Ew bihna te yî jibîrbûyî

Silêman azer

 

Û..., bi ser xwe de,

dikiþandin..,

cendekê bêrîkirinan.

wê bihna xwe jibîrkirî,

di leza xwe de.

þevin tiriþbûyî

di mijûliya du dilî de

ji ber serê henasan radibûn

di tewtihîn di girêkên tariya xwe de.

li hev digerîne

þopên bi servebûnê.

ew bagerên..

ji anîþkên te direvin..

de ...serê tenahiya xwe

bi sipêre hestiyên

rizyayî ji peyketinên

rehnê xweziyên min..

vekirîne..

ji poþmaniya te re..

kolanên kolayî

di qermîçokên hiþê min de..

 

 

Di her gavê de....

 

Di her gavê de

ez sûnd dixum,

ezê benên mêbûnê ji jiyanê bi birim.

û...bîranîn û bêrîkirinan

ber bi çemê azariyê de,berdim.

û...þivên wê ji mêjiyê xwe bi kesixînim.

bi tenê ezê lêv û çavan,

fêrî bêjeya (wî) bikim.

ta bi modikên mê

ezê bi silkînim bi hilma xwe.

lê ez nizanim çawa ezê (wî)nasbikim

eger tune be (wê) di heyînê...

 

 

 

sibêdin daleqandî....

 

Sibêdin daleqandî

bi riwê berbangin

penaber,

di pêjna te yî,

raxistî,

hilatbûnin

tir bi zelaliya

xunavin dil zîz ve.

li þûn mayînên þevê

xewnin

pûçbûyî

bi mêtina þevpestin

demoþgirtî

ji þanên xewê.

û,....

ew barana

dîdevanê,..

hevdîtinan

deqandî di riwê

tirsê de.

li piþt tilmanokên dilbijiyê,

vedikirin,..

pirsin li hev gelicî...

 

silemanazer@hotmail.com

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org