|
ZIMAN
Û ÎNSAN
Ahmet AKTAÞ
Li ser ziman gelek axaftin hatine kirin. Ev gotinên hatine kirin hemî di cihê xwe de ne û rastin. Lê mixabin hêz û dewletên desthilat nahêlên her kes û her gel bi kêfa dilê xwe zimanê xwe bi karbîne û çand û huner a xwe bijî. Machiavelli, di pirtûka xwe PRENS
de, dibêje; “eger hûn hez dikin gelekî bixin bin destê xwe, pêwîste
hûn berî hemî tiþtî ziman û çanda wî di nava ziman û çand a
dewleta xwe de bihelîne(asimile bike)“. Dewletên dagirker hemî, lê bi taybetî Dewleta Tirkiyeyê, wisa xuyaye ku þîreta Makyavel baþ girtiye û dev jê bernade! Ne bi tenê zimanê Kurdan qedexe kiri ye û di nava zimanê xwe de dihelîne, navên erdnigariyê û heta yên ajalan jî guheri ye. Bi vê jî ne rawestiya ye, hemî çanda Kurdan jî ji xwe re dixe mal û bê þerm ji cîhnê re jî wisa dide diyar kirin. Eha qaþo cejna xwe ya 23 ê Nîsanê ya zarokan pîroz dikin. Ji hemî gelên cîhanê zarokan tîne Tirkiyeyê. Zarokên her gelî bi zimanê xwe diaxive, ti asteng nîne. Lê xwedê girevî zarokên 40 milyon Kurdan yên birayên wane û mixabin ev zarok, cejna wan be jî bi zimanê xwe pîroz kirina wan qedexe ye. Ma ewqas jî bê ûjdanî dibe ? Ev çend salên dawî dest bi sixtekariyeke berfireh kirine; qaþo dixwazin zarokên Kurdan bidin xwendinê, ji bo zarokan dibistana vedikîn, internet, kompitur, û hwd.dibin Kurdistanê. Wey malamine ewqas li ber zarokên Kurdan dikevin û dixwazin wan jîr û zana bikin ! „Bavo min biþîne dibistanê“, bi van navên balkêþ hez dikin keçikên me jî bibin xwendekar û pêþve bikevin ! Armanc eve „bavo min biþinîne bike Tirk. Van helwestên wan dema kevn tîne bîra mirovan, ku bi navê „ dibistanên herêmê..“ zarokên Kurdan bi çûkanî digirtin û dibirin dikirin Tirk. Ev qenciya wan e ji Kurdan re ! Qenciya wan bixwe serê wan ! * * * Gotinek heye, cudatiya mirovan ji ajalan mejî ye. Raste, lê ji bo ramana mejî bibe malê hemî mirovan pêdivî bi ziman heye û hema piþtî vê jî jiyana hevbeþ a civakî çand têt. Eger ev her sê bi hev re be, encex behsa nasnama mirovekî rast, civakek rast, gelek an jî netewek rast bête kirin. Ji ber ku, dagirkeran derbe li ev taybetmendiyên me dane, lewma kesayetî û civaka me tevlihev e. Bi tenê cihê dilxweþiyê eve ku, diyare ziman û çanda me pir dewlemende, lewma dagirkeran heta nuha nikaribû bi tevayî têkbidan. Disa cihê þanaziyê ye ku, her çend kêmasî hebin jî, sazî û dezgehên me yên netewî û ziman û çand û hunerê gelek hatine avakirin. Nuha saziya me ya bilind KNK, ji bo ziman û çanda me bi parêze û xurt bike û peþve bixe, dest bi rêze çalakiyan kiriye. Yek ji van çalakiyên gelek bi rûmet û pir giring eve ku, 14 GULANÊ weke Cejna Zimanê Kurdî pejirandi ye. Divê di serî de hemî kesên xwe rewþenbîr dibînin û hemî gelê me vê rojê weke cejneke netewî pîroz bike û li her cihî û her roj di jiyana xwe de zimanê xwe bikarbîne. Bi zanistî jî hatiye pejirandin ku, mirov bi zimanê dayika xwe baþtir dikare pêþ ve bikeve. Ahmet AKTAÞ 23.4.2007
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org