Silêman Azer
 
 
 Ew barana bi þûn me de
 
 
   -1-
 
Ez,
 û ew riya me bi bihnek heskirin kin kirbû
bêdengiya çavên te,
 yên di nixumandin dengê wî
"bi xwezî esmer" re.
dilopên baranê bi dû me de,
av dikirin þopa tenahiyê.
rûdêmê te yî kolayî,
di kêlîkan de,
li wê bêrîkirinê kedî dibin......
û navê te....di xwînin.
 
 
   -2-
 
Em rûpelên jiyanê vedikin
bi tenê,
ji têde nivîsandina,
xemgînî û.....
xewndîtinên xwe.
 
 
   - 3-
 
Gava
ji hev difirikîn
yên li ser gornê
ev pirs ji xwe dikir
gelo:
na xwe kengî ez saxbûm...?
 
  - 4-
 
Çavên wê ,
ew ji serî ta piyan di pîva,
gelo:
ji bo gornekê,
an,
ji bo hembêzkirinekê.
 
 
  -5-
 
Gava "fatîha"li ser gornê
xwend.
ji niþkve ve
çavên wî,
bi navê wî diketin
li ser kêlê.
 
 
  -6-
 
Bi gurpa dawîn ji fincana qehwê
li bîrê hat,
ku dewlikê xwe li ser agir,
jibîrkiriye.
 
 
  -7-
 
Dema gorna xwe ji bîr kir,
xwe li ser,
laþekî sax
ramidand.
 
 
  -8-
 
Þev mijûlbû bi nivîsîna,
bîranînên xwe.
dema,
ji niþkve,
silikandin,
xewnên min,
hilatbûna te...
û,
þev bijivî di tiliyên xwe de.
 
 
   -9-
 
Ew asoyê xwe çimandî di piþt dilberiya,
kenê te de.
xwe bi barînên te radipêçe....bejnek.
li gerdena xwe tu kolaye,
hilatbûnek,
dagirtî pengizîn.
li ber peravê dîtinan tu raxistîyî
xweziyek li hevhatî ji sirûdbêjiya,
bergirtî di vejîna,
çirisandî de.
 
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org