|
“NASNAME NAMÛS E”
Ahmet Aktaþ
Weke
pir kesên durû û dûrî mirovatiyê mayîne Denîz
Baykal jî, gelek caran, got; “Kurd birayên me ne, mafê wan heye bi
zimanê xwe bi peyive, li çandu û nasnama xwe xwedî derkevin, NASNAMA
MIROVAN ÞEREF Û NAMÛSA mirovane”. Wê
rojê Parlamentera me ya Kurd Gulten KIÞANAK, li ser vê sixtekariya Baykal çend gotinên hêja
digot. Digot
wateya gotina Baykal ev e, dibêje;
Kurd, dema derket çû mekteba an jî cihekî din bila KURD NAMÛSA XWE LI
MALÊ BIHÊLE!!! Birastî,
Baykal ewqas peyvên nakok û bêrûmet
dibêje însan bi xwe re nabîne þirove bike. Lê
mixabin ên weke wî xwe xwediyê dewletê dibînin, dinêrin çareserî
hatiye ber deriyê wan û xwe li ser wan ferz diki, êdî ji naçarî divê
tiþtekî bêjin, lewma bi zanebûn vê pirsgrêkê berovajî didin xuya
kirin û van gotinên beradayî dikin. Hinek
ji wan dibêjin; bila mafê Kurdan ên ziman hebe lê mafê perwerdê nebe,
bila mafê takekesî hebe lê mafê gelirî û civakî nebe û hwd. * *
* Wezîrê
Karêderve Ahmed Davutoglu, ling
li bin xwe venake geh baz dide diçe Bexdayê, geh diçe Þamê, geh li
Ermenistanê ye, nuha jî li Tehranê li ba hempiþeyê xwe Manuçehr
Muttekî ye. Li
goreyî nûçeyên çapemeniya Tirkiyeyê ji bo dijberiya PKK ê digeri li
van derdoran. Li
gor saloxan Manuçehr Muttekî
gotiye; em amadekariyê dikin ji bo hevdîtina Serok Dewletan; Abdullah
Gul û Mahmudê Ahmedinejad. *
* * Li
gel Baykal û yên weke wî serî dewixî, roj bi roj akademisyenên ku
rastiyê jî dibêjin zêde dibin, Weke
mînak îro Dersdarê Zanîngeha Rojhilatanavîn(ODTÜ) Prof.Dr.Hüseyin
Bagci, gotibû dewletê bi OCALAN
ra rûnê bi peyive. Erê
îro dibêjin em muhatab nabînin, lê sibê yekser an neyekser dipeyivin.
Ma berê ne digotin em bi
BERZANÎ û TELEBANÎ re jî na peyivin, lê piþt re bi caran çûn bi
hevdu re rûniþtin û peyivin û nuha jî peywendiyên wan didome. Dersdarê
Zaningeha Bilgi Psikoterapist Murat
Paker jî li ser qonaxê gelek þiroveyên hêja kiri ye û dibêje divêt
dewlet û Kurd bi rastî bi rû hevdu kev in û dewlet lêborîna xwe ji gelê
Kurd bixwaze. Ez
bawer dikim gelê me êdî li yên weke
Bakal ho venadin û nasnama xwe li mal nahêlin, ji xwe nasnama xwe
kirine al xistine destê xwe, dane ser milê xwe û her roj li meydan û
kolanan dimeþin û diqîrin ji bo azadî û aþtiyê. Roja
Þemiyê li Gelsenkirchen a Almanya, Festiwala Gelê me ya 17 mîn hêjayî
dîtinê bû. Bi
tenê Hevalê Þukru Çiçek, bi
xatir xwestina xwe ji me, dilê me êþand!(berî koç bike biçe bi 2
saetan ew û kurê xwe Mazlum-Dogan- li cem me bû li standa Ýnstituta Kurdî). Ahmet
Aktaþ 13.9.2009
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org