Dîdevan li ser mirina xwe 

Silêman azer

 

Û te bûrand....

temenê bînberdanek ji westandinê,

bi gengeþe û bêhêvîtiyê.

Û te xwe þêla bi derdorin

xwekolayî di valabûnên..

                wê xweziyê.

Û tu dimirî...

bi demkokin veþartî..

                      di wê hesaniyê...

Civiyan li ber kêlin

bi tenê nîþanek bûn

dilhez û..

dostên wê þopê,....

                              wê xaçeriyê.

Piþtî çend çîrokan..?

pevdiketin kinarên weþiyayî,

li rûdêmê te yî

                  zelûl ji tenahiyê.

Tu miribû...,

wê çawa bi navbibe,

kefenkirin û veþartina

wê deryayê di kincin

têrnebûyî,

                    ji wê baweriyê.

Li ber serê wê pêjnê xijiqîn

banên kulotbûnan,

xwe sipartinê jibîrbûnê..

fistiqî tu,...ji wêrîbûna

bê banînan

                 li wê þîniyê.

Te pînekiribûn derdorin

bi þûn çaroxa xwe yî

xwêdangirtî,

                         ji qefaliyê.

Û ez destê xwe

li noqa saxiya xwe

                 dipelînim,

di kolanên bergirtî de

                   ji bapîvîtiyê.

Û ez xwe bi sînga vî bakurî ve

dizeliqînim bihnokek

                     ji wergirtina,

têlesitirî û þevên

raketî di þikeftên tevizî de

    ji hilma bendewariyê.

Ez ber bi xwe ve hildikiþim

barkirî bi bejna  xwe yî

                            sitûnek,

ji daleqandina,tûrik û bexçikê,

dapîra nixûzbûyî

ji hûnandina deman,

                bi wê bêriyê.

Tu..dimirî...,

birçîbûnek ji sîberiya xwe yî

vedayî di tazîbûnin guh bel de,

û li ser sûtina kenê xwe,

tu di bijivî ber bi jibîriyê.

Min li noqa tazîbûnê gerandiye,

çarika xwe yî rengîn,

ew,...perda hêwîbûyî,

                ji  xwêsiya þahiyê.

Belawela dikir,mirina te,

bînek revok,ji binçengê,

xilmaþiya xwe tixtixandî,

di qaþûlê, serxweþiyê,...

Li min dikele,..

lebta minî asêbûyî

di herikandina zîldayî de,

ji axiviya wêrîbûneke

basko kirî bi

                        mijûliyê.

Mirina te yî,...

kedîkirî,..bi xwendîtina,

bergorin,...

           fêrbûyî,.

                  mêtina,...

                     sariyê,...

Ji min diwerivînin,

          guvaþtina mêraniyê.

ber bi belbûnên,minî,xiloxavî ve,

ji demoþgirtinê,..

min badidin,..

                     dotina   bînayiyê,...

Û,...ji hilçenîna ve

tu pêçeka min hildigire,..

         diyariyek,..

                ji vedana,...

            þîniya xwe re

û tu dimirî,..

           di  keyandina

                    wê xemgîniyê.

 

* * * * *

Û ev cihê bankirî asîmanek,..

koçber ji hêviyan,..

û ev cihê hevbeþî

zikmakiya min,

cêwiyê vî dilî di tenahiyê.

Weþiya bakurên bê qudoþ

ji bazbendê xwedayetiya,

tewanbar bi riwê þahiyê.

Rake singê konê xwe ,

û li þûn xwe nehêle

                þopên wê delîviyê..

Li dare sêdarkirina te,

bi destê parêzerên xwe,

canfîda kirine,

ji bo navê te

di dagîrkirina

               malên te de

                     bi þîþên sofîtiyê.

Sermestin bi boyaxkirina

rêçikên xwe

bi hilma pêxemberên

            penaber,

                   bi rûmetiyê.

 

* * * * *

Ma hîna ez ew bi xwe me

piþtî hewqas derbasbûn,..

qadek raxistî..ji dûmanê

                        ji leylanê.

Bînkiþandinên min in

þikestinên

bapîrin

hildayî di sînga vî bakurî de

bagokê wê nîþanê.

Bi yek carê min berda

bêdengiya xwe

                bi yek qêrînê.

Dipêþbaziya ber bi xwe ve

               di wê bazdanê.

min li xwe kiriye tenahiya xwe

di riyên xwe ji bîrkirî de

bi tariya tevna razanê.

Ez di werivim ber bi xwe ve

dilopa.. di dilopê de

bi ser min dikeve

bêzariyên min 

                  haveynê katdanê.

Daleqandîme

xweziyên çîrokê zinar kirî,

               bi bihna gundîtiyê.

Li min qam dikin

xemgîniya min,

riwê þayîk kirî,

bi tiliyin vêxistî,

                      bi dûmanê.

Bi þûn þîniya min de

               ber didin,

                     pêlên bêriyê.

 

 

 

silemanazer@hotmail.com

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org