Li Enstîtuya Kurdî: Ermenî, Asûrî, Kurd, !

 

 

Ahmet Aktaþ

 

 

Di 25ê Nîsanê roja yekþemê de, li xaniyê Enstîtûyê Panelek balkêþ û hêja pêkhat; bi amadekariya Meclisa Aþtiyê ya Ewrupayê û Enstituya Kurdî û Komela Mafên Mirovan a Tirkiye-Almanya(TUDAY)

Ewqas jî giring bû, ji ber ku ez bixwe cara yekemîne beþdarî panelek bi vî rengî û bi vê naverokê dibim.

Erê bi bingehîn li ser çarçova roja 24ê Nîsanê ev Panel hatibû amadekirin , ku weke roja komkujiya gelê Ermenî hatiye pejirandin.

Belê li gel nonerê gelê Ermenî, nonerên Asûrî-Suryaniyan û Kurdan jî, weke qiseker amadebûn. Di nava beþdaran da rewþenbîrên Tirk ên demokrat jî hebûn û di nava pêvajoya Panelê de axaftinên hêja jî kirin.

Li gel pêkhatina bihevrebuyîna netewên cûda, olên cûda jî hatin rex hev û dîrok bi hev re þirove kirin. Li þûna neyartiyê, bi dostayî guftûgo kirin û gihiþtin belavokek naveroka wê tije û hemfikir a encamê.

Xiristiyan, Elevî, Êzdî, Misilman û hwd, pir bi mirovatî, demokratî, heta mirov dikari bêje bi hevaltî rûberûbûn.  Baþî û xerabî, bêtirs destnîþan kirin.

Ji derveyî dewletê(ew her sûçdarê bingehî û dîrokî ye), kî çendîn gunehbar e, para wî bi zanebûn an bi nezanbûn çiqeys di van komkujiyan de heye, li goreyî zanyarî û hiþmendiya xwe herkesî gotinên xwe bê þerm û tirs got.

Ji vî awirî de ev panel giring bû û dibe ku ev bibe xizmeteka bi rûmet ji bo gava despêkê û qonaxên hîn hêjatir.

Hejmara beþdaran li dor sed kesî bû û asta hiþmendiyê jî berz bû. Ji ber ku pirs û bersîvên têr û tije û li gor demê dihatin holê, dema Panelê nêzîkî  du sêta hate dirêj kirin.

Panelîst jî li ser mijarê xwedî amadekariyek e baþbûn. Du panelîst;  Erdal Doðan(ji welat hatibû) û Rafî Kantiyan him parêzerbûn û him di mijara komkujî û pirsgrêka Ermeniyan da xwedî lêkolinên hêja ne. Herwiha dîroknas Ethem Xemgîn, li ser dîroka Kurdan û Eleviyan xebateke bi berhem a xurt kiriye, Corc Aryo jiyana wî hemî di nava siyaseta Asûrîyan û Kurdan derbasbûye û hîn jî berdewam dike  û Eli Saçik jî her wiha jiyana wî hemî di nava civata Êzdî û siyaseta Kurdan da derbasbuye û hîn jî  li ser a xwe ye.

Min bi xwe Panelek e pir hêja dît û ez jî weke xebatkarekî Enstitiyê, ji xizmeta amadekariya vê Panelê gelek dilxweþîm.

Her wiha ji bo amadekariya çend panelên berî nuha û vê Panêlê jî, ji moderator Gunay Aslan, nivîskar Memo Þahîn, Hasan Taþkale, Mamoste Mirhem Yigit, Memoste Fevzi Ozmen û hemû beþdaran ra spasiyê xwe dibêjim û rêz digrim.

Ez xwedî hêviya gelek mezin im ku, hewldanên me yên wiha, dê alikariyek e xurt bide gelên herêmê û bi taybetî yên Kurdistanê, ku nema êdî bi yekcarî neyartiya hevdû bikin û neyên listokên dewletan, berovajî, li dijî dewletên komkûj yekîtiya xwe xurtir bikin.

Her wiha li ser vê hêza yekîtiya xwe ya mirovatiyê, dewletan jî naçar bike ku werin li gunehên xwe mikûr bên û dawî li vî karê nemirovatiyê were.

Ahmet Aktaþ

27.4.2009

 

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org