Îdama Îhsan(Însan) Fetahyan!

 

 

Ahmet Aktaþ

 

 

 

Her roj însan bi destê 'însanan' tên kuþtin û însanên sêyamîn jî vê qetlîamê temaþe dike.

Erê em dîsa vê sibê bi xêbera ne xêrê ya dilþewat a xemgîn a dewleta Îranê ya Îdam kirina ciwanekî Kurd bi navê Îhsan Fetehyan ji xew rabûn.

Di þexsê Îhsan da gelê Kurd tê qetil kirin, bi qetlîama Kurdan ra mirovatî/înaniyet tê qetil kirin, lê sed heyf û mixabin cîhan li himberî vê qebheta mirovatiyê bê deng e.

Heta astekê cezayê zindanê tê fahm kirin, lê di vê sedsala bist û yekan, tu rabe însanan li sêdarê bide, him jî tu xwe bi navê îslama ku xatirê mirovatiyê digre, biratiya gelan di parêze nîþan bide û van karê hovane bike; ciwanên weke Îhsan tu bi lêdana sêdarê bikuje, mirov dikare çi navê xerab li fehenga cîhanê heye li te bike; hov, dîhn, xwînxwar, xwînmij, zikreþ, bê ûjdan, bê dîn, bê îman, bê namûs, bê xîret, lewitî, genî, kirêt, û ...

Qaþo misilman e û yên ku dikuje jî misilmane, lê mijara giring li vir a ku dibe sedema kuþtina Îhsanan ji ber Kurd in û Kurdê xweragir, Kurdê bi rêxistin ê PJAK ê  yên li rûmeta xwe û mirovatiya cîhanê xwedî derdikevin.

                        *  *  *

Dema Îhsan Fetehyan li ber sêdar a idamê bû, hemû dewletên xwedê giravî misilman jî, bi navê ÝSEDAK ê li Stenbolê kombûbûn.

Bêgûman hêviya mirovatiyê ji van dewletan yekê jî nayê kirin-bi taybetî ji Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê- ji ber ku em hemiyan nas dikin, bê çi mal in.

Ma gelo Ahemdê Nijadperestê weke tîremar, bi van kiryarên xwe yên ewqas bi dijwarî dijî Kurdan û her wiha dijî mirovatiya cîhanê, dixwazi ji Dewleta Tirkiyêyê ra bêje, „eha tu dibîne ez ji te û ji Iraq û Sûriyeyê jî bêhtir dujminê Kurda me, her wiha ez ji Emerîka bêhtir dostê te me“.

Reng û þêwazê pêþewazîkirin û rûmet dayîna Dewleta Tirkan ji Ahmedê Nijadperest re dida xuya kirin ku ji vê helwesta Ýranê ya kirêt gelek razî ne.

Di nava Dewleta Tirkiyêyê de jî yên xwedîi heman zihniyetê hîn gelek in û eger bi ya wan be ew jî heman îdaman pêktînin.

Roja sêþemê, di Parlamento da cara yekemîn e ku fermî pirsgrêka Kurdan dikeve rojevê û li ser gengeþî tê kirin û hate xuya kirin ku MHP û CHP çawa weke mejiyê rejima meleyên Ýranê difikir in.

Her çendîn AKP bixwaze fen û hîlebaziyan bike jî, ez bawer nakim ku bikaribin êdî paþ ve bizîvirin, weke ku tê gotin; cin ji þûþê derket nema dikeve þûþê!

                        *  *  *

Bêgûman Þehadeta Ýhsan Fetehyan, agir xiste dilê hemû Kurdan û her Kurd û her kesê dostê Kurdan û her kesê mirov hez nuha xemgin e, lewra ew ewladê hemû Kurdan bû û ji bo dozaa gelê Kurd û mirovatiyê hate îdam kirin.

Weke Þehîd Ýhsan Fetehyan di nameya xwe de daye diyar kirin, ez jî tiþtekî lê zêde nakim û di heman baweriyê de me, ku van dewletên dagirker û xwînrij bi kuþtina van qehremanên Kurdan nikare doza vî gelî bikuje û ev doz her bi ser dikevi!

Ahmed Aktaþ

12.11.2009

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org