Zimanê Kurdî Zimanê Berxwedanê Ye !

 

Ahmet Aktaþ

 

Çend roj berê em li Enstituya Kurdî Li Almanya bûn. Me dîsa weke gelek caran li ser zimanan bi giþtî û bi taybetî li ser zimanê Kurdî guftûgo dikir. Þagirtek e kursa zimanê Kurdî keçek Alman jî beþdarî sohbeta me bû û got; Zimanê Kurdî Zimanekî Berxwedanê ye. Em pêþî gelek hayîdar ne bûn, lê wê keça Alman, bi israr û ji xwe bawer ew bivêj dubare û sêbare kir. Nîv Almanî, nîv Ingilîzî û nîv Kurdî û taybetî jî bi awirê xwe jî li peyvên xwe xwedî derdiket. Li ser vê helwesta tund bi carekê bala me hemiyan çû ser van gotinên watedar.

Piþtî hinek sohbeta din, me dît ku ev kes ne bi hestiyarî û ne ku hema ji bo me dilxweþ bike van gotinan dibêje. Belê bi zanistî di axife û li ser hinek lêkolînan gihiþtiye vê encamê. Hilbet em jî, yên li wira amade, vala ne sekinîn. Hema me jî despêkir serê xwe xurand û li ser hinek sermayeya xwe ya zanebûnê, qasî ku heye, ketin nava lêgerîn û lêkolînê.

Erê me dît ku, em gelek ji van gotinan ne dûre û me jî pir caran li ser naveroka vê bivêjê axaftin kirin in. Rastê, gelê me bi hezar salan di bin destê deshilatdaran da jiya ye. Herkesî, mal û milk û keda gelê me dizî ye û talan kiri ye. Lê belê tiþtekî me yê pir hêja û bi rûmet heye, ku ji me dizî ye û sed heyf û mixabin tew em bi xwe jî ne hesiyanin; ev jî ZIMAN, ÇAND û HUNER a me ye ! ! !

Mijara giring/muhim di vir de eve ku, li gel vê dizî û talanê – ku ev malxirabî û malwêranî ji Ýskender despê dike û heta roja îro berdewam dike – lê dîsa ev ziman û çand nikaribû bihata wenda kirin û tune kirin. Me ev mijar pirtir bi xurtiya ziman û çanda Kurdan girê dida. Erê me bi qehremanî û anûr û berxwedaniya gelê Kurd jî ve girê dida, lê ev alî hinekî lawaz dima. An jî weke þiarekê/duruþmakê û bi zanistiyek e xurt ne dihat neqiþandin. Weke ku hate gotin: Zimanê Kurdî Zimanê Berxwedanê ye !

Ziman, neynika mejî ye. Ziman, fikir û raman a bi deng e. Mejî, bi ziman dibe deng, dibe peyv, dibe bivêj, dibe nivîsandin, dibe çand û bi vî awayî ji takekesî dibe pir kesî/civakî û dibe malê gel/netew. Xurtbûna ziman û çand û hunera gelekî, xurtbûna berxwedana wî gelî jî dide diyar kirin. Ji ber vê hêza mezine ku, vê xakê û vî miletî dikaribû dergûþtî ji mirovatî û þaristaniya cîhanî re bikira.

Ev berxwedana îro jî, ku dikari xwe ragire, li himber ewqas dewletên dagirker yên xwedî teknolojiya bilind a modern û kevneperestiya cîhanê, hêza xwe ji wê bingeha dîrokî distîne. Bi Kawayê Hesinkar û Rustemê Zal û hwd, despêkiriye û bi gerilayên îro berdewam dike.

Loma hêjaye ku, ew kampanya TZP despêkiriye û pêþkêþtiyê jê re dike, bi vê duriþma sernivîsê em hîn bi xurtî piþtgiriyê bikin û heta negihêje armanca xwe ya bingehin em dev jê bernedin.

Em dilxweþbin ku, em xwedî zimanekî wisa berxwedar in.

Zimanê Kurdî Zimanê Me Ye, Zimanê Kurdî Rûmeta Me Ye !

ZIMANÊ KURDÎ ZIMANÊ BERXWEDANÊ YE !

Ahmet Aktaþ

5.10.2008

 

 

 

 

  

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org