Semîner:

 

Ahmet Aktaþ

 

 

 
Gava duhemîn li ser riya Projeya “Xwe nas bik û xwe bide nasandin”
 
Projeya “Xwe nas bik û xwe bide nasandin” piþtî semînera yekem li ser zimanê Kurdî ku ji aliyê Serokê PENa Kurd Dr. Zerdeþt Haco roja 28/11/09, li salona Instîtûtê hate pêþkêþkirin, roja 19/12/09, wê bi semînera duhem û vê carê li ser “Diyaspora Kurdî” ku axaftvan lêkolîner Mehmet Þahîn e, wê di xizmeta xwendevanên me û kesên xwedî enterese de be.
 
Di jiyana Kurdan de, kurdên diyasporayê de, fera kurdên li Elmanya û welatiyên kurd li vî welatê Ewropa, giran e di mêzênê de.
 
Ev ne ku îro wiha ye, yan jî çend salên dawî wiha bûye. Na, doh jî ne bi qasî îro be jî ev wiha bû, ji 40-50 salan û bi vir de ev giranî heye.
 
Yekemîn Komela Xwendevanên Kurd (KSSA) li ser asta Ewropa di salên 50 î yan de (1956) li Elmanya, li bajarê Wiesbaden hate damezrandin.
 
Herwuha piþtî 19 salan cardî li bajarekî Elmanya li Berlînê Komela duhem, Komela Xwendevanên Kurdistan li Derveyî Welat /AKSA) kete jiyanê, ji diya xwe bû.
 
Bi dû wan de hejmarek federasyon û bi dehan komele û sazî ber û berehmên kurdên li Elmanya ne:
 
Kovara Serxwebûn li Elmanya derdikeve (1982), bi dû de Koma Berxwedan û Hunerkom  û zincîrek sazî, akademî û rêxistinên rewþenbîrî, ciwanan, xwendevanan, hunermendan, jinan didin pey hev.
 
Festîvalên helî mezin, mîhrîcanên folklorî û gelek çalakiyên din li vir dikevin rê.
 
Bi sedan kadroyên Tevgerarizgarîxwazî ji bo doza Kurd û Kurdistanê ji Elmanya berê xwe didin welat, dicin çiyan û þehîd dikevin di ber welat, azadî û demokrasiyê de.
 
Alîkariya madî û manewî ya kurdên li Elmanya ji bo bigerxistina çerxa þoreþê tê zanîn û ev di belge û wêjeya Tevgerarizgarîxwazî de bûne belge.
 
Lê dema em ji aliyekî din li rewþa xwe li Elmanya dinerin, bala xwe didin têkiliyên xwe û gelê Elman, sazî û aliyên pêwendîdar, em dibînin ku em ewçendî ne serketî ne. Qarne û sertifîkaya me ne dilxweþkir e, mirov xemgîn dike, dide ponijandin û xewê li mirov diherimîne.
 
Hejmara kurdên li Elmanya, saziyên li vî welatî, potansiyela tecrûbeyî, kulturî, hejmara xwendevanên zanîngehan û akademisyenên Kurd projeyên xweser dixwazin.
 
Em wek Instîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist, haydar û serwextê vê rewþê ne ku di çend xalan de me hewil da em destnîþan bikin.
 
Li ser vî bingehî û bi hestên berpirsiyariya ku em ji ewê tê kirin gelekî zêdetir dikarin bikin û ewil li vir li Elmanya û piþtre jî li timamê Ewropa û cîhana pêþketî xwe baþtir bidin nasandin, bi þêwir û mitabeqateke hevbeþ bi YXK û xwendevanên Zanîgehan re, me bi navê “ Xwe nas bik û xwe bid nasandin” projeyeke demdirêj ku di ser 20 semîneran re berhimbêz dike amade kriye.
 
 
Mijara Seminerê:  Diyaspora Kurdî
Seminerdar :  Mehmet Þahin
 
 
Cihê semînerê:                      Ruhr Universität Bochum.
 Roj û dem :                19 /12/09
Katjimêr:                     12.30-  17.00
 
Herkesê xwedî enterese bixêr bê.
 
Instîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org