Agahdarî li ser rewþa sereka Komîteya Jinan ya Navenda PEN-a Kurd birêz Sîmîn Çayçî

 

 

Sîmîn Çayçî 

Televiziyona kurdî TISHK-TV di nûçeyên xwe da gotibû, ku helbestvana kurd birêz Sîmîn Çayçî ji aliyê hêzên asayîþa îranî va hatiye binçavkirin. Lê belê duhî, roja çarþemê, 21.11.2007-an, birêz Sîmîn bi me ra têkilî danî û got: Na, nexêr, ew nehatiye binçavkirin. Lê belê ji roja ku ew ji bo navenda me di nava çalakiyan da ye, zor li ser wê heye û tê hewildan, ku rê li ber wê bêne girtin, da ku ew nikaribe çalakiyan bike. Wek nimûne:

1. Li zankoya bajarê Sineyê, ku birêz Sîmîn Çayçî li wir dijî, berî demekê kureka wêjeyî hate lidarxistin û gava wê jî xwest biaxive, hêzên asayîþa îranî megrefon ji dest girtin û dane zanîn, ku ew nahêlin ew biaxive.

2. Li kitêbxaneya bajarê Sineyê jî kureka wêjeyî ji bo nivîskareka Faris pêkhat û gava Sîmînê xwest ku biaxive, dîsa megrefon ji dest hate girtin û hate gotin, ku mafê wê yê axaftinê nîne.

 

 

 

Homburg, 22.11.2007

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org