Îran Dikele!

 

 

Ahmet Aktaþ

 

 

Wisa diyare li Ýranê alozî mezin dibe. Gûmana hilweþandina hukumdariya meleyan jî xurtir dibe.

30 sal jî ne hindike ji bo rêvebirina dewletekê. Van melenan, bêgûman hêza xwe, di asta yekemîn de ji navê dînê islamê digirtin. Hilbet divêt þarezatiya wan a di varê bikaranîna dîn û sûdgirtina ji nakokiyên navdewletî û her wiha xapandina millet de jî, lê neyê mandelê, neyê înkarkirin.

Ji bo temenê desthilatiya xwe ya dewletê dirêj bikin van koma melan, hunerên xwe yên dînî hemû dane þixulandin. Dema ku bandora dîn jî nema êdî zora giran li ser gelan dane meþandin. Bi taybetî jî li ser Gelê Kurd, vê dema dawî Ahmedênijadperest, bi kiryarên xwe yên faþistî, Baþbug û Beþar û Seddam li dûv xwe hiþtibû.

                                      *   *  *

Ew pîrozbahiya Gul û Receb a bi lez û bez þandin ji Ahmedînijad re, dibe ku li serê wan sibê bibe bela! Ev helwest, dema ku Seddam berbi rûxandinê diçû, AKP têkileyên xwe xurt dikir tîne bîra mirovan!

Ji xwe belayek nuha li ber deriye wan heye; belgeya ku dibejin; plan hebû dê derbe li AKP û Cemaeta Fethullah Gulen bibûya û ev belge ji Biryargehagiþtî ya Arteþê derketiye.

Gûman li ser nesaxiya Receb jî heye. Jibîr nebe careke din jî di teksiyê de asê mabû! Li ser vê nesaxiyê gera xwe ya Atina jî rawestandiye!

Gelo dibe lihevhatina Baþbug û Receb xerabûbe? Ewqas bûyer diqewimin û van mirovan hevdu dibînin; Receb û Baþbug, Gul û Baþbug, lê devê wan pense jî nikare veke! Ji xwe weke têzanîn bi tenê li ser Kurdan bûbûn yek, wekî din ne lihev in.

Balkêþe û bi gûman e; Obama, Gul, Balyozê DYA bi DTP’ê re dipeyiv in, lê Receb û Baþbug beg xeyda xwe dewam dikin. De ka bê hûn xêr an jî xerabiyê ji xeyda xwe dibînin?

                             *  *  *

Nîþanên ku êdî ev nîzama koma van melan xerabibe gelek in.

Berê li himberî dereve; li dijî “iblîsê bizûrk DYA û iblîsê xurde Sovyetê” hemû mele dibûn yek.

Belê nuha mele ji jor ve bihevduketin in. Koma Xamaney û Ahmedinijad li rexekê, Koma Musewî û Hatemî û Rafsancanî li rexekê, ketine nava neyartiyeke dijwar. Êdî kuþtinê despêkiriye û gel ketiye nava serihildanan.

Delîl xurt dibin ku dema fatihe li ser cenazê vê nîzama bête xwendin ne dûr e.

Êdî gel nema dikari xwe ragre û tehamul bike li bin zulma van nîzamên zalim û derewîn.

Kurdan li Amedê Kongreya xwe ya Civaka Demokratik sazkir.

Gelo dewleta Tirkiyeyê(Receb û Baþbug) li beramberî van bûyerên germ û giran dê çi bike?

Ahmet Aktaþ

22.6.2009

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org