|
Kurdan bi hilbijartinan ra sînor rakirin !
Ahmet Aktaþ
Dibe
ku bi piranî mirov, bi piralî nabîne
di vê hilbijartinê de qonaxa asta deskeftiyên Kurdan çendîn berfireh e. Li
gel hemû kemasî û xelitiyan jî, qet gûman tê de nîne ku aþkere Kurd
bi asteke gelek berçav û bilind bi serketin. Lê ji ber ku cara yekemîn e
bi vê giranîyê û vê mezinahiyê di warê siyasî de deskeftinek e gelîrî
pêktê, gel, bi kêfxweþiyek e bilind ev þahiya xwe pîroz kir. Wisa
diyare ku, AKP/Dewletê jî, erê gûman dikir in dê Kurdê di
hilbijartinan da hinekî bi serbikevîn lê ne li benda bi vê mezinahiyê bûn. Dema
ku pêhesiyan deskeftî gelekin, hema di cih de yên weke Cemil Çiçek rabûn
ne razibûnên xwe eþkere kirin. Ew jehra mejiyên xwe yê nijadperest da
der. Lewma
got, eha Îdir jî girtin û gihiþtin sînorên Ermenistanê û hewd. !
Erê dûv re Receb xwest van gotinan hineki pîne bike, lê ewqas kun
firebûbû êdî durûtina Receb jî pere nekir û bêfeydebû. Niha
siyaseta dewletê gelek tengav bûye. Arteþ demek e kurt bêdeng sekinî, lê
bi yekdu gotin be jî hilwesta xwe ya nerazibûnê dane xuyakirin. Herwiha nîþan
dan ku di demek nêzik de ewên berfireh dîtînên xwe ji çepemeniyê re bêj
in. Ji
xwe êrîþên wan yên hovane dîsa da despêkirin; li Agiriyê, li Rihayê
û hwd. Nikarin
xwe ragirin/tehamulbikin, ji van deskeftiyên Kurdan. Eger mirovbûna, dê
ew jî weke Kurdan dilxweþ bibûna û bi hev ra ev þahî pîroz dikirin. Lê
na herê, xuya dike hîn mejiyê vê dewletê ji vê rûmeta mirovatiyê dûr
e. *
* * Receb,
hîn dev ji qebedayitiyê xwe bernade. Weke ku ti tiþtek nebûbe hîn wê
siyaseta xwe ya bêxêr dide meþandin. Vê carê jî dîsa ew savara rijî
û sar dide ber Danimarka, da ku Roj TV bigerin.Her wiha ji filan dewletê
û bêvan dewletê dîsa piþtgriyê dixwaze. Nuha
jî hemû hêvî û hewara xwe dane destê Obama. Li goreyî saloxên Receb
û Gul didin çapemeniyê, Obama soz daye wan û li ser gotinên Wî, bi
Rasmussen re lihevhatin in û serokatiya wi ji bo NATO qebûl kirin in. Hatina
Obama ya Tirkiyeyê û bi giþtî gera wî, bêgûman giring e û divê
analizên berfireh bêne kirin li ser vê mijarê. Di nivîsên xwe yên rojên
were de emê li ser rawestin. Belê
tiþtekî eþkere, rast û mafdar heye, ew jî ev e: Gelê Kurd di vê
hilbijartinê de, hema hema em dikarin bêj in sînorên nava perçeyên
Kurdistanê bi temamî rakir in. Ev
jî helalî xweþ be ji gelê me re. Ji
xwe mafê gelê me yê dîrokî, mirovatî, xwezayî, yasayî û hwd. Bi tenê
siyasî ma bû, ê vî jî gav bi gav bidest dixi.
Vêna jî bi keda xwe û bi xwîna xwe distîn e, weke sedeqa ji destê
kesî nagri. Weke þîrê diya wî lê helal e. Xwendevanên
hêja, ji kerema xwe re hûn jî careke din li ser nexþeyê/xeriteyê li sînorên
nava Kurdan binerîn, ez bawerdikim hûnê dilxweþ bibin. Yên weke Cemil
û Receb û Baþbug û kî nerihet dibin-nabin jî xem nîne, ew pirsgrêka
wan e. Lê
ez bawer dikim hûnê kêfxweþ bibin, eger hûn xemsariyê nekin û temaþe
bikin, bimînin di nava temaþekirinek xweþ de ! Þemsettin
Aktaþ 6.4.2009
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org