Kê...
hilma
te hingavte
xwîna min...? û
dilê min diyarî mûmdanên azariya
te kir..? tiliyên
gurbûnên te dirêjî
þewatên min kirin.. kabokên
silbûnên min, xiya
kirin, di
tarî qorziyên jibîrbûnê de... þevên
westiyayî ji
rêbiwariya tozgirtî di
himêza sawîrên min de..di lûsin. li
piþt dergehê mijûliyê raxistîme, bi
þîrvekirina wê pirsê. kî
bû...? xwe
ramedand di kefenê sersariya bizdandina
min de. xepartî
li noqa zaroktiya xwe pingehane
bêrîkirinin þînhatî
bi kizirandinên min ve.. kê...? ez
firþik kirim bi wê dilbijandinê.. û.., ew
dil vezîlandiye qamek ji
xwelêgirtina oxirê re. ji
dêrana derdorên xwe re sed
henasin bê ser û ber, xwe
pelo dikin dirindiya vekirinin badayî
bi asêbûnan. çiqasî
hinkufî tîjikirina ye temenê,
bi
kotekan xwe þêlaye li
wê dilberiya rizyayî
ji pêve daleqandina awiran re.. kî
bû...? ew
bajar wergirte þevan perdeyên
xwe vehesandinê û
dergehên dadayî di
navtenga celdeyin ji hiþçûyî de ji
xirecira piyin þepirze û
kevalên.., tenêtiyê
dipîvin bi
ji hevketina laþê
min. dîtinin
pûrisandîne bi
bêdengiya xwe ve alin
li ber ba rabûnê, çîmin
serqot ji
kewijandinan re. di
xelin awirin belqitî
di lepên peristiya zeliqî
bi eniya ji bîrbûnan ve. bajarê
xwe vedizî ji
çarika vedana te û
ez rekeh kirî tîþkên
devdawa hilatbûnên xindirî,.. ji
sîtavin gelicî bi heriftinan.. kê
hat...? û
li memikên bînayiyên min rewrewekên
xwe banandin. kê
hat...? û
refên xweziyên min bi
qîrînên xwe bezandin. kê
hat...? û
xwe bi þikestinên min di
tivtivandin.. kê
hat... û
zixurên gunehkariyên xwe li
rûmetiya min dibarandin... Hooo.. xwedayoo.. çi
sînorekî asê me ji
cendekê xwe re. û
bi bêçêjiya xwe, di
haveynê pejalên xwe de.. tême
keyandin...
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org