|
Em digrîn
Silêman
azer
Ji bo:Ehmed kaya û….her em digrîn? Em
digrîn û þevên me di
pêsîra bagokê de vêdikevin
bi hejariyê. Çiyayên
têrnebûyî ji
bîna sîngên me, bi
tiliyên me þîn dikin koçeriyê. Em
digirîn û
êzinga rojê ye hêsirên me. li
çavên me mukur tên
rengên dîmenetiyê. Li
jor jî digrî xweda bi
ser bînayiyên xwe de. Tu
li evîndariya xwe siwarî û
diçimînî serê tenêtiyê. Digrîn
û tîrojê li
derdora xwe diçînin riyin
behetî ji wêrekiyê. Li
wê derê kiþandibû qelûna
temenê te bavê
riswa kiribûn
kevne salên xwedîtiyê. Li
wir tu hînî girî kirî, û
li bedena te kiþandin
heskirina rêwîtiyê. Li
vir jî bigiriye yara min û, kolanan
ji riwê min dimale
bi wê xweziyê. Li
ser tîbûna sibêdin
weþiyayî bi azariyê Li
bêrîkirinên xwe diterpile min
ber bi rindiya giriyê teve dibe
hilçenîna bêdengiyê. Em
digrîn û me bêriya deng û giriyê
xwe kiriye
heta
dawiyê.
silemanazer@hotmail.com
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org