|
Kom(kujî)ar
!
Þemsettin AKTAÞ
Dewleta
Tirkiyeyê 84.mîn salvegera damezrandina Komar'a xwe pîroz dike. Giregirên
dewletê(Yaþar, Gul, Tayyib, Babacan, û ...) ji bo vê rojê(29
ê Cotmehê) peyaman diweþînin. Lê çi peyam ? Tu
dikare bêje hemî bi yek qelemê hatiye nivîsandin. Hemî banga þer
dikin. Li
dijî kê ? Bêgûman li dijî Kurdan. Ka
qaþo wan jî digotin ev welat û dewlet û komar bi xwîna Tirk û Kurdan
hatiye avakirin û herdu gel endamên bingehîn e ! Na
herê, çi endamê bingehîn, weke mirovên bi navê xwe jî nayê hejmartin
û pejirandin. Bi
tenê Tirk heye. Eger miletekî din bêje ez heme, bi tenê mafê wî yê
kolebûnê ji bo Tirkan heye. Ev gotina Mahmut Esat Bozkurt e; di salên
1924-30 de Wezirê Edaletê bû qaþo. De
kerem bike bibîne, ku ev Komar li ser çi bingehek bi EDALET/wekhevî
hatiye ava kirin ! Hema li Cemil
Çiçek mêze bikin hûnê Bozkurtê/Gurêgewrê modern bibînin. Diyare
ku, ev 84 sale Komar berbe demokrasiyê neçûye. Berovajî paþ ve meþiya
ye. Hîn pirtir nijadperest û xwînrij bûye. Loma mirov dikare jêre bêje
Komara Komkujiyê. Dibe
ku dîrok xwe dubare jî dike, Deniz Baykal jî qaþo huquqnase/parêzer
e. Zeki Sezer jî doktor e û hwd. Ma
ne ecêbe/sosret e ? Van kesên diviya wekhevî, aþîtî, saxî û mirovatî
bi parastan, lê mixabin ji Yaþar Paþa û Devlet Bahçeli
pirtir þer dixwazin û nijadperestiyê diparêzin.
* * * Ali
Babacan,
piþtî Suriye, Ýsrail, Filistin û Iraqê berê xwe da Ýranê. Wisa tête
dîtin, ku ji van gerên diplomasî, ew tiþtên dixwestin bi dest ne
xistin. Li
gor gotina wan Beþarê Esed, êriþa li ser Baþûr pejirandibû. Lê
piþtî vegera Þamê, Beþar, got 'min wisa negotibû'. Heyetek/þandek
e mezin ji Iraqê hate Tirkiyeyê û gelek hêvî jê dihate kirin. Lê ev jî
bi serneket û heyet/þande bi xeyd vegeriya Iraqê. Hemî
hêviya wan mabû Iran. Erê Babacan gelek bi þox û þeng hate pêþivazî
kirin û pir dimenên devliken danê medyayê. Lê ji vira jî destvala
vegeriya. Bi
tenê hewara wan maye Bush, ku Erdogan di hefteya pêþ de diçe
ziyaret/tewafa wî. Lê gûmana serkevtinê di vir de jî diyar nake.
* * * Ji
xwe serkêþê govenda þer/cengê Yaþar û Baþbug Paþa, ji
mêj ve erîþên xwe yên leþkerî dirêjî Baþûrê Kurdistanê jî
kirin e. Ez
nabêjim operasyon, ji ber ku, ev gotin xelite. Çi operasyon, li Kurdistanê
êdî herb/ceng heye û komkujî ne bi tenê li ser mirovan heye, komkujî
li ser xwezayê û erdnigariyê û ajalan jî tête meþandin. Heta ne li
Kurdistanê bi tenê, êdî li bajarên Tirkiyeyê û Avrupa jî heman êrîþkariyê
dimeþînin. Erê
raste em kesek þer naxwazin, lê bila her kes û bi taybetî jî xwediyê vê
Komara Komkuj bizanibe, di encama vê cengê de, ne ew, belê Kurd bi
serdikevin û Kurdistaneke Azad ava dibe. Þemsettin
AKTAÞ 29.10.2007
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org