|
KONFERANSA
WÊJEYA KURDÎ
Þemsettin AKTAÞ
Di rojên þemî û yekþema buhurî de, li paytexte Almanya BERLÎN'ê, li avaya Þaredariya Charlottenburgê Konferanseke hate li darxistin. Konferans a bi navê WÊJE YA KURDÎ, ku ji alî Enstîtu Ya Kurd a li Berlinê hatibû amade kirin du rojan berdewam kir. Civîn bi axaftina Serokê Enstîtuyê Fehmi Balayî hate despêkirin. Piþt re li ser babetên ku hatibû amade kirin, bi program û rêz hate pêþkêþ kirin. Babetên ku li ser hate aþaftin; 1-Romana
Kurdî, 2-Zimanê çîroka Kurdî ya hemdemî, 3-Jiyan û berhemên
helbestvan û dîroknivîsa Kurd 'Mesture Kurdistanî', 4-Rewþa zaravayê
zazakî di wêjeya Kurdî de, 5-Kêþeyên nivîsîna dîroka wêjeya Kurdî,
6-Helbesta Kurdî, 7-Çalakiyên wêjeya Kurdî, 8-Rola qewlên Êzdiyan di
parastina zimanê Kurdî de, 9-Rojnamegeriya Zarokan, 10-Xwendina helbestan. Hêjaye gotinêye ku, hejmara axaftvanan jî û guhdaran jî ne kêm bû. Ez bi xwe beþdarî gelek civîn û konferansa bû me, lê ez dikarim bêjim min ji vê konferansê taameke cuda wergirt. Berî hemî tiþtî xurû kurdî bû. Amadekariya pêþkêþvanan jî ne xerab bû. Hema hema bi hemî zaravayên kurdî hate axavtin. Guhdaran jî bi dil û meraq gohdar dikir(eger dengê çend telefonan jî nebana xweþtir dibû). Cihê þanaziyê ku du televizyonên kurdî(Kurdistan Tv û ROJ Tv)beþdar bûn û ji despêkê heta dawiyê kiþandin. Qewl bû ku KURD sat jî hatiba, lê diyar nebû ku çira nehat? Þandek (çar rewþenbîrên hêja) ji Baþûrê Kurdistan hatibû û civîn dewlemendtir kirin. Ji bilî hinek kemasiyên biçûk, organîze jî xerab nebû. Bêgûman kêmayî hebûn. Weke minak; ji perçeyê Rojhilatê Kurdistanê nebûn, hejmara jinan û ciwanan kêmbû. Erê xuþka Hêvî Berwarî bi helbestên xwe û xuþka Roþna Mehmut jî bi axaftinên xwe civîn hinekî geþ û xweþ kirin, lê divê jin her dem zêdetir bin. Bi kurtayî, li gel hemû kemukoriyên xwe mirov dikare bêje Konferanseke serkevtîbû. Vê salê, weke tête zanin li Amedê û li Dihokê jî Konferansên li ser ziman û çand û wêjeya kurdî hatin li darxistin. Konferansa Berlinê jî bû berdewama wan û hevdû xurt kirin. Lê mixabin ne bese û divê em qîma xwe bi vana tenê nînin. Eger em qîma xwe bi vanan tenê bînin, em xwe jî û gelê xwe jî dixapînin. Ne di salê de carek an du-sê car, divê gelek û gelek car konferans û civînên hîn mezintir bêne li darxistin. Ev kar jî, bi bingehîn dikeve ser milê sazî û rewþenbîrên kurdistanê. Pêwîstê her sazî û dezgeh û xanî û malbatên kurdan em bikin wargehên ziman û perwerdeyê. Em van waran weke dibistanan bi kar bînin. Di vî alî de, her çendîn keda me jî hebe, lê mixabin, ji ber berpirsiyariya me ya ronakbîrî ewqas jî em xwedî gunehin. Ma emê loma ji kê bikin, ji neyarên xwe ? Na xêr, divê em xemsarî û sistayî ya xwe bibînin, berî her kesî em her kes hesap ji xwe bipirsin. Eger em bi vî awayî xwe nû bikin û bi berpirsiyarî tevbigerin, rewþa nuha ji hemi demê bêtir zeminê dide ji bo serkevtinê. Kî çi dibêje bila bêje, zimanê
dayikê þêrîn e ! Þemsettin AKTAÞ 12.12.2006
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org