Birêz Dr. Z.Haco, birêveber û hemû endamên PENa Kurd!

Ez bi can û dil kongira we ya pêncan pîroz dikim. PENa Kurd di van demên nazik de ku hemû dagirkerên Kurdistanê li dijî doza me ya netewî zibare(cîhad) dane îlan kirin, dikare di nava raya navnetewî de rolekî berçav û dîrokî bilîze. Ez pir bi pêwîst dibînim, ku hemû nivîskarên Kurd li jêr banê PENa Kurd de xwe bicivînin û pênûsa xwe mîna top û tankan li dijî neyarên aþtî û biratiya gelan bikar bînin. Pênûsê xurte ku dilê dîktator û þovenîstan dilerzîne û rûçikê wan yê gemar li ber çavên hemû gelên azadîxwaz li cîhanê dide kifþ kirin.

Îro ji her rojê girîngtir e, ku rewþenbîr û nivîskarên Kurd li jêr siya PENa cîhanî, bi rêya PENa Kurd dengê doza rewa ya neteweya xwe bi cîhanê bidin nasandin.

Ez ji kongira we re serkeftinê dixwazim û bixêrhatina mêvanên we yên hêja dikim.

Elî Qazî (Kurî Reþ)

08.03.003 Almaniya