Ma Nabe Heci Ahmedî Bibe Serokê Iranê ?

 

 Þemsettin AKTAÞ

 

 

Dibe ku, di despêkê de hinek kes li vê sernivîsê binerin ecêbmayî bimînin. Dibe ku, bawer nekin an jî tinazê xwe pêbikin an jî bikenin.

Ê de baþe, ka em  hinekî li pêvajoya dema dawî mêze  bikin û piþt re bigihên biryarek ê; dibe an nabe ?

Ev demeke, çape-medya Tirkiyeyê PJAK xistiye rojeva xwe. Ji gelek alî ve nûçeyan li ser vê Partiyê di weþînin û bi giranî li ser peywendiyên PJAK û Amerika disekinin.

Li goreyî saloxên wan, li Kurdistanê û bi taybetî li derdorên Qendîlê, berpirsiyarên PJAK û payebilindên arteþa Amerika berdewam hevdû dibînin. Û Amerika bi her awayî alîkariyeke xurt dide wan; bi taybetî jî di warê çekên þer ên kêrhatî û qurs de yarmetiyê dike.

Van têkiliyan û peywendiyan gelek mezin nîþan didin. Wisa didin xuya kirin ku, di warê siyasî jî de têkilî di asteke bilind de ye û çûyîn-hatin  a Serokê PJAK'ê Kek Hecî Ehmedî, bo Washintonê her berdewam e.

Çape-Medya Tirkiyeyê bi vê jî na raweste, xwedê giravî li ser daxwaza Amerika, hejmareke pir mezin PKK'yî ketina nava refê PJAK'ê.

                        *  *  *

Serokê Rusyayê Putin, li Libyayê ye. Bi Muamer Qeddafî re li ser gaza xwezayî peyman girêdane. Cara yekemîne ku, Serokê Rusyayê diçe Libyayê. Ev ger, ji ber ku, hema piþtî hevdîtina Putin û Bush pêkhatiye balkêþê. Di navenda van hevdîtinan da, bêgûman pirsgrêka Iranê jî heye.

Serokê berê yê Amerikayê Jimmy Carter, derketiye gera Rojhilatanivîn û bi serokê HAMAS'ê re jî peyiviye !

Xatûna Rice, dîsa ji niþkave berê xwe da Iraqê ! Gûmana nêzîkbûna destêwerdana Iranê xurtir dibe.

                        *  *  *

Ma gelo Tirkiyeyê, bê sedem ewqas PJAK xistiye rojeva xwe û di heman demê de Tirkiye û Iran bi hev re êrîþên xedar dibin ser PKK û PJAK'ê.

Na xêr, li vira tirseke mezin heye. Lewra planeke berfireh heye li hember Iranê. Hilbet Tirkiye jî, ji gelek alî ve têkildarî vê planê ye.

Êdî eþkere tête gotin; Amerika piþtgiriya PJAK'ê dike, da ku  bi destêwerdana Iranê re, Kurdên Rojhilat li gel wan cih bigre. Hema diþibe çîroka Iraqê.

Ê baþe, eger bi destêwerdana Iranê re, Ehmedî nijadperest ruxiya, kî heye ku cihê Wi bigre? Bêgûman H.Ehmedî yê Kurd û demokrat heye!

Çima/Bo nebe ? Dibe û ...

Dema hate gotin; Mam Celal dibe serokê Iraqê, gelek kesan bawer nekir, heta hinekan kenê xwe kir. Dibe ku, hinek bi min jî bikenin û bêjin ev xeyala dibîne. Bila bikenin û eger xeyal be jî xeyaleke xweþ e.

Ma çî Kek H.Ehmedî ji Mam Celal kêmtir e? Heta li goreyî rewþa Iranê dibe ku rewþ û þensa Kek H.Ehmedî xurtir be jî.

Eger Tirkiye û Suriye jî neyên rayê/ser rêya mirovatiyê, heman aqûbet li pêþiya wan e jî.

Li van her du dewletan jî dibe ku, Rêberên Kurdan bibe SEROKOMAR !

Bila kes nebêje nabe, li vê cîhanê hemû tiþt dibe.

 

Þemsettin AKTAÞ

20.4.2008

       

 

 

  

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org