jinek qiraxên mêbûnê qamdike

                                                     

                                           silêman azer

1-

 

 

he...

     va...

ez,

beloq dikim hebûba xwe.

ya demûþgirtî,

Ji xwêdana bînayiya çivîkên,

sergombûyî.

vebûna xwe ya rizî,

dirêsim di kavilê mirina bodîle de û dihêrim.

va me ez,

ez tewadikim neqþa.

dudiliya keskesora bê dû,

beravêtî dikim.

bakuran ez diborînim,

di danîþgeha mirovayetiyê de.

ser bazinê gerdena deman,

ez bîranînê ewaretiya xwe dikolim.

wiha ez,

rondikan qedexedikim,

di dilopên avê de.

2-

min ezberkiriye,

     sirûda xwetunekirinê,

dilîstikên xwe de.

wêneyan ser nanê xwe dibirêjim.

bergornan dipîvim,

û tixûban di aniya xweziyan de,

                diçikînim.

3-

min

du sê pelokiriye,

gurandina niviþtê birûmetên xwe.

biborin.....

erê disawîrên xwe de.

biborin...

da neqetin aliyên we dixavka,

                     þemitandinan de.

bêzare dîlbûna dîtinan didavkê,

                           çavan de.

ez ji feraþên xweperestinê,

diwerivim ber bi peyalên tazîbûnan.

binoþe..

binoþe...

de vexwe cirîda xwe,

berî sarbibe,

dikevgîra,

xwedayetiyê de.

-Jinek qiraxên mêbûnê qamdike-

1-

xwe berde.

bi serserkîve xwe berde.

bilingan ve xwe berde.

pêlên mêbûnê,

          x ji qama xwe.

tevzînokê þahiyê dilivin.

dibin ganê nêrbûnekê de.

û ahînin deristî ji serxweþiya,

guvaþtinê ber bi serjêkirinê ve,

                               diherikin.

xwe berde,

ne sitewre xwêsiya min.

lê ber nagire ji þilbûnin tirsonek.

û dîsa,

tu li virî,

dawa xewnan dinixumîne.

2-

sîngên teyî dîl,

di ferehbûna destên min de,

             winda dibin.

Û noqa te,

dibin gavê siwariyê de,

                     diherike.

movikên te hev dimijin,

Û meþka mûbûnê dikeyînin.

Û raza nêrbûnê,

           eþkere dikin.

3-

sirûdin,

libenê pêlekê alandî.

xwêdana dîwarê xweziyek winda,

diþemitin ser asoyê çermekî du par.

wek heyveke melisî,

ez diþanê hêlîna çikandinê te de,

                          dilûsim.

bodîleye þiyarbûna birûskên,

           baskê beza min.

-nerînin xwekuþtî ji bendewariyê-

1-

ez dilivînim,

sitewirbûna cirîda.

ez qamçiyan dinoqa dîtinê re ,

                                dikþînim.

û bakuran,

biberê paleyiyê re diçînim.

min kemkiriye pîvana erêbûnê,

Û soresor dixêzên sorayiyê de,

                                   sorkirine.

Þile kêla bin serê helbesta min.

Û bergornin piþtxûz dizikê,

                        mirinê de.

wiha,

ez xwe biheyînê dipelînim.

serxweþim bitarîbûna germa te.

Û kelandîme bitozika demsala.

dinoþim lebita bêrîkirinê.

tûrikê bagera tevna,

                     ez-eziyê me.

ez têm,

va ez têm.

winda-þopa bi hilpirikandina,

rwerewkan ve dixemlînim.

Û tabloyan ji parsê re rengdikim.

gurikê,

kela dilê pencera me.

va ez têm.

2-

ez livir,

dilê xwe diqewêrim.

dimalika vî asoyê bêdeng de.

sirûdin lal di þevbuhêrkên te de,

                   dixwînim.

qumriyan difirînim di çîrokên,

                             reva te de.

Û tariyeke,

        ne sînorkirî.

ser þaxên tovê te,

                  dilivînim.

li vir,

dimalzaroka þevên te de,

ez refê ganan beravêtî dikim.

rûpelê demên dudilî di destmalka,

Þagirtên xwe de diçînim,

Û qelûna kalan ji tutina xursa,

xwe jibîrkirî dadigrim.

vêxistiye agirê min ji birajtina,

                          Çiyan re.

