|
Tirsa Ji Zimanê Kurdî
Ahmet Aktaþ
Li
ser ziman pir gotin û nivîsandin hatin kirin û hatin weþandin. Lê
kêm e. Ez
bawer dikim hîn gelek axaftin, nivîsandin û çalakî li ser mijara ziman
dê were kirin û divêt were kirin. Ji ber ku mijarek e ewqas hêja ye û pêwîstî
pê heye. Her
wiha ewqas bandora xwe li ser tekoþîna siyasî jî dike. Lewma dewletê,
li dijî peþkevtina ziman helwesta xwe dijwartir kiriye. Ji ber ku ji pêþkeftina
ziman ditirse. Ewqas tirsyaye ku, ji wê TRTa xwe ya ku bi her awayî di bin
çavderiya wan de ye, programa Rojiname girtin; ji Kurdî û Kurdîtiya
Rojin jî ditirsin ! Dewleta
ku ketiye vî halî êdî nema zê dikari xwe li ser vê neheqiyê ragire. Berê
jî dewletê nedixwest zimanê Kurdî pêþkeve, heta digot zimanekî wisa
tune ye. Lê nuha hunerê bandora ziman a xurt baþtir dibin in. Cihê
ku asimilasyon(helandin û mirina zimanê Kurdî)lê kêm e û di jiyanê de
axaftina zimanê dayîkê xurte, di hilbijartinan da gelek zelal xuya bû,
ku DTP bi serketiye. Eha Colemerg, Wan, Mêrdîn, Amed û hwd. Dewlet,
her çendîn zêdetir bi vê rastiyê dihese û nasdike, hîn pirtir dajo
ser hewldan û xebatê ji bo ziman, êrîþê xwe mezintir û berfirehtir
dike. Yek
ji mijara giring a axftina Baþbug jî ziman bû. Lê balkêþ e, êdî
dizanin nikarin pêþiyê lê bigrin, dixwazin bi tenê weke mafekî takekesî
bidin nîþandan. Di vî warî de, hewldidin ku ji zagonên navnetewî jî sûd
bigrin û hinek dewletên Avrupa jî, weke Fransa mînak destniþan bidin.
Ev bi serê xwe her yek mijarên hejaye ku berfireh li ser þirove bête
kirin. Loma
nuha pirtir li ser weþanê Kurdî disekinin. Bi taybetî ji weþana Azadiya
Welat neriheti û ji berê bêhtir êrîþ diki ser. Bêgûman di pêþkeftina
doz û tekoþîna gelê Kurd da xizmet û rola Azadiye Welat çiye(?) êdî
baþtir nasdike. Ez
bawer dikim di vî warê naskirina rola Ziman a li ser tekoþîna me da,
kemasiyên me henin. Ji vî alî ve, ez nabêjim hinek, belê dibêjim gelek
û gelek xemsariya me heyi û
divê bi lezgînî em dev ji vê xemsariya xwe, tembeliya xwe, sistayiya xwe
berdin. Dema
ku em ji vî milî ve bi karê xwe rabin, dewletên dagirker çi siyaseta
xerab jî bidin meþandin, ne li derve û ne li hundir nikarin bi serkevin. Ziman
amûrê jiyanê yê serekeye. Eger zimanê te nebe, taam û lezeta jiyanê jî
nîne. Loma
divê em zimanê dayîka xwe bikin zimanê jiyanê. Li
ser vê bingehê, ji hemû aliyên din ve jî xebat û çalakiyên me pêþkeftitir
û serkeftitir dibin. Ahmet
Aktaþ 20.4.2009
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org