NEWROZ û Mamoste Medya!

 

Ahmet Aktaþ

 

  

     Pêþî ezê bêjim, cejna jiyana azad a mirovatiyê NEWROZ, li gelê me û mirovatiya cîhanê pîroz be û ezê derbasî þîroveya li ser Mamoste Medya yê bibim.

    Eger keçeke Kurd a deh salî, eger bi xwe re vi curetî dibîne û ewqas bi xwe bawer, dikare derkeve ser dika li nava milyonan kes, zindî bikaribe rexneya li ewqas însanan bike û bikaribe weke temen mezinekê li rastî û mafê gelê xwe xwedî derkeve û her wiha bi helwesteke aram, weke zanyarekê rê jî destnîþanî milyonan bike, êdî hema ez dibêjim rewþa heyî xweþik radixe ber çavan û divê herkes kumê xwe ji serê derxe deyne ber xwe û kûr kûr bi fikire û mijûl bibe.

    Lazim e her kes ji vê peyamê rast dersa derxe û par a xwe werbigre.

    Dewletên dagirker û bi taybetî AKP, divê vê peyamê baþ bixwîne, berî hemî tiþtî pêwîste ku bizanibe ev ne peyama zarokek a Kurd e, peyama gelê Kurd e, peyama Rêberê Kurd e.

    Helwesta vê keça hêja, asta bilindbûn a hiþmendiya gelê me giþtî destnîþan dike.

    Daxwaza wê, bi tenê ne fêrbûna zimanê Kurdî bû, ji xwe ew weke kes, zimanê xwe baþ zanibû, belê li gel xwestina bi civakî perwerdeya bi zimanê Kurdî, raperîna wê/serîhildana wê, nerazîbûna wê ya li dijî zimanê dewletê bû(ne dujminatiya zaminê gelê Tirk); wateya vê jî, dijberiya mejiyê nijadperest/faþist û siyaseta tunekirinê ya dewletê ye.

    Ev hilwesta Mamosta Medya, hilwesta zarokekî Kurd yê 2 salî, ku li Mersînê bi zahmetî radihiþt kevirên biçûk û davêt tankên artêþê di anî bîra mirovan.

    Van hilwestên yeko yeko, ji xwe weke xelekên zincîrê bi hev e girêdayî ne û bi salan ketine ser hevdu û îro bûye weke helwesta gelê Kurd hemî xwe derdixe ser dikan û kolanan û her deveran.

    Herwiha gelê Kurd jî, divê ji peyama Mamosteya me Medya par a xwe bistîne û eger bi taybetî ev dewleta ku ewqas ji vî zimanî û bi bingehîn ji perwerdeya bi zimanê Kurdî di tirse, ehaa, tê wateya ku Mamosteya me rast dibêje û mafdar e jî, ji ber ewqas rexneya li me dike di vî warî de.

 *  *  *

Wisa diyar e êdî dewlet jî hêdî hêdî ji naçarî hinek rastiyan qebûl dike û hîn jî dê bike, lê ne xêra bavê xwe, ji bêçarî.

Weke mînak, gelê me ji her salan mezintir, bi hêztir, bi coþtir û bi gotinên watedartir pîroz kir, lê dewletê ji hemî salan lawaztir, þermoktir, zaroktir/biçûktir(ê me zarok mezintir dibin, ê wan mezin zaroktir dibin), hema hema weke lîstokên pêkenok û ji hemî salan kêmtir bajaran pîroz kirin.

Êdî zelaltir dibe, ku eger di vî temenî de ewqas xurt, tov û þitlên fikir û ramanên Rêberê Medya di serê wê de þax veda be û lewma dikare ewqas bê þik û guman tevbigere, divê em herkes, hîn pirtir li memosteyên xwe xwedî derkevin û ji bo memostayan zêdetir bikin gelek xurt bi xebitin.

Her çend me dîsa þehîdên NEWROZ ê dan li Reqqayê û dilê me bi xemgîn e, belê beþdarî û coþa gelê me ya Cejna NEWROZ a îsal, hêjayî pesindariyê ye.

Bi hêviya, em li welatê xwe azad NEWROZ’ê pîroz bikin!

Ahmed Aktaþ

NEWROZ 2010

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org