Merheba ezbenî,
ez di destpêkê de hilbijartina PENa kurd ji bo salên pêþ
pîroz dikim. Hêvîdar im hûn ê li gora daxwaz û hêviyên xwe bi ser ketî
bin.
Min di destpêkê de peyama we nexwend û ji ber vê jî
min bersiva we neda. Paþiyê ez jê haydar bûm ku we kongreya xwe ya nû li
dar xistiye. Ser xêrê be.
Naxwe min ê hêvî û daxwazên xwe, ji we re biþanda. Heger ku di dahatûyê
de derfet çêbibin ez ê bi we re têkiliyekê dînim.
Ji ber
ku ez ji ber girtina xwe ya sala çûyî (07.05.2002-Qoser) hatime sirgûnkirin
û niha li Bajarê Yozgatê me, nikarim bi hêsanî we biþopînim. Ancax bi rêya
înternetê xwe bigihînim we.
Ligel
silavên dostaniyê, bimînin di xweþiyê de...
Yaqob
Tilermenî...
-------------------------------------------------------------------------------------------------------------
Birayê
hêja, kekê Yaqob,
gelek
spas ji bo nameya Te ya li jêr û hestên Te yên biratî.
Em ji ber rewþa Te gelekî xemgîn in, dîse jî ew baweriya me bi doza dadimend ya neteweya me xurttir dike. Em bi xebat û helwesta Te gelekî serbilind in.
Ji kerema xwe hinekî li ser jiyana xwe û li ser bûyera
girtin û sergomkirina xwe ji me re binivîse, heke derfet pê ket, emê wê
wergerênine ser zimanê inglîzî û li hemû PENên cihanê bela bikin.
Bi rêz û
silavên min re
Birayê Te
Dr. Zerdesht Haco
12.03.2003