Û tûbûrîna siwarê revokim.

li vî cihî,

ez bitinazî kêla,

Ji keziyên gemiyan re,

                 dikolim.

kilîlan li bejna darbestan,

                           dikim.

biskin xeyidî ji guliya,

                      Þîr divekim.

wiha,

ez xwe dihînim.

3-

va ez têm,

ji rizîbûna axa bapîran dipekim.

Û ji tayê kefenê bavan dertêm.

li kolanê miringehan,

li mirineke,

xweþik digerim.

Ji zuhabûna bablîsokên,

     celdeyan,

Jinek parsa nêrbûnê dike.

ez heskirineke tenik,

dirondikên evîdariyê de,

                 diteqînim.

Ji roniya xewneke tevizî,

ber bitariya hestê bihnekê dirim.

hebûna dilmê û bajarê parsê,

peyala pencereke kor,

birîndar dikim.

helbestin ziman jêkirî,

Û efsanin ji parsiwên min.

diherifin ji bilindiya gerdena xwe,

Û pêçayîme bi nerînê goristanekê.

ez têm,

ha....wiha ez têm.

Û deryayin melisî dibin dirêjbûna,

ganê pêline nexuya de.

bi hatina min de derdibin.

Þahim,

Ji morîkên taca xwe re.

Þahim.

keserin pînekirî me,

di jibîrkirinekê de,

þahînþahiya hevsarê mine,

geyayê zîldayî dibin zikê latê de.

sirûdin,

sirûd.

dîlana þeva siwariya min dikin.

yezdanin perê ewretiya min,

dibin alin qedexere dibûrînin.

direhên siwariya min de,

zayînin bêxwîn divebin.

4-

ez têm,

kevizgirtiye,

sîtava asîmanê hatina min.

Jina ku bînê bi ser mêbûnê dixe,

xilmaþe li ser devê çirisandinê.

5-

tîjikê devdawa ewrekî,

                ne þuþtî.

bi ser tevna sibatoka dînik de dibarin.

keskesorin sistbûyî,

ser kêleka stirîmiþkan,

                       ditewin.

qaçaxçiyê,

xwînî,

xwe di tariyeke lêvjêkirî de,

                        diveþêrin.

bîrhatinin fetisî,

digewdiya dengbêjekî de.

tewandineke bizdonek,

hêkê du zerikî dike.

dengê marþa hêrandinan,

simfoniya kezî reþ dixwîne.

çivîkê alî windakirî,

aveke zerî sor dimeyîne,

ser lêvê çavnêriya min.

karwanê barîna tevizandinê,

         xewna xwe me.

kara mirinên çavkildayî dikim.

Û lêv zîzbûnekê diweþînim.

Ser perda pencerê,

          xweziyekê...

-nexeme noþandinek-

de binoþe,

    lawiko...

keserê ramîsanekê,

û spehîbûna peyalike xweperest.

ne xeme,

Ji çi noþandina ve,

tu noþekarî...

qefilî pêsîra asoyê te,

Ji serxweþiyê.

ez livirim,

hîna ez bi xwe livirim.

xwþdana camê evîndara me.

li virim,

ne bigotina "bibe"ez dibim.

mirin û bakurên xwe,

                 divegirim.

mîna tîbûnekê,

mêbûna te ya zelal,

derbasî lebita min bibe.

li virim,

rûpelên wêneyan bi bihnan,

                      muhir dikim.

axa min ser zîldayî,

kelaþê deman tê,

              diveþêrim.

li vir,

min þitilê heskirinê bi tîbûn,

di gulþenan de rengîn kirin.

li vî bakurî,

ez cin û pîrhevokan hînî,

       mirovayetiyê dikim.

Û perê pirpirînkê xwe,

Ser bajarên veciniqandinê,

                 dixemlînim.

tîvilê aliyan min xepartine,

dikêferatên xwe de.

Û bazbendên xwe bihevekirin.

li vir,

li bin belbelîskekê,

min sûrperî bi cankirin.

li virim,

dombelanê çiyayê "ebdulezîz",

dibirêjim.

Û lawirên dehla"bûnisra ",

    Þîr didim,

li vir,

li ser vî termî ez azariya xwe,

dinoþim,

li vir,

   li virim,

ez dinoþim.....

 

têbînî:

min ji demeke dirêj de tu helbest diyarî malpera we nekirine,ji ber ez hinekî dûrbûbûm ji enternêtê ez lê bûrînê ji we dixwazim.

Va min helbestek ji we re rêkiriye ez bihêvîme ku ew cihê xwe di malpera we de bibîne

Silavên min ji were.

Silêman azer.

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org