|
Tirsa ji perwerda zimanê dayikê
Ahmet Aktaþ
Naveroka pêvajoya
'vebûna pirsgrêka Kurd' rojberoj gûrtir, germtir û geþtir dibe. Her çendîn buhura
'vebûna pirsgrêka Kurd' fireh dibe tirsên Dewleta Tirkiyeyê jî zêdetir
dibe. Deniz
Baykal dibêje, „ziman
ji terorê xetertir e“, ev hilwest him rastiyekê û him jî tirsa
dewletê xweþik dide dest. Tirs û nerazîbûn
û nerihatiya herî mezin, perwerde û hîndebûna bi zimanê dayikê ye. Dixwaze di vî warî
de hîlebazî û sixtekariyê bike. Dibêje, baþe bila
zimanê Kurdî azad be, lê belê bila ev maf; ne ji dibistana seretayî
despê bike, bila li xwendegehên bilind(universitan û hwd.) weke
enstituyan an jî waneyên(dersên)bijartî were dayîn, an jî kursgehên
zimanê Kurdî vebin. Gelo ev çito/çawa
azadî ye û çi edalet e? Ji alî wan va; ji alî
mejiyên wan ê zîhnîyeta serdest bête temaþe kirin, mirov wan mafdar
dibîne! Ji ber ku eger zarok
ji despêkê de bi zimanê dayîka xwe dest bi fêrbûna jiyanê bibe, wê
demê weke kesekî xwedî nasnama gelê Kurd dibe endamê jiyanê, lê na
eger weke ku ew dibêjin bibe, wê demê ew zarok weke Tirkekî dibe endamê
jiyanê. Ev jî lîstina bi çarenûsa/qedera
însana ye, ev xerakirina xweza û mirovatiyê ye. Bi vê ve girêdayî
mijara mafê takekesî, ne mafê grubî(an jî yê gelî)
heye! Ev mijar jî, her
weke mijara zimanê dayikê, Dewleta Tirkiyeyê xistiye nava tirsek e mezin,
lewma ew jî hewldide ji bo vî mafî nede. Ez bawer nakim ku
Dewleta Tirkiyeyê bikaribe di van mijaran da bi serkeve, ji ber ku ev
siyaseta Dewletê him ne zanistî ye, him jî li cîhanê mînakên bi vî
rengî; gelê ku mafê xwe yê netewî yê xwezayî ne sitandiye nemaye, an
jî kêm maye. Mînakên ku gelek
behsa wan têne kirin, Bask, Ýrlanda, Galiçya, Korsika û hwd. Ji bilî gelek nivîskar
û rewþenbîran, gelek rêvebirên Dewleta Tirkiyeyê jî van mînakan
dubare dikin, lê belê ji bîr dikin ku li vir jî bi xwe re nakokin û
siyaset û kiryarên wan li ser Kurdan gelek gelek durî van welatan û van
gelan e. Mijarek din jî heye
û hêjayî gotinê ye, ev jî mijara ku dibêjin 'ma
Kurd çi dixwazin(?) em nizanin, an
jî xwestinên wan ne zelal e'. Ev jî derewek mezin
e, ji bo xatirê wan(ku xatir mabe) em careke din ji wan ra bêj in, bila
dubare û sêbare û...bibe: Hûn weke gelê Tirk
xwedî çi mafî ne, em jî weke gelê Kurd hez dikin xwedî heman mafan
bin! Qut Kurmancî,
xwestina me ev e û hûn dibînin ku çendîn zelal e û delal e û adil e! Ahmed Aktaþ 24.8.2009
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org