|
Kongreya Enstîtuya Kurdî!
Ahmet Aktaþ
Di
vê meha bextireþ a Sibatê de Kongreya Enstîtuyê çêdibe. Lewma
ji Kongrê bêhtir, ez dixwazim li ser bûyera 15 ê Sibatê ya di dîroka Kurdan de weke birîna xencerek e
xiyanetê eþ gihandiye Kurdan rawestim, hinekî þirove bikim û bi taybetî
li ser erk û peywirên rewþenbîran çend gotinan bêjim. Li
ser vê roja reþ, vê plangeriya navnetewî gelek tiþt hatin gotin; erênî-neyînî,
baþ-xerab, kûr-sererû, giran-sivik, buha-erzan, hêja-hejar, þêrîn-tal
û hwd, ji pir aliyan dost û neyaran þirove kirin û nivisandin. Hijmarek
rewþenbîr, hunermend û nivîskar bi wacibên xwe rabûn û helwesta xwe
ya hêja nîþan da û bi dengê bilind qîriyan. Weke
mînak, li despêka bûyerê Þêrko
Bêkes bi hilbestekê/þêrekê dengê xwe derxist. Hunermendên
Koma Berxwedan li gel hinek
Hunermendên din, bi hev ra, bi helbesteke dirêj û watedar, êþ û jana
cergê/cîgera gelê me bi dil û devê xwe re kirin yek û qîriyan. Strana
Dewrêþê Evdî, Gulistan, Birader, Aydin û hinek hunermendên din(yên
min navên wan ne nivîsi ye, lêborînê ji wan dixwazim), helwest û awaza
xwe gihandin raya giþtî. Di
van rojên dawî de, hêjayî gotinê ye ku Ehmed
Huseynî, bi helbest û bi helwesta xwe, þairtiya xwe û bestekariya
xwe bi dengekî gelek bilind gihand, pêþî dostan û paþê ne dostan! Ez
zanim hijmarek kesên marjinal jê nerihet/aciz bûn, lê bila bi, hema bila
ewên aciz jî bûne nehêjabe þekala Wî! *
* * Li
gel van helbest, helwest û gelek nivîsandin û þîroveyên hêja yên
corbecor rewþenbîr û hunermendan, divê bête qebûl kirin ê ev bûyer,
berfireh, kûr û dûr û dirêj þîrove kir û bi vê jî ne rawestiya
bersîva wê jî bi mejiyê xwe yê mezin da; felsefe û siyaseta nûjen
afirand û gihand gelê xwe Rêber APO bi xwe bû; bi vî awayî Rêbertiya xwe û mezintiya
xwe, dîsa di þerd û mercî herî giran de îspat kir û herwiha ev yek bi
dost û neyaran jî da pejirandin. Di
encamê de, barê giran dîsa ket e ser milê Rêber
APO û hevalên wî yên li Çiya(hema di vê navbêrê de em
pesindariya Awazên Çiya jî bi bîrbînin). *
* * Di
27 ê vê heyva bextireþ de, Kongreya Enstîtuyê li Kölnê çêdibe. Bêgûman,
divê, di vê Kongreyê de jî ev 11 salên bi keder, keser, elem, êþ, jan
û di heman demê de tije berxwedan, serîhildan û tekoþîna bi rûmet li
ber çavan were raxistin. Herkes
û bi taybetî jî yên xwe pêþeng, zana, rewþenbîr, hunermend û hwd
dibînin, lazim e hîn pirtir xwe li mêzînê bide, xwe û yên ewqas tekoþîna
bi rûmet û fedekariya mezin dikin bide ber hev, bi vî awayi xwe di ber çavan
ra derbas bike, xwe bikaribe rexne bike û her wiha hîn dereng nemîne li
erk û peywirê xwe, weke tê xwestin xwedî derkeve.
Ez
hêvî dikim, ku beþdarên vê Kongreyê, dê vê rewþa mijara gotinê ye
li ber çava bigrin û li hêjayî, li rûmet, li deskeftî û Rêberê xwe
xwedî derkevin û bi vi awayî Kongre serkeftî derbas bibe. Ahmed
Aktaþ 13.2.2010
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org