|
Rojek
xweþî û xemgînî bi hev re...
Þemsettin AKTAÞ
Îroj(yekþem) me xweþî
û xemgînî bi hev re jiya. Kêfxweþiya me ew bû, ku
me perwerdeya zaravayê DIMILKÎ/zazakî despêkir. Xemgîniya me jî
ew bû, ku Mamostayê me Jîr Dilovan nexweþket û me rakir nexweþxaneyê. Ev demeke nêzîkî pênc
heyvaye, me gav li pey gavê avêtin di warê perwerdeya zimanê Kurdî de. Di du hefteyên dawî de,
li Universita Essenê jî me dest bi perwerdeya zimanê xwe kiriye. Di vî
karî de cihekî taybetî yê Mamostayê me heye. Û me vê hefteyê jî dest
bi perperdeya zaravayê Dimilkî kir. Em gelekî þa û dilxweþbûn.
Ji ber ku, di vî warîde hewldan û xebat gelek lawazin. Loma em demeke dirêje
hewldidin, da ku em vî erkê xwe pêkbîne. Em îro gihiþtin vî miradê
xwe û em xebatkarên Instituta Kurdî hemî jî beþdarî perwerdeyê
bûn û em bi biryarin heta dawiyê jî berdewam bikin. Perwerdeyê gelek bi dilsozî
û kêfxweþî despêkir. Lê mixabin li dawîhatina dersê, me dît rewþa
Mamostayê me Jîr Dilovan xerabû. Me hema gazî ambulansê kir û
rakir nexweþxaneyê. Bêgûman em hemî gelek xemgîn bûn. Li goreyî gotina doktoran
tiþtê metirsiyê nîne.
* * * Di vê hefteyê de dîsa
mijarên giring hebûn. Weke mînak, li pey gera Bush
a Rojhilatanavîn, xanima Rice jî, dîsa weke her car ji niþka
ve çû Iraqê. Bi Mam Celal û vê carê bi Kek Mesûd jî re
axivî. Di heman demê de Serleþkerê
duyemîn ê Tirkiyeyê General Ergin Saygun jî çûbû Bexdayê. Li
gel hempîþeyê xwe, Serleþkerê DYA yê li Iraqê David H. Petraus
daniþî. Piþtî 49 salan di asta
serokweziriyê de, nuha Karamanlis tête cem hempîþeyê xwe Receb. Li pey çûyîn û vegera Gul
a Misrê, + Paþa diçe Ingilîstanê. Hêjayî gotinêye, ku di
siyaset û planên li ser Kurd u Kurdistanê de cihekî taybet ên van her
du dewletan henin. Di vê dema giring de,
Dewleta Tirkiyeyê jî bi zanabûn rojev guheriye; dîsa çîroka turbanê/desmala
îslamî xistine rojevê. Weke ku ti pirsgrêkên wan ên dîtir nîne.
*
* * Niyeta min ew bû ku, ez di
vê nivîsa xwe de li ser wan mijarên jorîn hinekî rawestim. Û çend gotinên dîtir ên
xweþ û geþ li ser perwerdeya me ya dimilkî bikim. Lê mixabin ew rewþa nexweþ
a tenduristiya hevalê me Jîr Dilovan xemgîni bi ser me de anî. Loma weke erkekî hevaltî
min jî ev çend gotin nivîsî. Ez gelek bi hêvî me ku,
tenduristiya hevlalê me baþ dibe û xemgîniya hezkiriyê xwe radike û di
demeke nêzîk de Mamostayê me tê ser karê xwe/eþqa xwe ye pîroz. Lewra bi eþq û sewda ev
karê perwerdeya zimanê dayîkê dikir. Li beramberî hemî neyaran
û astengan ev kar û ked bi serdikeve, aþiq û maþûq digihên hevdu. Þemsettin AKTAÞ 20.1.2008
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org