|
JI ZIMANÊ DEWLETÊ RA NA !
Ahmet Aktaþ
Sê
meh berê, me li Kölnê li nava kolanê semînerek da, Hevalê min li ser
zimanê dayîkê, weke þanogerekî axaftineke gelek xweþ û balkêþ kir. Got:
Ev dewleta Tirkiyeyê ya faþist û nijadperest, di her warî de zimanê me
qedexe kiriye; navê cih û warê me, navê însanên me û hwd, hemî
qedexe ye. Xuþka Rêberê me, ji ber ku qenc bi Tirkî nizane dixwaze ya
dilê xwe bi zimanê dayika xwe bêje, lê
nahêle bi birayê xwe re Kurdî bipeyive û hwd. Ma ji vê zulmê re
êdî ne bes e, ma heta kengî em xwe ragirin ? Na, ez dibêjim lazime êdî
em hemî eþkere helwesta xwe nîþan bidin û bêjin; EY
DEWLET EZ ÊDÎ NEMA BI ZIMANÊ TE DIPEYIVIM ! Wateya/maneya
vê helwestê berfirehtir e. Bêgûman ziman, berhem û neynika mejî û
zihniyeta mirova û dewleta ye. Ev
qedexeya li ser zimanê me, encama zihniyet û siyaseta xerab a dewletên
dagirker ku li ser gelê me dimeþî ne. Dema ziman da jibîr kirin, çand
û huner û dawî nasnama netewayî bi tevayî tête jibîr kirin. Ziman, çeka
asimilekirin û xerakirina nasnama gelan e, her wisa çeka avakirina nasnama
gelan e jî. Makyavel
dibêje, “eger tu bixwaze miletekî bixe bindestê xwe, pêwiste berî hemî
tiþtî tu wî gelî asimile bike/di nava zimanê xwe de bihelî ne”. Loma
van dewletên dagirker hemî û bi taybetî jî dewleta Tirka dev ji vê
siyaseta xwe ya asimilasyonê bernade. Erê
rast e, ziman û çanda me gelek dewlemend e, bi hezar salan e nehatiye
tunekirin, lê em xwe ne xapîn e, di vê dema teknolojiya mezin a di destê
van zaliman de, eger em li zimanê xwe baþ xwedî dernekevin û xwe baþ bi
rêxistin nekin, dikare ji dest me biçe.
* *
* Nuha
li welat hewldanên baþ henin ji bo pêþvebirina ziman. TZP xebatek e hêja
dike di vî warî de. Erê
rast e, gelê me êdî bûye xwedî hiþmendiyek e hêja û ez bawer nakim
ku êdî tu hêzen biyanî bikaribe gelê me ji vê rêya wî vegerîne. Lê
divê em qîma xwe pê nîne. Bi taybetî jî li Avrupa ev xebat û hewldan
gelekî kêm e. Ji
ber ku, bombebaranê li ser ziman ne kêmtir e ji bombebaranê li ser Herêmên
Parastina Medyayê. Bi sedan TV, radyo û hemî cûre weþanên biyanî li
ser mejî û jiyana rojane ya gele me dibare. Loma
divêt em di nava hewldana parastinek e hîn
xurtir de bin, da ku em bikarib in xwe li himberî van êrîþên
berfireh û dijwar xwe ragirin. Divê
em bizanibin, xebata ji bo parastin û xurtkirina Zimanê Kurdî, di heman
demê de, parastina nasnama netewayî ye, parastina demokrasiyê ye û
parastina mirovatiyê ye. Loma
divê em dûriþma/þîara xwe dubare û dehbare bikin: ZIMANÊ
KURDÎ ZIMANÊ BERXWEDANÊ YE ! EY
DEWLET, EZ ÊDÎ NEMA BI ZIMANÊ
TE DIPEYIVIM ! JI
ZIMANÊ DEWLETÊ RA NA ! Bi
helwest û duriþmên curbecûr ên bi vî awayî, em bi biryardariyek e
xurt zimanê Kurdî bikin zimanê jiyana xwe ya berdewam a rojane. Eger
em bi vî awayî tevbigerin, emê bikaribin zûtirin dem siyaseta dewletên
dagirker a þerker, li ser welatê xwe û gelê xwe biþkînin. Ji
bo vê pêngavê, hilbijartinê 29 ê Adarê qonexek ê gelek giring e. Þemsettin
Aktaþ 22.2.2009
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org