêdikin'
. Li
goreyî zanistê jî, yê ku zimanê dayîka xwe baþ bizanibe, dikare zimanê biyanî jî baþtir fêr bibe. Zimanê
me nasnameya me ye û lezeta jiyana me ye! Þemsettin
AKTAÞ 24.9.2007
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org