Lêkolîna hejmar 14 derket

 

Ahmet Aktaþ

 

 

 
Lêkolîna vê carê, hejmar 14 li ser perwerdê ye. Bi giranî wek sê hejmarên berî xwe vê carê jî naverok ji pirs û bersivan tê pê.
 
Mijar û navçeyên lêhûrbûnê çendek in.
 
a.        Aliyekî giþtî û kurteagehdariyek li ser dîroka perwerdê û ezmûna cîhana rojava.
 
b.        Perwerdeya di bin deshelatdariya dewletên deshelatdar de li Kurdistan.
 
c.         Perwerdeya li diyaspora û nimûneyên perwerdeya bi kurdî li Siwêd û li Elmanya.
 
d.        Di perwerdeya klasîk û kevin de cih û rola perwerdeya medreseyên li Kurdisanê.
 
e.        Xwendina li Mexmûr ku bi serê xwe ezmûn û fêrgeheke xweser e û nimûneyeke nadîr e di dîroka pewerdeya Kurdistanê de.
 
Em di wê bahweriyê de ne ku pirs û bersivên li der û dora van çend xalên binavkirî ji bo ku xwendevan li ser diyardeya perwerdê bi giþtî û ya bikurdî bi taybetî bibe xwedîfikrek, wê têr û bes bin.
Kesayetiyên di bersiva pirsan de beþdarbûne, þareza û serwext in. Bêj hema giþan bi salan mamostetî kiriye û ji aliyê raya giþtî ve têne naskirin.
 
Ji pirs û bersivan derdikeve ku þerê di nav gelê Kurd û dewletên serdest û deshelatdar de li herêma Rojhilata navîn salên li pêþiya me wê bi giranî dagerê aliyê perwerdê.
 
Hedefa dagîrker û zordaran piþaftin û asimîlekirina me  ye. Maddî û manewî giþ îmkanên xwe, mekanîzmeyên xwe, medya û burokrasiya xwe xistine kar û bi israr xwe nadin ber perwerdeya bi zimanê kurdî. Çendî ji destên wan tê perwerdeya bi kurdî li paþ dixin, taloqan didinê.
 
Ji bo kuþtina zimanê kurdî, tengtirkirina erd û coxrafya wî û derxistina wî ji jiyana rojane, xwedî stratejî û projeyên fikirlêkirî, bi pîlan û bi program in. Ev diyar û heþkere ye, tê dîtin, tê zanîn.
 
Perwerdeya dewletên Tirk, Ereb û Faris ne bi tenê asimîlekar e, herwuha çendewendî jî li dijê wekheviya nav cinsan, kultur û olan û antîdemokratîk e.
 
Li himber vê, pêwiste em jî bi her awayî li welat û li derveyî welat ji bo perwerdeyeke alternatîv; neteweyî, demokratîk û humanîst zend û bendên xwe vemalin û ji bo ku em bikaribin hedefeke wuha jî têxin piratîk û jiyanê, objektîf û subjektîf îmkan hene û em têra xwe dikin.
 
Çawa ji bo her cebhî tê gotin ku „Kurd ne Kurdên berê ne“, ji bo kurd di eniya perwerdê de jî di bin barê xwe de rabin û bê ku xwe hewcedarê tukes û tuhêzê bibîninin, zemîn heye. Ev ji awura hejmara mamosteyên xwedîezmûn, pirtûkên dersê û medya berdest jî wuha ye.
 
Naverok
I.         PÊÞGOTIN……………………...………………….5
II.        BI GIÞTÎ PERWERDE
Zeynelabidîn Zinar………………….23
III.       MEDRESE
Medreseya Kurdî
                                   Zeynelabidîn Zinar……….…………37
IV.       KURDISTAN
A-        Bakur
                        Zeynelabidîn Zinar…………………51
                        Haydar Diljen………………...…….63
B-        Baþûr
M. Nazîf Mayî………....……………71
V.        MEXMÛR
                                   Elî Aksoy…….……………………...79
                                   Mihemed Orhan………………….....83
VI.       DIYASPORA
A-        Swêd
Zeynelabidîn Zinar……………...….89
Haydar Diljen……………………..103
B-        Almanya
Fêrgîn Melîk Aykoç……..…………111
Emin Akbaþ………….…………….117
Muharrem Ayalp……………….….127
 
Instîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org