|
|

Silêman
azer
Tivtivandî
bi xewnê
Tivtivandî
bi rýstina
serpêhatin
......û efsanên bapîran.
li milan çentê girtî
ser ristikek hêvî
û kulmek xem.
li îstegehên avakirî
bi rondik û stûnên xwê.
dipûrisîne dûrbûnan paþîvên
ji bîrbûnan
û li þûn þop û rêçikokan
xwe diqelþên
qadê de vediþêrin.
li ser camên xwêdangirtî
bi awirin qefilî
navin û nîþanin
têne nivîsandin.
li ber sênîk bêrîkirin
....û kurtêlin xweziyan.
û yê çep ji destan tevizî
di bin çena derdoran de.
û kenarên masê þiyar
dikin tiliyên yê rast
û dorpêçkirî dîwarên þehit
bihna fincanek qehwe
wî di çengilîne.
* * * * *
Hilgirtî
bi bihnên
misk û boyaxên xwe
û çentê miþt
ji tiþtikên
mêbûnê
ez barkirî,
bi newalek saw û dilbijandinan.
di qorziya ji hevdûrketinê de
pêrgî hevdibin
du laþin
westiyayî ji binavkirina rûdêmên xwe
me li xwe dinivîse
celdeyên raxistî
ji pêkên çepeliyê re.
çîroka du evîndaran
nixumandî bi sîtava qeþmer
ji bo cûtinê.
|
|
|